Egîd: Zarokên Serê Kaniyê birîndar dibûn xwîn ji canê min dihat… Ew direviyan û min dikir qîrîn

Egîd: Zarokên Serê Kaniyê birîndar dibûn xwîn ji canê min dihat… Ew direviyan û min dikir qîrîn

Hevpeyvîn: Evîn Hesen

 

“Av radizê dijmin ranazê” gotinên pêşiyan vala vala nehatine gotin, lewma careke din bablîsok li serê Serêkaniyê geriya û sîxurên mirovahiyê keda salan talan kirin.

9 Cotmehê bû û Artêşa Tirk û çeteyên xwe rehet rûneniştin û rûnanên jî. Seat tam 4 êvarê êrişî Serêkaniyê kirin û berê xelkê bajêr bi koçberiyê ve kirin.

Di dîroka 01-12-2019`an Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê anku li bajarokê Tiwênayê ku 12 km dikve rojavayê Hesekê kampa Waşûkanî vekirin. Li gorî daxuyaniyên fermî heya niha bêhtirî 6 hezar û 500 malbat li vê kampê hatine bicihkirin.

Çavên koçberan li rêya rêwiyan digere, wîjdanê wêjevan û rojnemevanê Kurd Qadir Egîd xwe ranegirt û di şeva serêsalê de berê xwe da kampê. Egîd heftiyekê bi koçberan re rabû, rûnişt, û bi wan re jiya. Me jî xwest ku ji nêz ve rewşa penaberan di rêya vê serdana awarte re nas bikin,.

Qadir Egîd çavdêrî û nêrînên xwe yên di derbarê kampa Waşûkanî di vê kurtehevpeyvînê de bi me re par ve kir.

– Peyama te ji Serdana kampa Waşûkanî çi bû?

Helbet her tevgerek, projeyek û xwepêşandanek nameyeke wê heye. Nameya min wê ji encamê diyar bibe. Ew jî piştî demekê gava ku ez van çîrokên penaberên ku ez rastî wan hatim û me li ser dirêjahiya hefeteyekê di heman firaxê de xwarin xwarin xwar, di hema peyalê, peyala penaberiyê de vexwar, û li ser heman tejikê di kûrahiya tarîtiyê de serê xwe danî û me çavên xwe li ser xewnên vegerê girt, çap bikim.

– Misilman ji bo bi birçîbûna feqîran bi bihisin rojî digirin, gelo Serdana te ya Waşokanî bi vî hestî bû?

Eger Misilman sal duwazde meh rojî bigrin, bi kêlîkekê ji kêlîkên birçîbûna zarokên şîrmij, pêxwas, û bêcil hest nabin. Sedî sed ne ji bo ku bi wan hest bibim çûme kampa Waşokanî. Ji ber ji roja nehê meha dehan, demjimêr çarê esrê de qîrîna zarokên Serêkaniyê û Girê Spî ji guhê min neketiye. Ew birîndar dibûn xwîn ji canê min dihat. Ew direviyan min dikir qîrîn. Wan di dawiya erebeyan de, li malên xwe yên wêrankirî temaşe dikirin hêsrên min diherikîn, û xoşk û biran hev wenda dikirin û min qîr dikir û digot yadê tu bi ku ve çûyî..!?

Biryara serdana Waşokanî û jiyankirina heft rojan bi wan re, ji hêla zarokên Serê Kaniyê – ku di hinavên min de dijiyan- hate stendin, û ji xwe dilê min li pêş xwestekê

zarokan tune ye. Ji xwe îca ku ev zarok yên Serê kaniyê bin, ma ez dikarim bêjim na..!?

– Dema tu bi cilin fermî gihaşt kampê yekser çi bala te kişand, tişta ku tu matmayî hişt çibû?

ji xwe ez bi cilên normal çûm. Him ji bo hêsaniya liv û tevgerê û him jî ji bo ku nêzîkî wan bim. Eger çê biba min ê cilê şivanan li xwe kiriba û pêxwas çûbama. Tenê ta ku çavê zarokên Waşokanî ji cilên min yên nû û paqij neşkên.

Min rewşa matbûnê derbas kiribû.. Ez êvara sersalê gihiştim kampê. Dema tu nas bikî ku piraniya vê xelkê û bi taybet zarok, berî salekê hinarkên riwê wan ji germahiya hindirê malên wan û xwarina hemû cureyên fêkî û goştê biraştî sor bûbû û niha ji serm û seqema Kanûnan qelişîne û lêvên wan jî bi ser de terikî ne, tê wê çaxê nas bikî peyva matbûnê jî ji vê rewşê şerm dike.

-Di çavgerîna te li kampê, çavên te li xêrxwaz û rêxistinên mafên mirovan rast hat?

Kesên xêrxwaz pir in, lê her dem ne li gel hev in. Di vî warî de destpêşxeriyê kesane hene, lê ew jî bêtir li malbatên ku li bajarê Hesekê û dibistanê wê bi cih bûne belav dibin. Kamp bêtir hewcedarî derbasbûna rêxistinên navdewletî ye, ta ku pêdiviyên jiyanê yên rojane û pêwist bidest bikevin.

Min nedît rêxistinên mafên mirovan serdana kampê kirin. Ez heft rojan mam, ez çav li heyvanê wan neketim û min nebihîst.

-Mamoste di baweriya te de heke rojekê ji rojan dengdayîn çêbibe, ew ê zarokên çavmest dengên xwe bidin rêxistinên mafên mirovan?

Zarokên Serê Kaniyê ne tenê çavmest in, lê dilmest in jî. Hezarên çîrokan di çavên wan de têne gotin û xwendin. Çîrokên wan ta li ser seqata derî û nemliyên pixêrîkê wan jî hene. Qet dengê xwe nadin wan. Sedem jî ew e, ji ber ku ew wan nas nakin. Mirov çawa têkiliyan bi tiştekî nepenî û nediyar ava bike. Eger rojekê vê rixistinê xwe berneda nava kolanên konan, perdeya deriyê konekî neda alî, şekirek nexiste destê zarokekî de, wê ew zarok ji ku wê nas bike û çawa dengê xwe bide wê..!?

-Tu ji trimpêlê daket û pêlava te di pirikê de çikiya, te çi lava kir, an jî te çawa perîşaniya zarok, xityar û malxwiyên malan dît?

Beriya ku ji tirmpêlê dakevim û pêlava min bibe pirik, min rewşa van zarok, xityar, û malxwêyên malê xeyal dikir. Eger tu nas bikî ku millet hemû şeva sersalê bê şîv raket hewce nake ku tu bêtir xeyalan bikî. Ji xwe re xweş di vê rewşê de biram; sersal e, ezmanê cîhanê hemû ronî daye, tenê esmanê kampê, kampa ku erd û esmanê wê şil e, tarî maye, û di nava vê tarîtiyê de xewnên rengîn ji serê zarokan bi ser balgeha wan de diherike, dûv re ber bi esmanê xwedê ve hildikişe.

Di wê şevê de, dema ku sal qulipî û dengê lîstokên agirîn digihişte esmanê heftan, min tenê yek lava dikir; Xwedêyo tu kes ji zarokên Waşokanî şiyar tune be, yan li ser dengê teqîna dînbûna cîhanê ya vê şevê şiyar nebe.

-Tu wekî rojnemevanekî û wêjevanekî Kurd banga te ji Konseya Bilind a Penaberan re çi ye?

Banga min jê re ku navê xwe bike “Konseya Bilind ya Pêxemberan”, ji ber ku bi rastî jî azar û astengiyên ku ev kes dibînin nêzî yên pêxemberan e. Ger bang wê bikim yan qîr û hewar jî bikim, weke ku tu kesî dengê hawara Mihemedê ku bi Fosfora spî şewitî nekirin, tu kes dengê qêrîna min jî nake.

-Tu hêviya kilkirina çavan bi vegera Serêkaniyê çawa dibînî?

Hêviya kilkirina çavan bi dîtina Serêkaniyê li gel min mîna kilkirina çavên Yaqûb piştî dehên salan bi dîtina Yûsif e. Çiqas dirêj kir lê dawî bi avêtina qemîsê Yûsif li ser riwê Yaqûb çavên wî vebûn. Çiqas rê li me teng bikin lê dawî firehî tê. Tekez dikim ku hêviya me bi meha ye ne bi salan e.

-Ken û gernejîna li ser lêvên zarokan ji dil bû?

Eger dilê di sînga zarokan de ne ji dil lê dida, gelo wê çawa ken û gernijîna wan ji dil be. Her tişt li gel wan mîna şevên wan sar e. Tenê hêstirên ku ji çavê wan dibarin germ in.

-Di çavên zarokên siberojê de çi hebû?

Min gelek tişt di çavên zarokên siberojê de dixwend, di pêşî de pirseke xemgîn di zengelora min de asê mabû; kê em di vir re derxistin û ji ber çi?

Em jî vê kurtehevpeyvîna bi nivîskar Qadir Egîd re bi malika helbestvan Ezîz Xemcivîn bi dawî dikin:

 

Li çadirên mirinê hişyar bin..

Nasnameya welatekî sêwî

di berîka xwe de veşêrin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev