Sefera Qazî Mihemed li Tehranê û mêvantîya Ihsan Nurî Paşa

Sefera Qazî Mihemed li Tehranê û mêvantîya Ihsan Nurî Paşa

Ziya Avci (Elîşêr), lêkolîner

 

Sefera Qazî Mihemed ya ji bo dîtina Qewamuseltene li Tehranê, ji pûşbera 1325an heta 25ê pûşbera 1325ê rojî/hetawî, yanî 26ê hezîranê heta 16yê tîrmeha sala 1946ê zayînî.

 

Piştî çend pevçûnên eskerî di navbera artêşa Îranê û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê da li navçeya Seqizê û gotûbêj û lihevhatin di navbera Qazî Mihemed û serleşker Rezimara da, teqrîben rewşeke ne şer û aştî di navçeyê da pêk hatibû. Qazî Mihemed û karbidestên Hikûmeta Kurdistanê, ji bo ber bi navçeya di bin desthilata hikûmeta merkezî da pêş nekevin, di bin givaşa Yekîtîya Sovyetê da bûn. Yekîtîya Sovyetê bi awayekî dixwest bi dewleta merkezî ya Îranê ra li hev bê, ew jî ji ber wê givaşê bû ku ji alîyê Dewleta Ingilîz û Amerîkayê ve li ser Sovyetê dikirin. Dewleta Îranê jî bi firsetekê digerîya ku bi bartirbûna şert û mercan meseleya terknekirina Îranê ji alîyê Sovyetê ve bikêşe nav Rêxistina Neteweyên Yekgirtî. Di wan şertûşirûtan da bû ku ji bo sazkirina dubendî û dijîtîyê di navbera Kurdistanê û Azerbaycanê da, Qazî Mihemed bangî Tehranê kiirin û wî birêzî  ji Mehabadê ber bi Tewrîzê ve hereket kir. Li Tewrîzê karbidestên Hikûmeta Azerbaycahê û Soveyêtê dîtin û bi wan ra gotûbêj kirin. Di roja 18.4.1325ê rojî/9ê hezîrana 1946ê zayînî da, bi firokeyeke şirketa hewayî ya Sovyetê ku nêzîkî 30 rêwîyên wê hebûn, ber bi Tehranê ve firî. Nivîskarê van bîranînan jî pê ra bû.

Firokeya Sovyetê piştî du saet firînê, li Firokexaneya Mîhrabadê ya Tehranê xwe danî. Heyeta kurd ji alîyê nûnerê Qewamuselteneyê serokwezîr û kurdên rûniştîyên Tehranê, hejmareke zêde ji rewşenbîr û kesên siyasetmedar ên Tehranê, hogir û kesên mijûlê pirsgirêkên welat ve bi awayekî şahane hat pêşwazî kirin. Bi karwaneke erebeyên kesên hatibûn pêşî ve ber bi Otêla Derbendê Şîmranê ve bi rê ketin. Di salona Otêla Derbendê da rêûresma xwenasandin û cardin bixêrhtina ji alîyê nûnerê Qewamuseltene û hejmarek rojnamevanan ve bi rê ve çû. Piştî du saet gotûbêjên me û asayî li gel xelkê û rojnamevanan, Qazî Mihemed çû odeya xwe ya hejmara 5an ya Otêla Derbendê ku ji bo mêvandarî û îstîraheta wan hatibû amade kirin.

Di vi seferê da, hevdîtinek di navbera Qazî Mihemed û General Ihsan Nurî Paşa da hat kirin. Ihsan Nurî Paşa, rêberê Serhildana Agirê bû ku ji ber hevkarîya Riza Xan bi Dewleta Tirkîyê ra, şikestibû û xwe sipartibû Îranê. Li Tehranê dijîya û mafê wî tunebû ji Tehranê derkeve. Qazî Mihemed bi birêz Doktor Haşimî Şîrazî ra ku peywendîyeke wî ya nêzîk û gerim bi Ihsan Nurî Paşa ra hebû, çûn mala wî. Çend saetan li mala  Ihsan Nurî mijûlê gotûbêj û lêkdana kar û barên Kurdistanê bûn.

Di odeya mêvanan a mala Ihsan Nurî Paşa da alaya Kurdistanê bi dîwarê ve hatibû daliqandin û her wiha nîşana Partîya Xoybûnê li ser maseya wî ya xebatê hatibû danîn.

Min wê rojê kincên resmî yên Kurdistanê li xwe kiribû ku ew ji bo piranîya ew kesên ji bo pêşwazîyê hatibûn nû bû û bûbû cihê balkêşî û pirsa hinekan. Sedir Qazî ji min pirsî, tu her bi vî cilûbergî hatî Tehranê yan te caket û pantorên xwe bi xwe ra anîye? Ji bo ku Pêşewa bi mebesta gotûbêja ji bo aştî û lihevhatinê vê seferê kirîye, baştir ew bû ku tu jî caket û pantor li xwe bikî. Min jî gotina wî kir û piştî bicihbûna li otêlê min cilûbergên sîvîl li xwe kir.

Di midetê heftekê mayîna me li Tehranê da, Qazî Mihemed du car li Qewamuseltene yê serekwezîr û çendîn car bi birêz Muzefer Feynûz yê cihgirê serekwezîr û serleşker Rezmara yê serokerkanê leşker, di koşka havînî ya wezareta kar û barên derve ya Zergendeyê da hevdîtin û gotûbêjan kir. Du caran jî di sefareta Sovyetê da bi Sadçikofê sefîrê dewleta Sovyetê ra hevdîtin û gotûbêj kirin.

Mijara gotûbêjan, heta ew cihê ku ez agahdar bûm,  pêşniyarên Qemawuseltene û dewleta Şah, ew bûn ku navçeyên kurdnişîn yên rojavayê Îranê, wostana/eyaleta Azerbaycana Rojava, Kurdistan û Kirmaşanê bi navekî yekgirtî û wekî wostaneke Kurdistanê û wekî yekeyeke diyarkirî binasin û wostandarê/walîyê vê wostana mezin jî şexsê Qazî Mihemed be. Rabûn û rûniştina Qazî Mihemed bi karbêdestên dewletê û gotûbêjkirîyan ra li ser metanet û çakxwazîyê bû û heta axaftina bi rojnamevan û nûçegihanên çapemenîyê ra jî ku di derbarê naveroka gotûbêjên bi dewletê ra pirs jê dihatin kirin bi niyazçakî û serenca baş a birêz Qewamseltene ya di gotûbêjan da diaxift û jêrazîbûna xwe dida xuyakirin. Lê min wisan his dikir ne bi dilê wî birêzî bû û pêşniyarên hikûmetê di warê niyazbaşîyê da be, vêca ji ber wê bersiva xwe ya dawîyê hişt bi çûna xwe ya Kurdistanê ra û şêwra li gel endamên komîteya merkezî û dewleta Kurdistanê ra. Dema ku hatin Tewrîzê û danûsitandina bîr û raya li gel karbidestên Azerbaycanê û axaftinên nehênî bi sefîrê Sovyetê û karbidestên meqamên bilind yên wan ên li Tewrîzê ra, wisan derket ku herdu mil ji qebûlkirina wan pêşniyaran nerazî bûn. Nêrîna giştî ew bû ku hikûmeta merkezî û şexsê Qewam û Muzeferê Feyrûzî di wê fikrê da ne dûbendî û dijîtî bêxin navbera herdu hikûmatên navçeya Azerbaycanê û Kurdistanê.  Ji bo Sovyetê jî xweş û baş ew bû ku bi hikûmeta merkezî ra pirsgirêk saz nekin û bi wan ra li hev bikin, heta ku wergitina netîceke temamî û birîna gotûbêjan li gel Qewamseltene ya di warê wergirtina imtiyaza derxistina petrola bakur da…

Sefera Qazî Mihemed li Tehranê bê bidestxistina tu imtiyazekê, temam bû…

 

Çavkanî: Bîranînên Siyasî Yên Dr. Haşimê Şîrazî

Wergêrê Kurdîya Soranî ji farisî: Hesenê Qazî

Wergêrê Kurdîya Kurmancî: Zîya Avci

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev