Cara yekem li ser şeva Yeldayê pirtûkek bi kurdî hat weşandin

Cara yekem li ser şeva Yeldayê pirtûkek bi kurdî hat weşandin

Gönül Gün

 

Di çand û jiyana neteweyen da hin cure kelepûr hene ku bi sedema bûyîn an jî bi bandora bûyerên asmanî an xwezayî tên pirozkirin û bi hezar salan berdewam kiriye. Yek jî ev kelepûra kevnare pîrozkirina şeva Yeldayê ango şeva Çileyê ye. Ji ber ku Şeva Yelda di şeva herî dirêj a salê de ango di 21ê meha 12êmîn de tê pirôzkirin. Şeva dirêj a salê bi hezaran salan ji hin aliyên civak û neteweyan ve wek rojeke pîroz û taybet hatiye qebûlkirin û pîrozkirin.

Nivîskar û lêkolînerê kurd ê soran ji başûrê Kurdistanê Qendîl Şeyxbiziniyê ku li ser etîmolojî ya ziman û çanda kurdî û bi taybet ziman û çanda kevnare de dixebite dibêje,” Şeva Mêhr û Yelda tenê girêdayî ayîn (ol-dîna) û felsefeya Mêhr û Mêtra yan jî Mîtra ye. Yek jî sirût û merasîma wê ayinê cejn û şeva Mêhr bûye ango cejn û şeva ronahiyê. Çun ku di Mêtrayiyê de weha bawer bûn ku di vê şeva tarî û dijwar de bo roja paşîn xor ango rojê jidayik dibe û ronahî jidayik dibe, lewma navê wê şevê jî her kirine mêhr ango ronahî.”

Dîsa li gorî Şeyxbizinî, ayina (ol-dîna) Mîtrayî weke mak û santrala yekemîn gelek sirût û pîrozwerî di xwe de digirt ku girîngtirîna wê, ‘Roj, Newroz, Mêhr (Yelda), Henar, Tenbûr, Mar, Hêkên Rengîn’ bûn.

Li gorî agahiyên berdest li ser şeva Yeldayê cara yekem pirtûkeke bi kurdî hat weşandin.  Nivîskar û lêkolînerê kurd Qendîl Şeyxbizinî piştê xebatên salan cara yekem pirtûkek li ser dîrok û maneya şeva Yeldayê bi kurdiya kurmancî amadekir û ev pirtûk ji weşanxaneya Sîtavê hat weşandin. Lêkolînerê kurdê soran pirtûka şeva Yeldayê bi kurdiya kurmancî nivîsî da ku ev pirtûk zêdetir bigihêjê kurdên bakurê welêt. Şeyxbizînî ne bi tenê pirtûk li ser şeva Yeldayê amadekir, heman demê plankir û xwest îsal li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji nû ve ango cara yekem pîrozkirina şeva Yeldayê vejîne. Û li gel vê yekê cara yekem li bakurê welêt û li bajarê Wanê şeva Yeldayê hat vejandin û pîrozkirin.

Nivîskar û lêkolînerê kurd Qendîl Şeyxbizinî li ser pirtûka xwe ya şeva Yelda û li ser dîroka şeva Yeldayê wiha bersivên pirsên me da.

Weke ku we di pirtûka xwe de nivîsiye û diyarkiriye ku cara yekemîne (bi taybet kurdî) derbarê şeva Yelda ango şeva Şev Çileyê de ev pirtûk hatîye nivîsin. Fikra nivîsandina vê pirtûkê ji ku derket, dikarin çi bibêjin?

Destpêk spasiya we û malpera BasNewsê dikim ji bo vê dîdar û dîdeniyê. Belê, qasî ku min dîtiye ev cara yekemîn e ku li ser şeva Yeldayê pirtûk hatibe nivîsandin, lê weke gotar û nivîsar helbet gelek hatine nivîsandin.

Warê ku ez tê de dixebitim warê etîmolojî ya ziman û çanda Kurdî ye, bi taybet ziman û çanda kevnar, bêguman peyvendî û girêdaneke xurt heye di navbera zimanê çandê de. Li bakurê Kurdistanê em hemû dizanin rewşa kurd çawa ye û ketiye çi rewşeke dewş û karesatbar, weke xezana pelan her ku diçe ziman û çanda kurdînî wenda dibin yan jî em durusttir bêjin tê wendakirin. Yelda jî weke yek ji kevntirîn û girîngtirîn cejn û sirûta kurdî sed salane hatiye ji bîr kirin û tunekirin.

Her ji bo vê yekê min bi pêwîst dît ku vê cejn û sirûta hezaran salî li bakurê Kurdistanê jî bihê vejîn û zindî kirin û pîroz kirin. Du sal in ez bi vê projeyê re mijûl im û bo vê yekê min pirtûkek jî amade kir û hate çapkirin. Fikir û projeya min ew bû ku îsal li bakurê welêt de di çend bajaran de bihê pîrozkirin û vejîn û zindîkirin, lê ji ber dox û mercên niha yê bakur ew derfet çênebû, serde jî astengiya vîzeyê nehişt ku ez bigihîjim vê şevê, lê me ji bo cara yekemîn li bajarê Wanê şeva Yelda pîroz kir û pirtûk jî çap bû, ez weke nivîskarekî başur pirr şanaz im ku bo cara yekemîn ez karîm vê fikrî û projeya xwe bigihînim armancê.

Her weha nivîskaran Muhsîn Ozdemîr û Zaxûran pirtûk wergerê zimanê tirkî kirin, pirtûka şeva Yelda, ji weşanxaneya Sîtavê derket.  Di vir de dixwazim spasiya xwe bişînim nivîskar Muhsîn Ozdemîr ku gelek alikariya min kir ji bo pirtûkê û her weha nivîskar Qahir Bateyî jî ku hemû erka vê merasîma şeva Yeldayê girte stûyê xwe û roleke mezin dît. Bi her awayî û her zehmetî be jî me cejn û şeva Yeldayê gihande cihê xwe. Lê hêvîdar im şûnde her sal Yelda bi awayên cur bi cur û di gelek deran de bihê pîrozkirin.

Bi ya we Şeva Çile ango Yelda çima gîrîng e. Têkiliya bawerîya Mîtra û şeva Yelda çiye. Li ser vê yekê meriv dikare li ser gîringîya şeva Yeldayê ji bo kurdan çi bibêje?

Weke ku tê zanîn şeva Yelda yan jî şeva Çilê di dirêjtirîn şeva salê de tê pîroz kirin ku di 21ê meha 12ê de ye.  Şeva Yelda di nav gelek neteweyên derûdor tê vejîn û pîroz kirin. Her neteweyek jî bi reng û awayê xwe vê şevê tîne zimên, lê belê eger em bi awayeke zanistî, kûr û hûr lê mêze bikin, dibînin ku şeva Mêhr û Yelda tenê giredayî ayîn û felsefeya Mêhr û Mêtra yan jî Mîtra ye. Yek jî sirût û merasîma wê ayinê cejn û şeva Mêhr bûye ango cejn û şeva ronahiyê. Çun ku di Mêtrayiyê de weha bawer bûn ku di vê şeva tarî û dijwar de bo roja paşîn xor ango rojê jidayik dibe û ronahî jidayik dibe, lewma navê wê şevê jî her kirine mêhr ango ronahî. Bo roja paşîn serê salê ye û ew roj jî roja wiçan ango behnvedanê ye. Di kevn de, heta şah û serdarên welêt jî ferman nedikirin, xelk jî kar û bazarî nedikirin û weha didîtin ku di vê roja pîroz de nabe ti nerastî û cezayê jî bên kirin.

Ayina Mîtrayî weke mak û santrala yekemîn gelek sirût û pîrozwerî di xwe de digirt ku girîngtirîna wê “Roj, Newroz, Mêhr (Yelda), Henar, Tenbûr, Mar, Hêkên Rengîn” bûn, her sê ayinên paşîn jî (Yarsanî, Zerdeştî, Êzdî) ku her sê jî di bingeh de her vedigerine Mîtrayê û bingeha wan jî her li ser ew heft sirût û pîrozweriya Mîtrayê avasaz bûne, her sê ayin jî şeva Yeldayê şevê pîroz dikin. Helbet em vê yekê jî ji bîr nekin ku cejna Êzda yê Êîzîdiyan jî girêdar e bi cejn û şeva Yeldayê re.

Şeva Yelda li perçeyên Kurdistanê yên din de çawa û bi çi awayî tên pîrozkirin. Dikarin hinek behsa vê yekê bikin?

Li her dever û bajarekî bi rengên cur bi cur tê pîroz kirin. Gelek merasîmên taybet û hemereng hene ku em nikarin li vir hemû bînin zimên, lê weku em dizanin di vê şevê de ku di nav kurd de weke şev Çileyê jî bernas e, mêweya Henarê sembola wê şevê ye, ligel wê jî şerez û xwarên din jî tên amade kirin, her weha çîrok xwedin, stran xwendin, helbets xwendin û gelek keyf û şediyên hemereng tên encam dan.

Weku tê zanîn, îsal cara yekem ango ji nû ve li bakurê Kurdistanê û li Wanê şeva Yeldayê hat pîrozkirin. Li gel vê yekê, we di pirtûka xwe de diyarkirîye şeva Yelda di jiyan û çanda kurdên kurmanc û kirmanc yên bakurê welêt de dijîn, bila bibe çandeke hersalî. Hûn vê yekê çima girîng dibînin?

Spas ji bo vê pirsê. Belê, jixwe eger armanceke me vejîn û pîrozkirina wê şevê be ku bi sed sala ne hatiye wendakirin be, armanca me ya din jî ewe ku ev cejn û sirûta pîroz û kevnar bibe şandeke her salî li bakurê welêt. Her ku diçe zêdetir bê naskirin û bi awayên cur bi cur û hemereng bihê pîroz kirin.

Pirtûka we şeva Yelda bi kurdî (kurmancî) hat weşandin. Gelo pirtûka we bi kîjan zimanên din de dê were çapkirin ango wergera pirtûkê bê kirin?

Di niha de wergerê tirkî heye û hêvîdar im bi zimanên îngîlîzî û zimanên din jî bihên çapkirin, lê heta niha yê ku werger bûye tenê bi tirkî ye.

 

Herî dawî dixwazin çi bibêjin?

Gelek spasiya we dikim, di vir de dixwazim bêjim di niha de erka herî mezin li ser rewşenbîr û nivîskaran e li bakurê Kurdistan ku pêşengiya gelê Kurd bikin û ji ciwan û nifşên nû re bibin rêron û rêşan, li ser giringî û pîroziya ziman û çandê bisekinin.  Qasî ku ji dest û hêza wan tê rê bigirin ji vê talanî û wêranîya ku li bakurê welêt her roj çê dibin. Cejn û şeva Yeldayê îsal destpêk bû, lê salên din bibe herdemî û lêkolîn û lêpirsînên berfireh û tite li ser bên kirin.

 

QENDÎL ŞEYXBIZINÎ  KÎ YE?

 

Di sala 1985an de li devera Şeyxbizînî ya girêdayî Kerkûkê jidayîk bûye. Çalakvanê sivîl, nivîsyar û serokê Navenda Çanda Rojya li Hewlêrê ye û berpirsê organîzasyona Roj Med e. Şarezayê ziman û çanda kevn a kurdî ye. Di ware etîmolojiya çand û zimên de dixebite. Di gelek kovar û rojnameyan de gotarên wî hatine weşandin. Xwedî destûrnameya Bakaloryos e û li koleja Rayen (Managerment) ya Zanîngeha Cîhan ya Hewlerê xwendina xwe kuta kiriye. Ta niha pênc pirtûkên wî hatine çapkirin. Her weha gelek berhemên wî yên din jî hê nehatine çapkirin.

 

Berhemên Qendîl Şeyxbizînî:

 

 1- Hezar û Yek Peyv/Qendîl Şeyxbizînî/Ferheng/Weşanên Sîtav, 2018

2- Şer û Aştiya Tiliyan/ Kejal Îbrahîm Xidir /Helbest/ Weşanên Qanî/Silêmanî2019

3- Dengî Bêdengî/ Asya Xerzan/Helbest/ Weşanên Sîtav, 2019

4- LAO-TSE, Tao TeChing, Felsefeyek Ji Bo Jiyanê/LAO-TSE /felsefe, Weşanên Soran, 2019

5- Çîrokî Temenim/NezehatBotî/Helbest/ Weşanên Sîtav, 2019

6- Şeva Yeldayê/Qendîl Şeyxbizinî/ Weşanên Sîtav/2019  

* Berhemên Wergerandîn Ji Zarê Soranî Bo Zarê Kurmancî

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/book/570560

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev