Arşîva dîjîtal ya 12 hejmarên rojnameya ROJA WELAT

Arşîva dîjîtal ya 12 hejmarên rojnameya ROJA WELAT

Arşîva ROJAT WELAT, ji bo dîrokê û zanîna nivşên nû

 

Rojnameya Roja Welat ku di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de ciyekê wê yê giring û bi rûmet heye, di salên 1977-1978`an de, ji aliyê Kemal Burkay û hevalên wî ve bi zimanê kurdî û tirkî hat derxistin.

Rojname, di hoyên gelekî giran û dijwar de derdiket; herçend dewletê hema-hema hemû hejmarên wê kom dikirin, qedexe dikirin, dîsan jî bi tîraja xwe ya 30-40 hezarî di nav Gelê Kurd de dengekî bilind veda. Wê di serdema xwe de hişyarî û pêzanîya neteweyî geştir û bilindtir kir.

Roja Welat a ku ronahîyê berdide ser dîroka têkoşîna azadîya gelê me a nêzîk, êdî di înternetê de di xizmeta we de ye. Formata dîjîtal a Roja Welat bi xebata Nuri Göçmen ve hatiye amadekirin. Her duwanzde (12) hejmarên orîjînal yên rojnameyê ji arşîva arizî ya Fahrî Ölçer hatine wergirtin.

Dema em wê wek arşîveke dîjîtal pêşkêşî xizmeta xwendevanan, lêkolîneran û xezîneya dîrok û çanda kurdî dikin; em hemû wan kesên ku di derxistin û belavkirina wê de ked û xebata wan hebûye, bi rêz yad dikin.

 

Dengê Kurdistan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev