Li Rojhilata Naverast pozîsyon têt guhertin!

Li Rojhilata Naverast pozîsyon têt guhertin!

Şirovekarê me analîzeke bûyerên dawî dike, ku dikarin ji bo kurdan erênî bin

Şeyhmus Özzengin

Li Rojhilata Naverast Îranê xeteke terorê avakirî ye. Îran, zirt û gefên xwe bi hebûna hêza vê xeta terorê dixwe û bi vê bawer e. Bi jiholêrakirina stratejîst û mîmarê operasyonên derve yên Îranê re derket holê ku piştgirên terora Îranê, tenê ev hêzên terorê û hêzên bi van hêzên terorê re têkildar in. Ji dervê van hêzan ti dewletên meşrû, pişrast pişgirî nedan Îranê.

Îran, di xaka Rojhilata Naverast de, bi avakirina vê xeta terorê re, gihîştîye astek metirsîdar û li ser herêmê, li ser cîhanê bûye tehdîdek mezin. Divê pêşî li vê pêla mezhebî, şîîst bêt girtin!

Îran sîyaseta xwe li ser esasên terora mezhebî şîe avakirîye. Qelebalixên şîe ji bona berjewendîyên xwe bikar tîne. Û ev bikaranîn di astek metirsîdar de ye. Di merasima stratejîst û berpirsê operasyonên derveyî Îranê de, ev qelebalixa ku dixist holê, dide nîşan ku wê Îran metodên terorî bikar bîne. Di van metodan de, li henber Emerîkayê û Îsraîlê û hevalbendên wan, hêzên ku wê bên bikaranîn Hizbullaha Libnan, hêzên Haşdî Şeebî, hêzên Îranê yên li Sûrîye, HAMAS û hêzên Ebdûlmelik Hûsî ne. Bikaranîna van hêzên terorîst, destpêka pêlek terorê a herêmê ye.

Çend qadên ku ji bona vê pêla terorê re bên neqandin, yek ji wan axa Libnan û a din jî axa İraqê ye. Bi hewlên şîeyên İraqê yên ku bi Îranê re têkildar in, wê İraq bikişîne nav alozîyên mezin. Ev alozî jî wê bingehek şerê mezhebî bi xwe re bîne. Wê di vî şerê mezhebî de Emerîkayê demekê bêdeng bimîne, ku carek din roleke nû li İraqê bidest bixe. Ji ber wê jî Emerîka wê beşek mezin ji hêzên xwe ji İraqê bikişîne, lê İraq bi carekê de terk nake.

Teknolojîya şer pir bi pêş de ketîye û serê vê teknolojîyê di destê Emerîkayê de ye. Metodên şerê ser axê, êdî dema xwe guhertîye ser şerê teknolojîk. Ji ber wê jî wek dewlet, îhtîmala şerekî mezin pir zeîfe. Wê bi teknîkî şer bimeşe û zerara vî şerî jî piranî wê maddî û teknîkî be. Armanc wê hilweşandina aborîyê be.

Îran xwe, hevalbendên xwe û hemwelatîyên xwe ji bona vî şerî amade dike û îhtîmalek pir mezin e ku di demek nêzîk de Îran, hinek pargalên di dest de (hêzên terorê yên bi ser Îranê ve) li henber Îsraîlê û Emerîkayê bikar bîne. Ev, ji bona psîkolojîya molayên Îranê, bûye karesatek mecbûrî. Emerîka û Îsraîl jî vê rewşê baş dizanin û li hêvîya hewlek Îranê a tolhildana stratejîst û berpirsê xwe yê operasyonên dervê Îranê ne. Ev hewla Îranê a tolhildanê wê bi xwe re guhertinên mezin bîne ser Îranê û Rojhilata Naverast. Wê bibe sebeba guhertina sîyaseta Îngîltere, Fransa û Elmanya a li ser Rojhilata Naverast. Wê guhertina egera sîyaseta ser İraqê û pozîsyonê biguhere. Ev guhertin wê di berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de bin.

Îran seranserê Rojhilata Naverast, bi bandora hêzên terora şîe girtîye destê xwe û heta ku pêşî li Îranê neyê girtin û astengên mezin dernekevin ber Îranê; Îran ji vê pozîsyonê bi paşde gavê navêje. Man û nemana hêza dewleta şîe bi vê ve girêdayîye. Hebûna vê dewleta bi terora şîe ve têkildar jî, li dij berjewendîyên aktorên cîhanê ne. Ya ku Kurdan û van aktoran jî tîne cem hev ev berjewendî ne. Divê di vir de Kurd hesabên xwe baş bikin û armanca Kurdan daxwaza dewletbûnê be. Di Rojhilata Naverast de tek garantîya destkevtinên Kurdan û îhtîmala îlankirina serxwebûna dewleteke Kurdistanî heye. Ev jî bikaranîna van berjewendîyan û têkilîyan e.

Du tehdîdên mezin li pêşîya dewletbûna kurdan hene. Yek ji van Tirkîye û a din jî Îran e. Ev herdû dewlet jî niha di Rojhilata Naverast de mezin dilîzin û ev mezin lîstina van herdû dijminên Kurd û Kurdistanê wê bibe sebeba guhertina statûkoya ser Kurdistanê. Divê bi ti haweyî sîyaseta Kurdistanî li gel van herdû aktorên dijmin yên herêmê têkildar nebin.

Di vî warî de hilbijare sîyasetek netewî, hevpar û yekrêzî ji bona berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, wê pêşeroja miletê Kurd û Kurdistanê ronî bike. Metoda di vir de hilbijare, parastin û cîhgirtina cem hevalbendên stratejîk e. Ev jî hêzên koalîsyona hevpeymanan û Emerîka ye. Ev jî divê bi xwestinên zelal û bi metodên peymandarî bên neqandin.

Her şer, her alozî û her qeyranên sîyasî, bi xwe re guhertinan tînin. A girîng ew e ku sîyaseta Kurd û Kurdistanî bi cîhgirtina refên xwe re, vê baş hesab bike û tevbigere. Aqilê stratejîk û dewletbûnê derkeve pêş û serkêşîyê ji sîyaseta Kurd û Kurdistanê re bike, pêşeroj wê a Kurd û Kurdistanê be.

Garantîya aramîya navçeya Rojhilata Navîn, di pêşîlêgirtina Tirkîye û Îranê de ye. Di avakirina dewleteke Kurdistanî de ye. Ji vê şûn de aramîya Rojhilata Naverast xeyal e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev