Biyaniyên di trênekê de – 11

Biyaniyên di trênekê de – 11

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî : Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Di sibeyeke çileyê paşîn de, li sûkekê, Brûno derket pêşiya Gay û got:

– “Gay de were em tiştekî vexwin”.

– “Na, nikarim werim”

– “Belê tu dikarî”, Brûno got, “ka bêje tu ji çi ditirsî?”

– “Ne ji tiştekî”, Gay got, “qey tirsiyayî dixuyêm?”, “yawo ez gazî polêsan nekim?” Gay di

dilê xwe de got, “hema a niha”, lê gazî nekir.

– “Ê ê wê demê, menî çi ye, çima nikarî bi min re tiştekî vexwî?”

Gay di dawiyê de, bi ya wî kir, tevayî ber bi barekê çûn.

– “Te çima qet tiştek derheq Anê de ji min re negot?”, Brûno pirsî. “Min hûn bi hev re dîtin û

ez her tiştî di derberê wê de dizanim.”

– “Ev hevdîtina me ya dawî ye”, Gay got, “ez ê şikyatê te bikim”.

– “Te çima par şikyatê min nekir”, Brûno got û di bin lêvan de keniya. “Ez ê bêjim wana, ez

ê bêjim wî pere da min, ku ez wê bikujim, ez ê bêjim Gay çûbû Meksîkoyê lêwma min

tena serê xwe ew kuşt, ew ê baweriya xwe bi gotinên min bînin Gay”.

Gay zanibû, wê Brûno bi ya xwe bike, got “divê ez herim”. Brûno got, “na bisekine tu naçî cîkî,

tê bavê min bikujî”.

Gay awirek dayê, çavên Brûno wek çavên zarokekî dîn dihatin xuyan. Gay neçar mabû, ne

dikaribû tiştekî bêje, ne jî bike.

“Ger tu bavê min nekujî, ez ê herim polêza û şikyatê te bikim”, Brûno got û bi lez ji barê derket.

Piştî wê hevdîtinê, Gay nêzîkê du hefta, êvaran Brûno li ber derê ofîsa xwe didît. Û nameya

yekem hat. Di zerfê de nexşeyeke mala Brûno û nivîseke plana kuştinê hebû. Gay ew name ji

holê rakir, lê heman name du-sê rojan carekê bi heman şiklî dihat. Di nameya bîst û yekan de

wiha dinivîsî:

– Tu dixwazî ji Anê re bêjim, ka te Mîrîam çawa da kuştinê? Divê tu bavê min bikujî, heya

panzdê meha adarê karê xwe biqedîne.

Piştî wê nameyê, Brûno qirmeke mezin ji Gay re şand. Hertişt wek sehneyeke xirab a şanoyekê

an jî fîlmekê dixuya. Gay li şûna sîlaha Brûno, li qirma xwe nihêrî. Di panzde saliya xwe de, ew

kirrîbû, qirmeke xweşik, piçûk û nuwaz bû. Hêdîka hilda destê xwe, zaroktiya wî hate bîra wî,

bişirî.

Roja din Gay bi Anê re li gund bû, çûne tesela mala xwe.

– Hindik ma avakirina malê biqede, wê di meha adarê de temam be.

– Gelekî baş e, heke bi gotina te be, wê demê bo zewac û kirrîna kelmela wê du mehê me

hebe.

– Tu zanî …? Gay dest pê kir bêje, lê gotina xwe nedomand, di bin çavan re awirek da Anê.

Dixwest derbarî nameyên Brûno û sîlaha wî de xeber de lê nikaribû.

Nexwestibû tiştekî nepenî û veşartî di orta wan de hebe, lê tu were binhêre ka ji vê sirrê

mezintir çi hebû ? Gay ji nişkê ve, ji xwe hisya, ku êdî jiyana wî bûbû du kerî, keriyek bi Anê re,

keriyê din bi Brûno re.

Piştî dîtina xanmanê xwe, vegeriyan çûne mala Anê, ku beriya şîvê Gay li hewşê hinekî meşiya.

Qeretûyek ber çavên wî ket, erê ew Brûno bû. Heta ji Gay hat, dafek da Brûno, herdu bi hev re

ketin erdê. Lê Brûno gelekî bi hêz bû, ku bi herdu destên xwe qirik li Gay şidand. Gay xwest wî

bikuje, dehfek din jî da Brûno, ew kire nav gihayê bêxçe. Brûno ji nişkê ve, got:

– Gay te zanibû, ew ê li vê êvarê vira ez bûm !

– Ger careke din te li vira bibînim, ez ê te bikujim.

– Wehh Gay, ger dixwazî min bikujî, bikuje, lê tu hazirî bavê min bikujî?

– Hazir im, hazir im gazî polêsan bikim.

– Ez jî hazirim, ji Anê û polêsan re her tiştî bêjim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev