Li Bakurê Kurdistanê ji nû ve şeva Yeldayê hat pîrozkirin

Li Bakurê Kurdistanê ji nû ve şeva Yeldayê hat pîrozkirin

Gönül Gün

 

BasNews- Li Bakurê Kurdistanê Şeva Yelda ango Şeva Çileyê ji nû ve hat pîrozkirin.Weke ku tê zanîn şeva herî dirêj ya salê 21ê Berfanbarê ye. Ev şev di mêj ve bi awayên cuda û taybet hatiye pêşwazî kirin û pîroz kirin.

Li Bakurê Kurdistanê ji nû ve ango cara yekem pîrozkirina şeva Yeldayê xwedî serpêhatiyeke. Ji ber ku li bakurê welêt fikra vejandin û pîrozkirina şeva Yeldayê aîdê xortekî kurdê soranê bi navê Qendîl Şeyxbizinî ye. Şeyxbizinîyê nivîskar û lêkolîner li ser zimanê kurdî û dîroka kurdan a kevnare dixebite ev demek dirêj e ji bo ku li bakurê welêt ji nû ve vejandina şeva Yeldayê pêk were, xebatan dike.

Li gorî xebatên lêkolînerê kurd yê Şeyxbizinîyê şeva Yelda xwedî dîrokeke 5 hezar sala ne û rîtueleke kurdî ye. Li gorî lêkolîner Şeyxbizinî di bawerîya Mîtrayî de ev şeva Mêhr e û paşî kurd gotine şeva Çile. Peyva Yelda jî bi Siryanî ye, tê wate jidayik bûnê ku wan jî ew şev pîroz dikirin piştî ayina Mîtrayî gihişte Yunanistan û herêmên Balkanê bi fermî navê wê kirine Yelda.

Şeyxbizinî bi taybet du salên dawî li ser şeva Yelda xebatan kiriye û pirtûkek jî li ser şeva Yelda nivîsi. Lêkolînerê kurdê soran pirtûkê bi kurdiya kurmancî nivîsî da ku ev pirtûk zêdetir bigihejê kurdên bakurê welêt. Li ser vejandina şeva Yeldayê yê Qendîl Şeyxbizinî fikir û projeya wî ew bû ku îsal li bakurê welêt de di çend bajaran de ev şev bihê pîrozkirin û vejîn û zindîkirin. Lê ji ber şert û mercên niha yê bakur ew derfet çênebû, serde jî astengiya vîzeyê nehişt ku Şeyxbizinî bigihîje vê şevê.

Li bakurê welêt (li gorî agahîyên berdest) piştî çend sed salan şunda şeva Yelda hate zindî kirin û hat pîrozkirin. Li Wanê ji alîyê Weşanxaneya Sîtavê ve ev şev hat organîzekirin. Rewşenbîr, nîviskar, şaîrên kurd û her wiha gelek hemwelatî beşdarî pîrozkirina şeva Yeldayê bûn. Li ser meselê, dîrokzan û rewşenbîr Îhsan Colemêrgî, Mehmet Oncu, Nezîr Ocek, Xalit Sadinî, Silêman Çevîk û gelek kesên din beşdarê vê şeva taybet bûn.

Berpirsîyarê Weşanxaneya Sîtavê Kahir Bateyî derbarê pîrozkirina şeva Yeldayê de pirsên BasNewsê bersivand.

Ciwanan, Şeva Yelda meraq dikir

Li ser pirsa,” Li Wanê bajarê Bakurê Kurdistanê cara yekem ango ji nû ve şeva Şev Çileyê / Yelda hat pîrozkirin. Bi dîtina we, ev şev ji alîyê beşdaran ve çawa hat pêşwazî kirin?” Bateyî wiha bersivê dide,” Belê wekî te jî anî ziman ev cara yekem e ku Şeva Yelda –Şev Çile li Wanê tê pîrozkirin. Derbarê şevê de mereqek hebû ka Şeva Yelda çî ye. Bi taybetî jî ciwanan gelek mereq dikir. Belkî ji vê be ku beşdarîya ciwanan zêdetir bû.

Dema şevê destpêkir û derbarê şevê de axaftin hatinkirin, bername pêşve çû, hêdî hêdî vê mereqê cihê xwe da kêf û şahîyê. Ji ber ku tiştê di şevê de dihatin gotin û dihatin kirin, tiştên aîdê wan bûn. Ew tişt bûn ku hinekan berî di jiyana xwe de jiyabûn, hinekan nû dijîya. Ji bo kesên navsere, ango di ser 50 salîyê re, ev şev ji nû ve vejandina wan bîranînan bûn ku wan berê 40 salan, berî 50 salan di jiyana xwe de jiyabûn. Careke din ji nû ve jiyîna vî tiştî ji bo van cihê kêfxweşîyê bû. Ew careke din vedigeriyan bîranînên ciwanîya xwe, vedigerîyan bîranînên 40-50 sal berê. Vegerîna salên berê ji bo wan bîranîneke gelek xweş bû.

Ji bo kesên ciwan jî dîtina tiştên wiha çandî nû bû û cihê kêfxweşîyê bû. Ji ber vê jî hemû beşdaran bi dilxweşî û kêfxweşîyeke mezin pêşwazî kir. Hemû beşdar jî gelek gelek kêfxweş bûn. Di dawîya şevê de gelek beşdaran ji me xwest ku çalakîyên bi vî rengî ne tenê salê carekê, ango di Şev Çileyê de, her wiha salê çend caran bernameyên bi vî rengî bikin.”       

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglu û du şagirtên wî yên ciwan

 

“Di Şeva Yeldayê de helbest hatin xwendin, pêkenok, çîrok hatin vegotin û dengbêj stranên xwe strîn…

Pîrozkirina şeva herî dirêj a salê ango di şeva Yeldayê de cure çalakî hatin kirin û Bateyî wiha behsa van çalakîyan û bernameya şevê dike,” Wekî min got gelek baş hate pêwazîkirin. Di bernameyê de derbarê Şeva Yelda û çanda kurdî de axavtin hatinkirin. Dîsa helbest hatin xwendin, pêkenok, çîrok hatin  vegotin. Her wiha di şevê de dengbêj jî hebûn. Bi taybetî jî dengbêjê navdar Îsmaîl Seyranoglu rengekî cuda da şevê. Wî û du şagirtên wî yên ciwan ku du dengbêjên pêşerojê ne, şevê bi stranên xwe ve xemilandin.

Wekî din, di dema pîrozkirina şeva Yeldayê de, me behsa danasîna pirtûka Qendîl Şeyxbizeynî ya bi navê‘Şeva Yeldayê’ jî kir. Ev pirtûk him bi tirkî û him jî bi kurdî (kurmancî) hat çapkirin.”

Berpirsîyarê Weşanxaneya Sîtavê Kahir Bateyî

 

Bateyî: Em ê her sal Şeva Yelda bi bernameyên dewlementtir pîroz bikin

Li ser pirsa me ya, “Gelo ji bo salên pêş me bo şeva Şev Çileyê- Yelda wê bernameyên we çêbin an na?” Kahir Bateyî wiha bersivê dide,” Belê, em ê her sal Şeva Yelda bi bernameyên dewlementtir pîroz bikin. Em ê vê kevneşopîyê berdewam bikin û ji bo ku ev kevneşopîya ku ev pênc hezar sal e di nava kurdan de ye careke din ji alîyê hemû beşên civakê ve bê pîrozkirin û civak ji vê kevneşopîya xwe xwedî derkeve, çi ji destê me bê em êbikin. “   

Komek mêvanên ku beşdarê pîrozkirin û vejandina şeva Yeldayê bûn

… 

Pirtûka li ser şeva Yelda ya nivîskar û lêkolînerê kurd a Qendîl Şeyxbizinî ye. Ev pirtûk yekemîn berheme ku li ser şeva Yelda bi kurdî-kurmancî hatiye amadekirin û weşandin. 

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/569843

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev