Biyaniyên di trênekê de – 12

Biyaniyên di trênekê de – 12

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî : Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Di çavên Brûno de agirekî sor hebû, dişibiya ajalekî birçî. “Ger tu kuştina bavê min qebûl nekî, ez ê îşev ji Anê re nameyekê binivîsim”, got û ji wir dûr ket, çû.

Gay tirsiyabû, li benda nameya Brûno ma. Wî jî zanibû, ku nikare Brûno bide sekinandin. Wê ji

Anê re çawa behsa qetilkirina Mîrîamê bikira? Gay jî xwestibû Mîrîam bê kuştin, wî rê dabû ber

Brûno, ku Mîrîamê bikuje. Ew jî gunekar bû, û her diçû sucê wî mezin dibû.

Çend roj pey re Anê ji Gay re telefûn kir, lerzek di dengê wê de hebû, ku Gay pê derxistibû ka çi

qewimiye.

– Nameyek ji min re şandine Gay.

– “Haa”, Gay dixwest aram be, “nameyek?”

– Nameyeke bê nav e û tê de dinivîse, ku te zanibû Mîrîamê were kuştin.

– Min tiştek fam nekir Anê, nizanim behsa çi dikî.

– Gay ez ê ji kesî re behsa tiştekî nekim, lê ka bêje ev çiye, çi diqewime?

– “Tiştek naqewime Anê, tiştek tune”, Gay got, lê zanibû dengê wî ne normal e. “Îşev em

dikarin hev bibînin gelo, ez dixwazim derbarê vê mijarê de bi te re biştexilim”.

– Na, nikarim.

Wisa li Gay hat, ku Anê ji dest diçe û Brûno jî li her derê ye. Gay tiştekî din jî ferq kiribû, ku ji Anê re jî dest bi gotinên nerast, derewîn kiribû.

Sibetirê, ji şirketa Şavê, Doglas Frîir, ji Gay re telefûnek vekir. Gay ji şirketê re çend projeyên

xwe şandibû û ji wan xwestibû, ku karekî bidin wî.

– “Gay Haîns Beg”, Frîir got, “di destê min de nameke bê nav heye, û tê de tê gotin ku te

zanibû jina te wê bê kuştin û polês dixwazin bi te re qise bikin”.

Sekinî ku Gay bersivekê bidê, pişt re domand “min xwest te derheq name de agahdar bikim, tu hê niha jî di bin tehqîqeta polêsan de yî?”

– “Na Frîir Beg, tiştekî wisa tuneye, ez nizanim kî ew name ji te re şandiye. Nizanim ka

maneya wê jî çiye”, got û pirsî, “Frîir beg, gele aqûbata wî karî çi bû?”

– “Bibexşîne, me ew kar da mîmarekî din”, Frîir hahanka got.

Gay bo vexwarinekê derket derva, gelekî bi şayîş bû. “Dema min bavê Brûno kuşt, ez ê ji vê

belayê xilaz bim? Na divê ez tiştekî weha qet neynim aqlê xwe. Lê ez ê çi bikim, çawa ji vê

belayê xilaz bim?” Gay hineke din jî vexwar, pey re derbasî malê bû û kete xeweke giran.

Sibetirê Gay berbangê ji xewê hişyar bû, tê derxist ku yek di odê de ye. Yekî di tariyê de

cixareyek dikişand. Gay zanibû ew kî ye û çi dixwaze.

– “Brûno”, Gay got.

– Tu êdî hazir î, ne wisa Gay.

– “Belê”, Gay got û bi wê gotina xwe ve, xwe baştir hîs kir.

– “Ez û ciya xwe, em derdikevin rêwîtiyekê sibê, em diçin ciyekî din. Sibê êvarê karê xwe

biqedîne. Min zirza derê paşiyê şikandiye, tu dikarî di wir re bikevî hundir. Ha wan

kilîtan jî bigire”. Brûno cotek lepik jî da destê Gay, “wê ji te re lazim bin”. Di dengê wî de

lerzek hebû. “Te go erê Gay, êdî tê heta hetayê min nebînî”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev