Nameyên evînî – 112

Nameyên evînî – 112

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ji diya xwe ra bêje Temo her ro xwe qurbana min dike. Tu dikarî yekî wisa bibînî?

 

¤¤¤

Cana ezîz, ka tiştekî xweş bêjime te. Ji sedî 95 kesan dema jîyana xwe bi bîr tînin, herdem behsa rojên berê yên xweş dikin. Yanî, anaha ne xweş e, xwezîya xwe rojên berê tînin. A min û te ne wisan e. Demên jîyana me a here xweş niha ne. Me hev nas nekira, bi hev ra nebûna, belkî me ji xwe ra bigota jîyana me xweş e. Ji ber ku wê haya me ji vê jîyana me a niha tunebûya. Ez bi xwe pêşî ji te ra dibêjim sipas, dû ra ji qedera xwe ra, dû ra jî ji wê hêza esmanî ra, ku em gîhandine hevdu.

Tiştê herî pir kêfa min tê ew e, ku ez bi helalî Nura xwe hez dikim.


¤¤¤

Min fem ne kir te çi nivîsî, lê zanim ku em ji hev pir hez dikin. Dema evîna mezin heye, hemû tişt û hemû kes biçûk dibin cana min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev