Encama kuştina Qasim Silêmanî û Tolhildana dijwar!!!

Encama kuştina Qasim Silêmanî û Tolhildana dijwar!!!

Yaqûb Kurmanc

 

Min ev nivîs çend roj berî niha weşandibû û bi aweyekî ew hemû pêşbînîyên min rast derketin holê.

Îranê di ketina balafira Ukrayînî de berpirsyariya ketina wê daye stûyê xwe.

Di merasima veşartina cenazeyê Qasim Silêmanî de ji ber hêwirze û qerebalixa zêde bêhtirî 80 kesan mirin.

Di ketina balafira Ukrayînî de li esmanê Îranê180 kes mirine, jê 147 kes Îranî ne. Îranê çend mûşek avêtin baregehên leşkerî yên DYA’ê li Iraqê.

Li gor agahiyên ajans û medyayên ragihandinê, leşkerên Amerîkayê tu ziyaneke canî nedane.

Lê Îran dibêje 80 serbazên Amerîkî di van êrîşên mûşekî yên hêza pasdaran de hatine kuştin.

Nîşe: Îran di vê êrîşê de dîsa bi awayekî gef li Kurdan jî xwar.

Êrîşa Îranê li ser baregehên hêzên Rojhilata Kurdistanê li Koye ji aliyê dewleta Amerîkayê û Ewropayê ve bi ciddî nehat şermezarkirin û em îro dibînin heman bela tê serê DYA’ê.

 

Du sedem tên pêş:

Yek: Îran bi vê êrişê dixwaze hinekî gel û opozisyona navxweyî piştî kuştina Qasim Silêmanî aram bike û naxwaze şerekî giran li gel Amerîkayê dest pê bike.

Du: Amerîka jî naxwaze şer biqewime, hilbijartina serokkomariyê di rojevê de ye û xûya ye ku komarîxwaz jî naxwazin di vê hilbijartinê de şikestinê bixwin.

 

Eger ji xeynî van hokaran be:

Cezayên aborî li ser Îranê dê zêde bibin, Amerîka yê li Rojhilata Navîn herî bêhtir hêza xwe xurt bike.

Eger şer biqewime, tevahiya Rojhilata Navîn yê bikeve xeterê û encamên wê jî dîsa malwêranî û awereyî bo xelkên sivîl e û ji bîr nekin di vê navberê de kurd jî yê zerer û ziyanê bibînin û sedem jî ew e ku kurd bêdewlet in û bi her awayî tesîra şêr yê li ser Kurdistanê hebe.

Lawazbûna Kurdan ji bo dewletên dagirker derfetek herî mezin û baş e.

Di dirêjahiya dîrokê de ji bo kurda îsbat bûye ku Dewletên Rojavayî bo van berî her tiştî berjewendiyên wan girîng in û dû re doz û mafên neteweya kurd. Ji ber hindê divê kurd haj vê yekê hebin ku biryarên baş û birêkûpêktir bigirin. Nexwe yê li pişt xencerê bixwin û yê ji dagirkeran jî derbên mezin bixwin.

Dagirkirina Rojavayê û Kerkûkê û xiyanetên derveyî û navxweyî îzbat in, ku her dem gelê Kurd jê zerar û zîyan dîtine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev