Zmanê şaş, hizira şaş; hizira şaş, zimanê şaş

Zmanê şaş, hizira şaş; hizira şaş, zimanê şaş

Lezgînê Çalî, zimanzan 

Saloxeta herî giring ya zimanê Kurdî di sedsala 21ê da ew e ko kevtîye destê kurdînezanan, kurdên ko xwe kurd dibînin, lê zimanê wan û hizira wan ne kurdî ye. Kesên weha, nemaze li bakurê welatê me, di temenekê mezin da (gelek caran piştî 20 salîya xwe) bi xêra hindek xul anko dersan fêrî zimanekê şkestî dibin.

Xelkek jî, nemaze di ragehandinê da, heye ko di mala xwe da kurdîyeka bê girê diaxivin, anko kurdîya wan têra karûbarên rojane yên jîyana wan dike, lê dema dixwazin di navgînên ragehandinê da kar bikin, difikirin ko dibê wekî wan kesan biaxivin ko wekî ew dibêjin bi kurdîyeka AQADEMÎK diaxivin. Bi vî awayî ew kurdîzanên edetî jî dikevin bi bandora wan kurdînezanan. Nimûneyeka vê kurdên başûrî û parek ji kurdên Hekariyayê û Botanê ne ko li malên xwe ergatîvîtîya zimanê kurdî diparêzin, lê dema di ragehandinê da dixebitin wê ergatîvîtîya ko dizanin bêserûber dikin.

Heker dem hebe, dê zincîreka têbînîyan li ser hindek ji şaşîyan binivîsim.

 

1. Nûçegehan/Nûçegihan:

 

Avakirina vê peyvê şaş e. Di zimanê Kurdî da navên bikeran bi gelek awayan dihên avakirin. Yek ji wan zêdekirina reh anko rega dema niha ya lêker anko karan li nav anko navdêran
e. Mînakên vê zehf in:

 

Stran (nav) + -bêj (rega dema niha ya gotinê: gotin, dibêjim, bibêje)

mirov+kuj (kuştin, dikujim, bikuje)

çîrok+nivîs (nivîsîn, dinivîsim, binivîse)

xwîn+rêj (riştin, dirêjim, birêje)

xem+revîn (revandin, direvînim, birevîne)

xem+civîn (civandin, dicivînim, bicivîne) …

 

Li ser vî bingehî, peyva nûçegihan şaş e. Avakirina wê weha ye: Nûçe + -gihan.

Gihan ne rega dema bihurî ya gehandinê ye, ne rega dema niha ya gehandinê ye. Çi tiştek nîye. Ew bê daybab e, bîjî ye, naylon e. Rega dema niha ya gehandinê -gehîn e. Gehandin, digehînim, bigehîne.

Lewma forma dirist dibê nûçegehîn be. Bira zimanê me ne weha xwelîser û malwêran e ko em xwe hewcedarê peyveka bê bingeh bikin. Yên ko dibêjin nûçegihan, wan li ser çi bingehekî ew peyv ava kirîye? Û ji wê giringtir, heker forma dirist bibêjin, arêşe û pirsgirêk çi ye? Bilêvkirin û gotina nûçegehînê ji nûçegihanê zehmettir e? Nûçegehîn dirêjtir e? dev pê xwar dibe? zik pê diêşe? çav pê kor dibe? Çi dibe?
Anko çima ji van herdu îmkanan bi tenê dibê ya şaş li goreyê dilê wan xweş were? 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.