GENCİNEYÊN ZENGARİ – 3

GENCİNEYÊN ZENGARİ – 3

Emre MÛHARGÎNÎ

 

Hebû tunebû carek ji caran, rehme li dê û bavên guhdaran. Tê gotinê ku pir demên berê li gundekî mirovek jar û xîzan û belengaz hebûye. Ew û hevjîna xwe û keç û lawekî wan hebûne. Ew mirovê me yê ha geh xulamtî û geh rênçberî dikir, geh gavantî û geh jî şivantiyê dikir ûgeh karker bû û geh jî li palehiya bû dixebitî. Welhasil em dikarin bibêjin ku ev mirovê me yê ha ji bo bikaribe debara xwe bike, çi kar bihata ber destê wî fewt nedikir û wî karê dikir û dişixulî. Digel van kar û xebatan jî dîsa zikê wî ji birçîna bi pişta wî ve zeliqî bû. Rojek kumê xwe dide ber xwe û kûr kûr diponije û bixwe bixwe dibêje; “Wiha nabe. Ji serê sibê hetanî êvarê ez wek heft kera dixebitim lê hêjî ji birçîna qare qara zikê min e. Ma hetanî kîngê ezê bi vî awayê wekî fileha bixebitim? Ma bi nanozikê dê mirov hetanî kîngê bikaribe bijî?” Û piştî bi hevjîna xwe jî dişêwire û pê de biryarek digire ku ji gund mala xwe bar bike û bide dû qismetê xwe. Helbet wê Xwedê deriyek xêrê ji wî û malbata wî re jî vekirana û wê rêyeka xweş û fireh derxista pêşiya wan jî. Ma jixwe pêşê me negotine dawiya tengahiya firehî ye.

Rojek serê sibê zû bi banga mele ra ji xew radibin û hemû alav û têkber û cil û firaxên xwe têdixine tevî hev û li pişta kera xwe bar dikin. Jixwe hemû mala wan ku em bidine ser hev ancax barkî ker heye an tune ye. Pişta xwe didine feleka kambax û malwêran û berê xwe dan oxirê. Piştî qasekî xweş dimeşin û pê de diwestin û li binê siya darekî radiwestin û behna xwe vedidin. Ew ji malê bêyî ku taştê bixun derketibûn. Jixwe ne tiştekî hebû ku hetanî bixun. Ew mirovê me ê xîzan dinêre ku li ser guliyê darê teyrekî lûsiyaye. Ji keça xwe re dibêje; “Keça min a delal. Ka hinek qirş û qal û êzinga bide hev û bîne.” Ji lawê xwe re dibêje; “Lawê min. Ka tu jî çend ber û keviran bibine û bîne da ku em kuçik çêbikin.” Û li kulfeta xwe vedigere û jê re jî dibêje; “Keçê ka tu jî quşxaneyê derbixe û hinek jî av bixê da ku em wê bidin ser kuçik.” Piştre jî dibêje; “ Ez ê jî vî teyrê li ser darê biqefêlim û serjê bikim û bipirçikînim û ji hev derxim da ku em wî bipêjînin û firavîna xwe pê bikin.”

Keç û law û hevjîna wî gotinên wî nakin dudo û hema zûzûka radibin ser xwe û mîna mozên hingiv li çar alî belav dibin. Dema teyr van gotinên wî dibihîse û tevgerên malbata wî dibine, pê re pê re ji mirovê xîzan re dibêje; “Ez xwe diavêjim ber bextê te ku tu min nekujî û li min bêyî rihmê. Were em peymanek bi hev re deynin. Ger ku tu min nekujî ez ê şuna zêra nîşanê te bidim. Tu yê rahêjî wan zêra û tu yê dev ji min berdî. Her yek ji me dê li rê ya xwe here.” Dema mirovê me yê xîzan vê pêşniyara teyrê dibihîse dibişire û pê re pê re dibêje; “Ger ku tu şûna zêra nîşanê min bidî soz ku soza zilama(!) didime te ez ê deste xwe bi te nekim û te nekujim. Dê her yek ji me li rê ya xwe here.” Bi vî awayê li hev dikin û peymanek bi hev re girêdidin. Teyr dide pêşî û mirovê xîzan û malbata wî jî didine dû. Teyr şûna zêra nîşanê wan dide. Dinerin e wa rast e, cêrek tije zêr li wêderê ne. Mêrikê xîzan û malbata wî radikin cêrê zêran û ji teyrê re jî dibêjin de haydê oxir be ji te re. Mala te hezar carî ava be. Teyr jî spasiyên xwe pêşkeşî wan dike û xatir ji wan dixwaze û bi hewa dikeve. Mêrikê xîzan û maliyen wî bi hev dişêwirin û paşê biryarek digirin da ku dîsa vegerin gundê xwe. Lewra va yê Xwedê qismetek baş û çê derxistibû pêşiya wan. Êdî ne pêwîst bû ku ew bidine dû risqê xwe û biçine war û welatên din. Xwedê bigota erê dê wê van zêrên wan hetanî hetayê têra wan bikirana. Berê xwe didine ber bi gund ve û dimeşin diçine mala xwe. Dema ku digihîjine gund, gundî dibêjin; “Te xêr e kuro? Ma te mala xwe neda hev û ji gund bar nekir?” Ew mirovê me yê ha ji wan re ta bi derziyê vedike û hal û mesele ya ku di serê wan de derbas bûye ji serî hetanî binî ji wan re vedibêje.

Di nava civatê de mirovek hebû ku di wî gundê de ê herî çavnebar û çavbirçî û xasûk û xinis bû. Çawa van tiştan dibihîse hiş ji serê wî diçe û çavên serê wî beloq dibin. Ji kêfa belot nediçûn qûna wî. Ew mirovê ha wisa çavbirçî û tima bûye ku yek bi di qiruş û nîva dikaribû gûyê hişk pê bidana xwarinê. Ji xeynî çavbirçîtiya wî hemû fesadî û vilingoriya gund jî wî dikir. Dikaribû heft gunda berî hev bidana û xwe ji navê vekişanda û li wan temaşe bikirana. Piştî civat dipelişe, vî mirovê me yê çavbirçî diçe malê û hal û meseleyê ji malbata xwe re vedibêje û biryar digirin da ku ew jî wekî malbata mirovê xîzan bitevgerin. Mala xwe tevî dixine tevîhev û bar dikin diçin binê wê dara ku mirovê xîzan û malbata wî li binê wê pergî teyrê hatibûn. Çawa diçin binê darê çavê mirovê çavbirçî bi teyrê dikeve. Pê re pê re ew jî wekî mirovê xîzan ji keça xwe re dibêje; “Keça min a delal. Ka hinek qirş û qal û êzinga bide hev û bîne.” Ji lawê xwe re dibêje; “Lawê min. Ka tu jî çend ber û keviran bibîne û bîne da ku em kuçik çêbikin.” Û li kulfeta xwe vedigere û jê re jî dibêje; “Keçê ka tu jî quşxaneyê derbixe û hinek jî av bixê da ku em wê bidin ser kuçik.” Piştre jî dibêje; “Ez ê jî vî teyrê li ser darê biqefêlim û serjê bikim û bipirçikînim û ji hev derxim da ku em wî bipêjînin û şîva xwe pê bikin.” Piştî gotina xwe diqedîne ne keça wî radibe qirş û qal û êzinga berhev dike, ne lawê wî radibe ber û keviran dibîne û tîne û ne jî hevjîna wî radibe û quşxaneyê derdixe û tijî av dike. Mirovê çavbirçî bala xwe didê ku kes bi a wî nake, raste rast berê xwe dide teyrê û mirazê dilê xwe jê re eşkere dike. Ji teyrê re dibêje; “Teyriko! Yan tu yê şûna zêra nîşanê min bidî yan jî ez ê te bikujim.” Teyrê me qet weziyeta xwe xera nake û bi awayek kuşpene û jixwebawer li mirovê çavbirçî vedigerîne û jê re dibêje; “Weleh birako ne ez şûna zêra nişanê te didim û ne jî tu dikarî min bikujî. Lewra hê jin û zarokên te paxavê bi te nakin û bi a xwe dikin û te ti tiştekî nahesibînin. Hê aqûbet û tifaqa we tune ye û di nav malê de hun gotinê bi serê hev naxin. Lê ew mirovê xîzan û malbata wî ne wisa bûn. Lewra aqûbet û tifaqa wan hebû û li hev guhdar dikirin û bi gotina hev dikirin. Bi yekahengî tevdigeriyan. Min bala xwe da vîn û baweriya wan min yeqîn kir ku wê xelat û felat ji destê wan tune be. Lewra ez biçûma pişt çiyayê Qaf û min xwe di qula mişkan de jî veşartana dê wan dev ji min bernedana û wê dawiya dawî min bigirtana û bixwarina. Lê ez di we de ne wê vînê û ne jî wê baweriyê dibinim. Lê çima ez ê şûna zêra nîşanê we bidim?” Piştre hinek tinaz û qerfên xwe bi wan dike û perwaz dide û bask li xwe dide û bi hewa dikeve. Difire û difire ji ber çavan winda dibe. Ew mirovê me yê çavbirçî çemika stûyê xwe dixurîne û polî poşman dide rê û vedigere mala xwe.

Ez bawer im ên ku vê çîroka ha bixweynin dê wê rewşa tifaq û yekîtî û aqûbeta Kurda bikeve bîra wan û wê axîn û kesereka kûr ji nava dilê xwe bikişînin.

 

*Min vê çîroka ha ji devê naskiriyek xwe bihîst û nivîsand. Dibe ku hin versiyonên wê yên din jî hebin, lê min yekem car ji devê wî bihîst.

 

Foto: saradistribution

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev