Şanoyeke ”şanoyî”: Fikira malpera me li ser repotajeke K24ê ji Stembolê

Şanoyeke ”şanoyî”: Fikira malpera me li ser repotajeke K24ê ji Stembolê

Şanoyeke ”şanoyî

Fikira malpera me li ser repotajeke K24ê ji Stembolê

Ev şano li bajarekî tê nîşandan, ku li cihanê herî pir kurd – weke 5 mîlyon – lê dijîn.

Di nûçeya K24 ya bi vê vîdêoyê ya bi sernivîsa ”Hevjîna Demîrtaş: Neheqiyên mezin li Demîrtaş tên kirin” çapkirî da em pê dihesin, ku:

-Çend çîrokên ji kitêba ”Devran” a bi destê Selahattîn Demîrtaşê hevserokê berê yê HDP ku ji zêdeyî 3 salan e di girtîgehê de ye hatibûn nivîsîn li Stenbolê li sehna şanoyê bi eleqeyeke mezin a beşdaran hat nîşandan.

Hilbet, di vê şanoyê da tu tiştekî bi kurdan û Kurdistanê va girêdayî tune, tu kes jî navê kurdan û Kurdistanê jî nade. Tevaya şanoyê bi zimanê tirkî ye, kitêba Selahattîn Demîrtaş – ”Devran” bi tirkî hatîye nivîsar, hevjîna Selahattîn Demîrtaş – Başak Demîrtaş ji televîzyona kurdî a Kurdistanê ra bi zimanê tirkî sipasîya xwe ji amadekaran ra dibêje, dû ra jî sipasîya mêrê xwe – Selahattîn Demîrtaş ya bi zimanê tirkî ya bi vîdeoya ji alîyê wê da qeydkirî raberî guhdarîya amadekaran dike.

Hevjîna Selahattîn Demîrtaş di reportaja K 24 da sipasî hevjîna Kemal Kiliçdarogluyê Serokê CHP û hevjîna Ekrem Îmamogluyê Şaredarê Stenbolê dike, ku di salonê de amade bûn.

 

Gelo armanca sergirtî ya nîşandana vê şanoyê çi ye?

 

Bi bawerîya me armanc tenê ew e, ku careke din gelê me bidine bawerkirinê, ku Selahattîn Demîrtaş nûnerê partîyakê ye, ku hêja ye kurd dengê xwe bidine wê. Û gel jî wek her sal wê dengê xwe bide HDPê, bêy ku ji xwe bipirse.

 

1.Gelo Selahattîn Demîrtaş bo pirsa kurd û Kurdistanê ketîye hebisê? Bersiv yek e: Na! Selahattîn Demîrtaş wek CHPê û MHPê dibêje ez vê Tirkîyê naxwezim, ez Tirkîyeke din dixwezim. Di ser da jî dibêje: Tu armanceke me ya bo parçekirina Tirkîyê tine ye.

 

2.Gelo Kemal Kiliçdarogluyê Serokê CHP û Ekrem Îmamogluyê Şaredarê Stenbolê heyranên çav û birûyên kurdan yên belek in, ku bi dilekî rehet dihêlin xanimên wan herine şanoyeke berhemeke kurdekî ji Kurdistanê, nûnerê partîyakê ye, ku bi dengê kurdan li ser pîyan e?

 

3.Gelo hevjîna Demîrtaş dibêje ”Neheqîyên mezin li gelê kurd û welatê wan tê kirinê”, an dibêje ”Neheqiyên mezin li Demîrtaş tên kirin”?

Hilbet, bo kurdan ji xwe dûr nexin û dengê wan di hiibijartinan da bi kar bînin, şano bi mûzîk û stiranên kurdî va xemilandibûn.


https://www.kurdistan24.net/ku/news/6fd7fcd0-6978-4545-a3ef-9c9da5248f7e

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev