Kurtedîroka Konfederasyona Êlan a MED (MAD)

Kurtedîroka Konfederasyona Êlan a MED (MAD)

Amadekar: Xerzî Xerzan

 

Padşahîya Medan di dîroka kurd û Kurdistanê de xwedî cihê herî girîng û taybet e. Ji lew re netewebûna kurd di vê şaristanîyê de digîhîje asta herî jorîn û êdî netewebûyîn temam dibe. Yekitîya êl û eşîrên Arî bi tevahî pêk tê û di dawîn de di sala 612-an de (B.Z.), li gel bidestxistina paytexta Asûrîyan Nînova, gelên Arî ji koletî û bindestî azad dibin. Dewleta Asûrî a koledar têk diçe û pêvajoya gelên Arî yên azadîxwaz dest pê dike. Asûrî vedikişin erdên xwe ên başûr ve û Kurdistana îroyîn, erdnigarîya xwe xêz û zexm dike. Divê bê gotin ku di lîteratûra dîrok û çandê gelên dinyayê de Med kurd e, kurd jî Med e. Hemû pispor û otorîteyên dîrokê yên bêalî û xwedî ehlaqê zanistê, ev yek wiha dipejrînin.

Padşahîya Med-Mad, li erdnîgarîya Kurdistanê ava bûye. Navê wê heger mirov wek “ Konfederasyona Êlan a Med “ bi nav bike, dê rasttir bibe. Şaristanîyên Horrî-Mitanî, Naîrî-Xalda-î û hemû êl û eşîrên Arî di vê konfederasyonê de gihîştine hev û yekitîya xwe li hember koledarî ava kirîye. Bi vê yekîneyê, koletî diqede û serdema azadî û aramî li Mezopotamya jorîn dest pê dike. Ev yek, şoreşa mirovahî ya yekem e. Her çiqas ev tevger di pêvajoya dîrokê de rengê xwe guhertibe û ber bi koledarî ve çûbe jî, di destpêkê de tevgerek şoreşgerî û azadîxwaz û yekitîya gelên bindest e.

Di sedsala 8-emîn de, derdora 750-an a berîya zayînê de, yek ji mezinahîyên Medan Dîyako an jî Dayiko êl û eşîrên Medan gihande hev û yekîtîya wan ava kir. Diyako dadwer bû û hemû êl û eşîrên Medan ew wek “ Key (qral) ê xwe “ hilbijartin. Hin ji wan eşîran, ên ku Herodot di pirtûka xwe a “DÎROK” de behs dike, ev bûn; “ Bûsî, Paretekanî, Strûxî, Arîzanî, Bûdî û Magî…” . Peytexta wan jî Ekbatana bû, a ku di dema me a îroyîn de li Rojhilatê Kurdistanê dimîne û wek bajêrê Hamedan (A Medan) tê zanîn. Dîyako 53 sal hikimdarî dike. Di dema hikma xwe de, bi dadwerî û carîna jî bi şer, hemû êl û eşîrên Medan di bin sîwana yekitîyê de berhev dike, û bi Konfederasyona Medya ve girê dide. Lê rêveberîya wî ne wek yekkesayetî ye, ew hemû biryarên xwe di meclîsa êl û eşîran de digire û anegorî dema xwe, rêveçûneka demokrasîyê pêk tîne. Bi vê yekê hêza xwe zêde dike û li gel Asûrîyan jî carna şerên serhildanê dike.

Piştî hikma wî a 53 salî, piştî mirina wî vêca kurê wî Feortates ( Ferat), dibe keyê Medya. Ew jî rêya bavê xwe dişopîne û şerên dijwar li gel Asûrîyan pêk tîne. Koletî qebûl nake û bi gelê Medyayê ve li ber xwe dide. Bavê wî yekîtîya Medan pêk anîbû û Ferat jî vêca ên Pers û gelên din ên Arî Medyayê ve girê dide û yekîtîya gelên Arî cara yekem ava dike. Hikimdarîya wî 22 salan dewam dike , û piştî 22 salan, di şereka li gel Asûrîyan de dimire.

Kurê wî ê binavûdeng Keyakser(Keyaxser – Key Xisro) dikeve şûna wî. Di dema Keyakser de hemû gelên Arî bêîstîsna di Medya de bûn yek û li hember Asûrîya ya koledar şer kir. Dema Keyakser dema herî serketî ya Medan e. Hem di hêla leşkerî, yekîtî hem jî di hêla siyaset û diplomasîyê de dema herî serketî ye. Lewra Keyakser jîr bû û bi vê jîrîya xwe li gel Kaldeyîyan (Babîlî) peymanek ava kir û her du dewletên bihêz bi hev re Asûrîyan xist.

Di sala 612-an (b.z) de, piştî şerek dijwar, artêşa Medan Nînova zevt kir, a ku peytexta Asûrîya bû. Bi vê yekê Împeretorîya Asûrî ji holê rabû. Ev serketina mezin di dîroka Kurdistanê de wek serhildan û azadîxwestina herî mezin tê pejirandin û wek efsaneya Kawa ê Hesinkar anku efsaneya Newrozê tê zanîn. Di dîroknûsîya Farisan de ev efsane her çiqas hatibe manûpilekirin jî, rastîya Newrozê, her wiha serketina mezin, a Keyakser e. Û ev yek wek rastîyeke dîrokî, ji hêla hema dîrokzanên otorîte ve tê qebûlkirin.

Keyakser di warê leşkerî de gelek terzên modern afirand. Cara yekem, ewî artêşa Medan beş bi beş saz kirin, reformên radikal pêk anî, tîrîganan (tîrvanan), mertalvanan, suwarî û peyadeyan yek bi yek rêxistin kir û bi vê yekê bi ser ket. Artêşa modern a yekem a Medyayê dema wî de hat avakirin. Û ew artêşa bihêz ber bi erdên Anatolê ve, ên ku gelên cînar ên Arî li wira bûn, meşîya. Heta Halîses (Kizilirmak) ev meş dewam kir û li qeraxên Halîses şerek dûvdirêj di navbera Medan û Lîdyayîyan qewimî. Piştî şerên dijwar, di nava rojê de bûyerek balkêş pêk hat û roj ji nişka ve winda bû. Ev bûyerek normal bû lewra hîv ketibû navbera tavê û dinyayê, û ev yek bûyereke astronomîyê bû lê wê demê ev yek nedihat zanîn û her du alî jî ev bûyer wek peyama “xwedayan” nirxand û dest ji şer kişand. Peyamek di nav bera xwe de îmze kirin û şer bi vî şeklî qedîya.

Rûbara Halîses bû sinora her du dewletan û heta dema me jî ev sinor wek sinora şarîstanîyên Rojava û Rojhilat tê pejirandin. Piştî vî şerî Keyakser çend salên din dijî û piştî hikimdarîya xwe a serketî ya 40 salî dimire. Kurê wî Astîyag-es dibe qralê nû yê Medyayê.

Astîyag weke pêşîyên xwe jîr û jêhatî bû. Dema wî di serî de demeke aram bû. Ji lew re dijminekê jêhatî li hemberî wî nemabû, pêşîyên wî karekê baş pêk anîbûn û ew jî bêtir xwe dabû warê felsefeyê, çand û huner û teolojîyê . Di Avestayê de navê wî wek “Kavî Vîştasp” dibore û tê de tê gotin ku parêzer, piştovan û hevalê sereke yê Zerdeşt e.

Bavê wî Keyakserê mezin peymanan li gel cînar û dijminên xwe girê dabû û ev yek Astîyag rehet dihişt û ewî jî dest ji karên dewleta xwe berdabû. Her wiha karên leşkerî û xweparastinê jî…

Kurên Astîyag tine bûn û keça xwe Medîana jî yek ji persan re zewicandibû. Zavê wî pers bû û navê wî jî Kambîses bû. Lawekî wan çê dibe û navê wî datînin; “Kuroj” an ku kurê roj….  Kuroj, di demajoyê de li ber bapîrê xwe radibe û ji xwe re hevalan ji Medan jî dibîne. Ji lew re, Astîyag wekhevîya hemû mirovan ragihandibû û ti ferq an jî torînî di nav bera  mirovan da nehiştibû. Ev helwest ne bi qîma hin fermendar û torînên Medan bû û ev yek wisa kiribû ku, gelek ji wan bibûn neyarê Key Astîyag.

Li ser van qewamana, Kuroj li Persîa persan birêxistin dike û arteşek taybet amade dike, ji lew re ewî bi hizrên bapîrê xwe dizanibû û ji ber ku dixwest bibe keyê Med û Persan, amadehîya şer kir. Harpagos ê serekfermandar ê artêşa Medya jî bibû hevalê wî  û ji bo vê jî hemû fermandarên Medan li ba xwe kom dikirin. Dema Harpagos xwe amade dît, xeber ji Kuroj re şand û bi hev re peymanek veşartî ava kirin, da ku Astîyag têk bibin.

Kuroj artêşa persan ber bi Medyayê ve ajot û Astîyag jî ber bi Persîa ve bi rê ket. Lê Astîyag ji ber ku fikara îxanetê nedikir, Harpagos kir serfermandarê artêşa xwe û agir berda xwe û Medyayê. Di qada şer de Harpagos îxanet kir û li gel fermandarên din derbasî artêşa persan bû û bi vê yekê ên Mêd têk çûn û ên pers bi ser ketin. Astîyag jî dîl ket.

Bi vî şerî, Med desthilatdarîya xwe ji dest xistin û dema persan di axa Arî de dest pê kir. Astîyag ji Kurojê nevîyê xwe neacis bû lê acisbûna xwe li hember Harpagos nîşan da û ji Harpagos re wiha got;

“Te şaşîyek wiha kir ku, Med heta hetanîyê bindestê persan bûn. Madem te dikir, te bi serê xwe bikira, ew hêza te hebû, te bi xwe bikira wê desthilatdarîya Medan bidomîya. Vêga em tev dîsa bûn koleyên xelqê û ev yek dê wisa jî bimîne mixabin…” .

Kuroj ti xerabî bi bapîrê xwe nekir. Heta mirina Astîyag, ew li ba xwe hişt. Astîyag heta şerê persan 35 sal hikim kir. Bi vî şerî, ê ku di derdora sala 550-an(b.z) pêk hat, desthilatdarîya Medan piştî derûdora 150 salan rûxîya û gihîşte persan. Ev yek, divê weke guherîna desthilatdarîya Xaltan ber bi Medan ve, bê xwendin. Lewra çawa ku Xaltan desthilatdarî teslîmê Medan kir, Med jî teslîmê Persan kir. Di hîmê de, ev guherîn, guherîna desthilatdarîya gelên Arî ye. Ev rewş ji navê “ Împeretorîya Medo-Pers” xweş xuya dibe ji lew re Herodot wisa pênase dike. Û gelek ciyan de Kuroj wek “ Keyê Medan“ dinivîse.

Ên Med û ên Pers destên hev du girtine û bi hev re dimeşin. Kesên xwedî serpûşên girover, ên Med in. Ên Med û ên Pers, bi şiklên serpûşan û kincan ji hev cûda dibin…. Herodot di pirtûka xwe a navdar da, qala vê yekê jî dike û wiha dibêje:

” Medan jî, çek û cilên weke ên Persan wergirtibûn, ev cil û çekwergirtin jixwe (zaten) bi bingehî ên Medan bû, ne ên Persan bû ”
(Herodot – Dîrok, Pirtûka 7-em, beşa 62-an).

Ya din, bala xwe bidine xençerên leşkerên Medan. Ew xençer, xençerê kurdan ê navdar e, xençerê kurdewar e, ê ku, ên kurd bi wî xençerî dihatin û tên nasîn ……

Ên pers li ser şaristanîya ên Med runiştin, pêş ve birin, satrabîyên Akamenîd (navê dewleta Persan a yekem) ava kirin, ji Halîsesê derbas bûn û rêxistinbûyînek serketîtir pêk anîn. Bi vê yekê “Împeretorîya Medo-Pers” berfirehtir û bihêztir kirin. Bi tenê desthilatdarî dest guherand. Ev rastîyên dîrokî ji hêla bavê dîrokê Herodot ve yek bi yek hatine tomarîkirin.

 

https://dirokurd.blogspot.com/2018/01/kurtediroka-konfederasyona-elan-med-mad.html?spref=fb&fbclid=IwAR3qffs5SPWGj_Fo4jyubQKPKppzx4p1NmHlmy6JbV5gTcUMzLdmmISlOHg

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev