DÎSA ÇEND PEYV LI SER REWŞENBÎRIYÊ

DÎSA ÇEND PEYV LI SER REWŞENBÎRIYÊ

Husên Duzen

 

Rewşenbîrî ne pîşeyek e, ew bêtir helwesta elîteke ji zanayên civatê ye ku pêwist be her gav bi berpirsyariya xwe re radibin.

Berî her tiştî zana û wêrekên civata xwe ne, rewşenbîr. Kesê rewşenbîr ew kes e ku her tiyê zanînê ye; dengek ji hundurê wî jê re dibêje ku ew divê her li ser derdora xwe agahdar be, lewra her sibe tiştê ku berî her tiştî dest diavêjê xwendina qeflek rojname ye. Xwedî wijdan e, bi pereyan nayê kirîn, bi zorê nayê tewandin kesê rewşenbîr.

 

Îca ku rewş ev be bêguman kesê nivîskar jî dikare xwediyê van taybetiyan be. Û ne dûrî aqil e ku ji hemû kesên din bêtir nivîskar nêzîkî bicîhanîna van pîvanan e. Lê hin nivîskar di rewşin taybet de dikarin ji aliyê hunera wêjeyê ve berhemeke biserketî biafirîne bêyî ku helwesta kesekî rewşenbîr nîşan bide. Lê li gor ezmûnên dîrokî bi gelemperî tevahiya berhemên nivîskarên wisa jî kulek dimînin.

 

Hermann Hesse diyar dike bê çawa nivîskarên bi rastî tên nas kirin: “Ku hûn… bixwazin hunermend û nivîskarên rastî nas bikin, hûnê bikaribin bibînin ku ew kesin wisa ne, ku hewcedariyeke wan a bêpîvan ji bo serxwebûnê heye û kesek bixwaze wan mecbûrî kirinike ne li gorî wijdanê wan e bike, ew tavilê dev ji kar berdidin. Ew ê ne bi zor û bertîlê, ne jî bi mewkiyên bilind bên kirîn û ew ê ji dêvla ku xwe bidin bi kar anîn, … xwe bikujin. Ji van tiştan hûnê bikaribin wan nas bikin”.

 

Gelek caran guftûgo li ser dibe bê divê helwesta rewşenbîr an nivîskar li hemberî siyasetê çawa be. Bi ya min ne elîta rewşenbîran ne jî hunermend an nivîskar ne ew kes in ku her roj tevli kar û barên siyasî bibin. Divê helwesta wan diyar be ku hat û pêwist bû divê bi wêrekî derkevin raya giştî bi dengekî bilind helwesta xwe eşkere bikin û piştre dîsa vegerin ser karê xwe.

 

Umberto Eco li ser ronakbîran dibêje: “Ronakbîr bi kêrî çareserkirina kirîzan nayên, ew bi kêrî derxistina wan tên… Watiniyeke rewşenbiriyê jî ew e, ku mirov ji aliyê siyasî ve êrişî neyarên partiya xwe neke, lê belê li dijî hevalbendên di partiya xwe de derkeve.”

Ji hemû gelên din bêtir pêdiviya Kurdan bi nivîskarên xwedî helwesteke rewşenbirî heye. Mixabin mirov nikare bibêje ku nivîskarên kurdan hejmareke berbiçav ji nivîskarên xwediyê van xweseriyên li jor derxistine.

 

P.S. Li ser vê nivîsê serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yên Swedê, nivîskarê malpera me Ali Kut fikireke ha balkêş raberî me dike: 

-Di vê nivîsê de, bawer im te hinekî behsa xwe û gellekî jî behsa Ewropîyan kiriye, bi van xisletan kurdek zehmet e peyda bibe. Zana be, serbixwe be, wêrek be ne. Em kurd ku zana bin, ne serbixwe ne, ku serbixwe bin, ne wêrek in, ku wêrek bin ne zana ne û ev pêvajo ê demeke dirêj li nav me bajo. Baştir e em bi rewşenbîrîya welatên din bijîn, qe nebe ev rewşenbîrîya ku têhna me dişkîne, hema ew ne ya welatên dijminê me be! Ma Fredrîkê Mezin jî rewşenbîrî “împort” dikir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev