”Antanta Rohilata Nêzîk” û pirsa kurdan – 1

”Antanta Rohilata Nêzîk” û pirsa kurdan – 1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Antanta Rohilata Nêzîk”. Em îro beşa pêşin raberî we dikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 208

Aştîya bîst salan (diha rast, bêdengîya) ya di navbera Şerên hemcihanê yên yekê û duduyan da nêzîkî dawîyê dibû. Sîya şerê giran piranîya axa cihanê, herwiha herêma Rohilata Nêzîk jî, nixamtibû. Ji her deran bîna şêr dihat. Bona dewletên wê yên serbest û nîvserbest pirsa aramîyê derdikete pêş. Ji bo Rohilata Nêzîk tirsa here mezin wek berê alozîya li herêmên kurdan bû. Tevgera kurdan ya miletîyê li ser axa nêzîkî sînorên wan welatan nearamî saz kiribû û ev yek dikaribû bibûya sebeb, ku dewletên xwedî hêzeke pir – Brîtanîya Mezin, Fransîya, Almanîya, Yekîtîya Sovyet tevî karên hundur yên welatên herêmê bibin. Wek me berê jî gotibû, dewletên Roavayê bi tevayî bi çavê dijminayê li tevgera kurdan ya miletîyê dibûn jî û Yekîtîya Sovyet bi kêmanî xwe jê dûr xistibû, lê dîsa jî ji wana tu yekê ne dixwest dewletên Rohilata Nêzîk dêzîntêgre bibin, lê serîhildanên kurdan yên pirjimar bingeh saz dikirin bona welatên ji der va tevî karên herêmê bibin72. Lema jî ew dewletên Rohilata Nêzîk, ku ocaxên berxwedana kurdan yên sereke ji holê radikirin, hewil didan li hev bikin bona sîyaseta dijî kurdan ya hevgirtî ya wisa amade bikin, ku bingeha wê ya navnetewî-hiqûqî hebe.

Ew karekî dijwar bû, ku gelek sal jê ra lazim bû. Ji ber ku ew dewletên, ku Kurdistan di nav hev da perçe kiribûn, bi gelek alîyan va ji hev cuda bûn, statûya wan ya navnetewî ne wekehev bû (herwiha di hêla hiqûqî da jî), zoraya wan ya aborî û leşkerî-sîyasî ji hev cuda bûn, bi kurtî, di pêwendîyên bi hevdu ra û bi cihanê dervayî xwe ra xwedî giranîyeke ji hev cuda bûn. Femdarî ye, ku helwêsta wan ya di hindava kurdan û miletên din da jî ji hev cuda bûn.

Ji bo Tirkîyê tiştê herî giring di sîyaseta di hindava pirsa kurdan da ew bû, ku sîstêma zorlêkirinê û qedexekirinê wek xwe bimîne, da ku nehêlin nasyonalîzma kurdan him di hêla sîyasî da, him jî di hêla kûltûrî da xurt bibe. Li Îranê sîyaseta miletîyê ya Riza Şah ya şovînîstîyê bû jî, lê helwêsta wisa di hindava binecîyên kurd da nikaribû bi ser keta. Hereketên desthilatê berê xwe dabûne wî alî, ku tevgera kurdan bikine ser riya panîranîyê; û mafên wek misqalekê didane kurdan bona hinekî kûltûra xwe pêş va bibin. Li Îraqê destûr didane kurdan li warên, ku lê dimînin di bin kontrola berk ya serokatîya Bexdayê û qumandarîya Brîtanîyayê ya leşkerî da bi awayekî aram bijîn. Rê didane kurdan, ku di hêla perwerdeyê û kûltûrayê da hinekî pêş bikevin, hewil didan êlîta kurdan bînine alîyê hukumetê û qiralîyetê. Serokatîya Fransîyayê ya dagîrkarîyê li Sûrîyê hema bêje sîyaseteke wisa derbaz dikir û hewil dida dilê serokatîya kurdan bikire û eşîretên bakur yên herêmên welêt ji kurdên birayên wan yên ji Tirkîyê ji hev qut bike.

Rast e, helwêstên di hindava kurdan û tevgerên kurdan da li welatên ew lê dijîn ji hev cuda bûn, lê xeteke tomerî di wan da hebû: dijberîya di hindava nasyonalîzma kurdan û daxwazên wan yên ji bo bi xwe biryara qedera xwe bidin, xwesma dijî sazbûna Kurdistana serbixwe bûn. Li ser wê bingehê Enqere, Tehran û Bexda bi lez bi hevdu ra ziman dîtin.

Me gelek caran derheqa pêwendîyên di navbera Tirkîyê, Îranê û Îraqê da girêdayî rewşa ser sînoran gotîye. Ew sînor herwiha xeta ji hev cudakirinê ne di navbera perçeyên Kurdistanê da, ku di rûyê serhildanên kurdan yên bê hed û hesab da xuliqî ne (dema desteyên ûsyanvanên kurdan yên çekdar xwe li sînor dixistin, derbaz dibûn bona xwe ji zordestîyên dijmin biparêzin, an jî bona alîkarîya kurdên birayên xwe yên wî berî sînor bikin, pevçûnên mezin dibûn, ku paşê warguhêzî serhildanan dibûn). Sûrîye tevî pêwendîyên her sê welatên din, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, ne dibû, ji ber ku wê demê dewleteke serbixswe nîbû û di erafê navnetewî da ji navê wê Fransîya dipeyivî, lê Îraq bi hejpêhebûn û di bin çavdêrîya Brîtanîya Mezin da ew kar dikir. Hevraqayîlbûnên dualî û peymanên cuda-cuda hatine îmzekirin. Ew hevkarî ber bi wê yekê dibir, ku sîstêma lihevkirinê ya herêmî saz bikin, ku gorî pakta (biryara) 8ê tîrmehê sala 1937an di navbera Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Afxanistanê da hate îmzekirin. Ew mesele bi awayekî berfireh di berhemên zanyarî û gotaran da hatîye ronîkirin, di nav wan da yên Rûsîyayê da jî73. Emê li jêr behsa wê paktê bikin, ku di dema amadekirin û girêdana wê da ”meseleya kurdî” çi rol lîstîye, ku guhdarîyeke zêde nedabûne ser.

Daxwaza welatên Asîya Roavayê (Rohilata Nêzîk û Navîn) bona sazkirina sîstêma aramîya kolêktîv daxwaza demê bû, ku ji rêalîteyên sîyasî yên gêopolîtîkîyê xuliqî bûn. Nîvkolonîyayên berê – Tirkîya, Îran û Afxanistan – piştî Şerê hemcihanê yê yekê serbest bûn û her cûre gefên li ser serbestîya xwe, berî gişkî jî ji alîyê zêrandvanên xwe yên berê, bi dilxemî qebûl dikirin. Û gefxwerinên wisa dikaribûn hebûna, di nav wan da girêdayî planên agrêsîv û emelên welatên faşîstîyê di salên 30î yên tevlihev ra. Serekên welatên Rohilata Nêzîk ji tirsa, ku dibe destkeftîyên wan ji dest derkeve, çav dane nimûneyên dêmokratîya Roavayê, ku wan deman sîstêma peymanên navnetewî saz kiribûn bona parastina aramîya xwe û ya herêmê û pêşîgirtina şêr (paktên Kêllog-Brîana, ”Antanta Biçûk”, ”Antanta Balkanan”). Ha bû riya sîyaseta der ya Enqereyê, Tehranê û Kabûlê, lê ji destpêka salên 30î, ji dema Îraq serbestîya xwe ya formal sitend, – Bexda jî.

Ew welatên jorê kivşkirî, ku xwedî bingehê hevgirtî yên koordînekirina sîyaseta xwe ya der bûn, dû berjewendîyên xwe ketibûn û ji bo wan her yekê dikaribûn serdestîyên taybetî hebûna, û hebûn. Ji bo nimûne, Afxanistan û Îran ji bo wê xemgîn bûn, ku him li bakurê Hindistana di bin hukumê Brîtanîyayê da (li devera, ku eşîretên pûştûn lê diman) rewş aloz bû, him jî li Asîya Sovyet ya Navbendî di dema, ku li wir tevgera basmaçan xurt bû; Tirkîye û Îran ji bo wê rewşa li Pişkavkazê sazbûyî, Îraq ji bo pêwendîyên bi îmaretên Tengava Farizistanê, Erebistana Seûdîyê û welatên din yên Rohilata Erebîyê ketibûne tefekûrîyê. Lê bi faktorên gêopolîtîkîyê ra tevayî faktorên di hêla sîyaseta hundurîn da jî hebûn, ku Tirkîyê, Îranê û Îraqê mecbûr dikirin piştgirîya hevdu bikin. Û berî her tiştî jî girêdayî bi wê yekê ra, ku tevgera kurdan ya miletîyê li wan welatên, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, xurttir dibû û ji bo yekîtîya wan dewletan zirareke pir mezin bû. Hema bi wê sebebê Brîtanîya Mezin jî, ku li erafê Rohilata Nêzîk rola sereke dilîst, bi surî û sergirtî piştgirîya nêzîkîhevbûna wan welatan dikir û xên ji wê, hewil dida bi her awahî astengan saz bike, bona Îtalîya û Almanîya nekevine wê herêmê. Parîs di vê pirsê da piştgirîya Londonê dikir, ji ber ku ew jî ditirsîya, ku hinek welatên Roavayê, berî gişkî jî Îtalîya, dikarin tevî karên hundur yên herêma Behra Sipî bibin.

Bi vî awahî, pirsa kurdan bûbû yek ji faktorên sazbûna bloka dewletên serbixwe li Rohilata Nêzîk û ji bo wan welatan her yekî, xên ji Afxanistanê, ew faktoreke pir giring bû. Cêribandina tevgerên kurdan yên pirjimar, li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, daye xuyakirin, ku ewana herdem jî li tevaya Kurdistanê deng dane û helan dane kurdan nerazîbûna xwe ya di hindava desthilatên dagîrkar da bi wan serhildana nîşan bidin. Bi vê yekê ra girêdayî komên serkarîkir yên Tirkîyê, Îranê û Îraqê amade bûn platformeke hevgirtî ya dijî kurdan saz bikin.

Tiştekî text-bext (tesedûf) nîbû, ku îdêya girêdana pakta piralî ya welatên Rohilatê Nêzîk hema di dawîya salên 20î da xuliqî û bi germî hate giftûgokirinê, dema tevgera kurdan ya ji bo rizgarîyê gelek xurt bûbû û gihîştibû asta here bilind. Ew pirs cara pêşin di dema seredana qiralê Afxanistanê Amanulle li Tirkîyê û Farizistanê di havîna sala 1928an da hate guftûgokirinê, lê paşê di dema rasthatinên dîplomatîyê yên ser dereceyên cuda-cuda bi xurtî li ser wê pirsê sekinîn. Di meha çirîya paşin ya wê salê da Tirkîyê ber Îraqê pêşnîyar kir peymenekê girêdin derheqa dostanîyê da. Lêkolînerê wê demê yê wan pirsgirêkan V. A. Kûzmîn bi heqî texmîn kirîye, ku ”şerê dijî tevgera eşîretên kurdan yê ji bo rizgarbûnê wisa kir, ku armanc û berjewendîyên Tirkîyê, Îranê û Îraqê yên muşterek peyda bûn”. Girêdana peymana Îngilîs-Îraqê ya sala 1930î, ku gorî wê Îraq bi formalî bû sûbyêkteke navnetewî, Enqere û Bexda pirtir nêzîkî hevdu kir74.

Wan deman pêwendîyên di navbera Tirkîyê û Farizistanê jî xurttir dibûn. Di wê pêvajoyê da êtapa giring ew peymana sala 1932an ya derheqa bi hev guhastina axan bû, ku me li jorê behsa wê kirîye, û yek ji armanca wê peymanê jî ew bû, ku bikaribin bi serketî şerê dijî tevgerên kurdan bikin. Hema wan deman hevraxeberdan dihatine derbazkirinê derheqa proêkta Tirkîyê-Farizistanê ya derbarê riya hesin da, ku gorî wê gerekê ew rê ji Farizistanê biçûya heta Behra Reş, herwiha li wir behsa çend peymanên aborî yên din jî hate kirinê, ku Îraq jî tevî wan dibû. Li Îngilîs bi bêxemî bala xwe didane van hemû proêktan. Di navbera Îraqê û Farizistanê da çend rasthatin hatine derbazkirinê, ku yek ji wan ya here giring jî derheqa qewînkirina kontrola li ser sînor da bû75.

Bi vî awahî, îdî di destpêka pêwendî û hevraxeberdanên di navbera dewletên Rohilata Nêzîk da derheqa girêdana pakta herêmî pirsa kurdan herdem dihate guftûgokirin. Di nîveka salên 30î jî da jî wisa bû, dema ji berê va gelek asteng dane hilanîn û hevraxeberdan bi dawî bûn.

Seredena fermî ya Riza Şah li Tirkîyê di havîna sala 1934an da bûyereke giring bû. Ew gaveke bi sirê bû bona nêzîkîhevbûna herdu dewletan, ku encameke berbiçav da: herdu hukumet li hev kirin, ku sînorên xwe wisa biparêzin, ku ew ”qaçaxên” kurdan nikaribin jê derbaz bin, ku li dewletên cînar sitarê digerin76. Paşê dest bi opêrasyonên sînorparêzên tirkan bû dijî çend desteyên kurdan, ku xwe nêzîkî sînorê Tirkîyê-Îranê dikirin û ew gundên, ku mihacirên kurd lê hêwirîbûn, bombebaran dikirin77. Leşkerên tirkan eynî tişt li ser sînorê Sûrîyê jî dikirin, lê îraqî jî bi alîkarîya îngilîsan ew emel li ser sînorê Tirkîyê dikirin.

Eger berê Îngilîs bi şikberî li wê paktê dinihêrî, ku dihate amadekirinê (piranî jî ji bo wê yekê, ku hatibû plankirinê bangî Yekîtîya Sovyet bikin ew jî tevî wê bibe), lê ji nîveka duduyan ya sala 1935an da London di hevraxeberdanan da bi çavekî erênî li girêdana wê dinihêrî. Ew hevraxeberdan wezîrê karên der yê Îraqê Nûrî Sehîd bi hayadarîya Brîtanîya Mezin li Enqereyê derbaz dikir78. Sebebên wê ev bûn: ya pêşin, derkete holê, ku Yekîtîya Sovyet dijî wê paktê ye79; ya duduyan, destdirêjayên çekdarî yên Îtalîyayê di hindava Êfîopîyayê (Hebeşistanê) da dijî berjewendîyên Îngilîs bû (hilbet, Fransîyayê jî) li herêma Behra Sipî û evê yekê qîmetê pakta Rohilata Nêzîk bona dêmokratîya Roavayê dida bilindkirin; ya sisîyan, ser demekê sistbûna tevgera kurdan xebata di hêla dîplomatîyê da ya li herêmê dida sivikkirin.

2ê çirîya pêşin sala 1935an Îran, Tirkîye û Îraq li Jnêvê li ser proêkta peymana ”derheqa dostîyê û tevnebûna nava karên hev yên hundur” li hev kirin, piştî meh û nîvekê Afxanistan jî kete nava wê komê. Lê mesele ne gihîşte wê dereceyê, ku wê peymanê îmze bikin. Rast e, nelihevkirinên sereke yên di navbera wan da hatine çareserkirinê, Brîtanîya Mezin û Fransîya piştgirîya wê peymanê kirin, Almanîya jî, ku bi hêvî bû hukumê xwe li Rohilata Nêzîk bide xurtkirinê, sidqê qenc dîyar kir, Yekîtîya Sovyet şik dibire ser wê peymanê, lê xwe da alîyekî, dijderketinên Îtalîyayê bendî tiştekî ne dihesibandin, lê dîsa jî pêwendîyên navnetewî yên sert, ku li cihanê saz bûbûn, tesîr li ser rewşa Asîya Roavayê ya sîyasî-dîplomatî kirin. Ji bo ”Antanta Rohilata Nêzîk” tam bi ser keve, gerekê hela gelek asteng ji holê bihatana rakirin.

Berî gişkî ew nerazîbûnên di navbera tevgelên wê paktê heta dawî nehatibûne hilanînê. Ji bo nimûne, yek ji nerazîbûnan pirsên bi sînorên Tirkîyê-Îranê û Îranê-Îraqê va girêdayî bûn. Tenê di meha nîsanê sala 1937an da dêlêgasyona Tirkîyê li Tehranê çend peyman îmze kir, di nav wan da evên han jî hebûn: konvênsyona derheqa parastina aramîya sînoran, ku tam ”dijî tevgera kurdan ya miletîyê-azadîyê bû”; konvênsyona derheqa bacxaneyan (gumruk) û hevkarîya hiqûqî da; derheqa pevgirêdana têlêgrafîyê û têlêfonê da; peymana transportîyê-tarîfîyê. Di hezîrana wê salê da mîsyona wezîreta karên der ya Tirkîyê seredana Bexdayê kir û li wir çend nerazîbûnên di navbera herdu welatan da da hilanînê. 29ê hezîranê peymana Îranê-Îraqê ya derheqa sînorên Şett-el-Erebê da hate amadekirin û 4ê tîrmehê hate îmzekirin80. Bi wê yekê va yek ji astengên sereke yên li ser riya nêzîkîhevbûna herdu welatan hate hilanînê (paşê derket, ku ew asteng ser demekê hatibû hilanîn): ne axir berî wê bûyerê çend mehan Îranê ji bo îmzekirina pakta derheqa çareserkirina nerazîbûnên bi Îraqê ra ew pirs wek şertê sereke raber kiribû81.

 

(dûmayîk di heftêya bê da bixwînin) 

Riataza

 

72 Zanyarê fransiz R. Lyakost bê îzbatî testîq dikir, ku kurd ”ji alîyê Moskvayê da têne bikaranînê bona dêzîntêgrekirina Tirkîyê û Îraqê, eger ew yek ji wan ra here sêrî” û Sovyet wan hêzan diparêze, yên ku ”wê bikaribin tevgera kurdan pêş va bibin”; paşê ew îzbatîyan tîne, ku ew kar hema xût îngilîs û fransiz piştî dawîhatina Şerê hemcihanê yê yekê dikirin (Lacoste R. La Russie sovie`tique et la question d`Orient. La pousse`e sovie`tique vers les mers chaudes Me`diterrane`e et Golfe Persique. P., 1946, rûpel 201, 203, 204).

73 Binhêre: Tarasov P. K. Pakta Sahabadê. – Pêwendîyên navnetewî di dema here nû da. Berevoka gotaran (Ûnîvêrsîtêta Ûralê ya dewletê ya ser navê A. M. Gorkî. Hejmar 63, sîrêya dîrokê, çapa 6an. Svêrdlovsk, 1968, rûpel 47-68); Kûzmîn V. A. Amadekirin û girêdana pakta Sahabadê. Rûpelên dîroka pêwendîyên navnetewî li Rohilata Nêzîk û Navîn. Yêkatêrînbûrg, 1992.

74 Kûzmîn V. A. Amadekirin û girêdana pakta Sahabadê, rûpel 35.

75 NEI. Hejmar 1205, June 1934, rûpel 477; hejmar 1208, 12.07.1934, rûpel 546; hejmar 1219, 23.09.1934, rûpel 753; hejmar 1221, 11.10.1934, rûpel 799; hejmar 1226, 15.11.1934, rûpel 899.

76 Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 184; Agaêv S. L. Îran: Sîyaseta der û pirsgirêkên serxwebûnê. 1925-1941. M., 1971, rûpel 286.

77 Rambout L. Les Kurdes et le droit, rûpel 378; NEI. Hejmar 1276, 31.10.1935, rûpel 546; hejmar 1353, 29.04.1937, rûpel 629.

78 NEI. Hejmar 1326, 15.10.1935, rûpel 530.

79 Wek ku ji nameya M. M. Lîtvînov ya ji bo Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê (bolşêvîkan) ya 3ê tebaxê sala 1934an xuya dibe (DVP. Cild 17, M., 1971, rûpel 812), tê da helwêsta hukumeta Sovyet xuya dibû. Dîsa li wir: hejmar 288, rûpel 525-526. Nameya baylozê Yekîtîya Sovyet li Farizistanê S. K. Pastûxov ji bo M. M. Lîtvînov 31.07.1934.

80 Tarasov P. K. Pakta Sahabadê, rûpel 56, 58; Kûzmîn V. A. Amadekirin û girêdana pakta Sahabadê, rûpel 178.

81 DVP. Cild 19, M., 1974, hejmar 310, rûpel 483. Bernivîsa sohbeta baylozê Yekîtîya Sovyet li Îranê A. S. Çêrnîx bi wezîrê karên der yê Îranê Samîî 13.10.1936.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev