”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 13

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 13

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a pêncan çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA – 5

 

Wêjeya nivîskî

Wêjeya kurdî ya gelek sedsalan, ku bi riya pêşketinê ya dijwar û herwiha taybet ra derbaz bûye, bi zaravên cuda-cuda hate sazkirin û berdewam tê sazkirinê, ku ew jî piranî di rûyê perçebûna axa Kurdistanê da ne, ku bo hevgirtina hemû kurdan bûye asteng û rê nade kurd zimanê kurdî yê standard, him bo xeberdanê, him jî bo nivîsandinê çê bikin. Di rûyê vê yekê da di hemû perçeyên Kurdistanê da di demên dîroka wan a cuda-cuda da zaravên wisa mezin statuya zimanê wêjeyî sitendin, wek kurmancî, goranî û soranî. Bi van zaravan, herwiha wan zaravan jî, ku li ser dereceya zimanê herêmî mane (zazakî, hewremanî, mukrî, kêrmanşahî û yên din), edebîyeteke dewlemend heye, ku bi sertacên nivîskî yên sivîl û ruhanî yên ji dem û dewranên buhurî, kevinare va dagirtîne, û ev yek îzbata wê yekê ye, ku kurd xwedî tradîsyonên nivîsarê yên qedîm in. Derheqa heyetîya vê tradîsyona qenc da ew berevokên destnivîsarên kurdî ne, ku li welatên cuda-cuda yên Roavayê û Rohilatê hatine çapkirinê, ku di wan da qinyatên (materyalên) pir bi qîmet hene derheqa wêje, folklor, ziman, dîrok û êtnografîya kurdan da.

Weşana pêşin ya katalogên destnivîsên kurdî, ku li Kitêbxaneya Miletîyê ya Peterburgê, herwiha li beşa destxetan ya Înstîtûya destnivîsarên Rohilatê ya Akademîya Zanyarî ya Rûsîyayê da têne parastin, di sala 1961ê ji alîyê pêşekzanê Lênîngradê yê bêhempa di hêla wêjeya kurdî ya sedsalên navîn M. B. Rudenko da32 pêk hat, ya ku çend sertacên wêjeya kurdî yên bêhempa dane çapkirinê. Di vê katalogê da koleksyonên destnivîsên kurdî bi cî bûne, ku hela di nîveka sedsala XIX da ji alîyê zanyarê Peterburgê yê binavûdeng A. Jaba da hatine berevkirinê, ku wê demê konsûlê Rûsîyayê bû li Tirkîyê. Koleksyoneke din ya destnivîsên kurdî, ku rohilatzanê alman O. Mann berev kirine, ji alîyê zimanzanê kurd Kemal Fuad da (Kurdistana Îarqê) hate çapkirin di rêzenivîsa bi navê “Rênîşa destxetên Rohilatê li Komara Almanîya Federal” da33. Em wê jî destnîşan bikin, ku ew herdu koleksyon hevdu temam dikin. Eger di koleksyona pêşin da piranî destnivîsên bi zaravê kurdî yê bakur – kurmancî ye (74 destnivîs ji 84 heban), lê ya duduyan da piranî destnivîsên bi zaravê kurdîya başûr – soranî ne (51 destnivîs ji 92an). Azirûkirina çend destnivîsên din jî yên bi zaravê goranî yên di “Kataloga destnivîsên farisî” ku li mûzêya Brîtanîyayê têne parastin, ji alîyê rohilatzanê Îngilîs Ç. Riyo34 da, hela di dawîya sedsala XIX, hatine pêkanînê. Di van koleksyonên destnîşankirî da, bi bawerîya zanyarên kurd, tenê beşeke biçûk ji mîrata kurdan a desnivîs hene. Gorî malûmatîyên wan, beşeke pir ya koleksyonên destnivîsên kurdî li Rohilatê di koleksyonên şexsî da ne, yên ku gerekê di paşdemê da di cihana zanyarîyê da deng bidin. Ji bo nimûne, bi gotina zanyar O. L. Vîlçêvskî35, yek ji koleksyonên wisa, ku tê da “çend sed nimûneyên destnivîsaraan” hene, li Tehranê di koleksyona şexsekî da ye.

Em destnîşan bikin, ku dîroka wêjeya kurdî ya nivîskî bi tevayî hela rind nehatîye lêkolanê36. Çend zanyarên Roavayê, ku kurd hela di sedsala XVIII da bala wan kişandin, qebûl ne dikirin, ku kurd xwedîyê çandeke dewlemend û kûltûrake bilind in, em êdî behsa sertacên nivîskî nakin.

 

* * *

Wek ku serkanî nîşan didin, wêjeya kurdî di dewrana Sedsalên Navîn (XIV – XVII) da gihîşte dereceya gulvedanê ya here bilind, dema li ser axa kurdistanê Mîrîtîyên kurdan yên hema bêje serbixwe hebûn, ku roleke mezin lîstin di karê pêşxistina çanda gelêrî da. Navbendên wêjeyî yên sereke di Kurdistana sedsalên navîn da Mîrîtîyên Hekkarîyê, Cizîrê, Bîtlîsê û Erdelanê bûn. Bi bawerîya gelek lêkolîneran, wêjeya here kevinare û serketî ya bi zaravê kurmancî ye. Piranîya wana berhemên helbestvanîyê ne (helbestên dilnazik, yên ruhanî-feylasofî, sûfî). Wêjeya nivîskî ya bi zaravê kurmancî, ku heta îro bi dîwanên (berevokên) helbestan va gihîştine ber destê me, yên helbestvanên sedsalên navîn yên wisa binavûdeng in, wek Elî Herîrî (sedsala XI), Feqîyê Teyran (sedsala XIV), Melayê Batê (sedsala XV), Ahmedê Xanî (sedsala XVII), Melayê Cizîrî (sedsala XVII), herwiha destannivîsên yên wek Selîm Silêman ”Yusuf û Zelîxe” (sedsala XVI) û Herîs Bîtlîsî ”Leyl û Mecnûn” (sedsala XVIII). Van helbestvanên di dema xwe da gelekî xwendî û zane, ku xênji kurdî zimanên farisî, erebî, tirkî zanibûn û haya wan gelekî baş ji edebîyeta bi wan zimanan hebû, berhemên din jî nivîsîne. Mesele, Feqîyê Teyran – xudanê destana sûfî ”Şêx Sena`n” e, ku li wir behsa evîna şêxê sûfîyan û keça xaçparêz tê kirinê, herwiha xudanê berhemên wek ”Qiseyên derheqa Bersîsê da”, ”Serpêhatîyên derbarê hespê qer da” ye. Mele Batê xênji helbestên bêhempa, destana ”Mewlûd” jî nivîsîye, ku diyarî rojbûna Mihemed pêxember kirîye. Wî li tevaya Kurdistanê nas dikin û wê destana wî di dema şahîyên wê bûyerê va girêdayî têne kirin, dixwînin. Herwiha destana ”Zembîlfiroş” jî ya wî ye, ku nimûneyeke wêjeya bajarî ye. Wergera wê a ser zimanî rûsî ji alîyê J. S. Mûsayêlyanê da hatîye pêkanîn (M., 1983).

Yek ji helbestvanê binavûdeng yê sedsalên navîn, ku wî jî bi zaravê kurmancî nivîsîye – Melayê Cizîrî ye (Nîveka pêşin a sedsala XVII). M. B. Rudenkoyê derheqa wê da nivîsîye: ”Melayê Cizîrî bi rastî şairekî mezin, feylasof û aqilmendekî bêhempa ye û, bê şik, wek mirov, şexsekî qenc, dilovan bûye”37. Weşana pêşin a ”Dîwan”a pêşin a Cizîrî sala 1904an li Berlînê pêk hat, di salên 1919-1924an da ew berhem li Stembolê derket, sala 1974an – li Bexdayê, sala 1982an – li Tehranê. Û tenê sala 1994an kurdzanên Peterburgê K. R. Eyubî û Î. A. Smîrnovayê cesaret kirin werger û lêkolîna wê berhema sertaca wêjeya kurdî ya bêhempa ya bi bingeha ruhanî-feylasofî pir dijwar, bi sembolên êstêtîka sûfîyan ya ecêb va dagirtî hildin ser xwe. Di ”Dîwana qezelan” ya Melayê Cizîrî (Spb., 1994) da xênji wergera helbestan pêşgotineke berfireh heye, ku tê da jînenîgarî û efrandarîya helbestvan, herwiha çavkanî û jêderên pêwîst hene.

Cizîrî, wek gelek helbestvanên aqilmend, qîmetê dide helbestên xwe, wana wek nemir dihesibîne, wana himberî avilheyatê dike, ku sembola jîyana herdemî ye:

 

[Ez tenê] Te nas dikim, [tenê] Te dibînim, ji ber ku tu ronahîya heyetîyê yî.

O, Xwedê, Pîrozgeha me bi çi ronahîyeke geş va xemilîye!

Bi saya serê dilovanî û xêrxwezîya Te ya taybet her xetek û beytek38

Di helbestên me da — [ew] heyranî bi avilheyatê va dagirtî ye!

(Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl)

 

Mijara qezelê39 pişt ra di efrandarîya şairê kurd yê sedsala XVII, ku ji alîyê tevaya kurdan da yê herî mezin tê naskirin – ronahîdar û welatparêzê bêhempa Ahmedê Xanî da jî cîyekî mezin digire. Berhemdarîya wî, ku hemû pêvajoyên pêşketina wêjeya wê demê di nava xwe da dihewînin, ji alîyê pêşekzanan da tê qîmetkirinê wek bûyereke geş di nava wêjeya kurdî da. Ahmed Xanî hesab dibe bingehdaarê dibistana wêjeyî ya nû, ku taybetmendîya wê a sereke ew e, ku bi tradîsyonên folklorê ra pir girêdayî ye.

Ahmedê Xanî bi destana xwe ya binavûdeng ”Mem û Zîn”40, ku ji alîyê tevaya gelê kurd da bi dilgermî hate qebûlkirinê û gelek caran hatîye weşandinê, bû şairê dewra xwe yê herî navdar û wek ku akademîsyan Î. A. Orbelî dibêje, berhemên wî mezinaya çanda gelê kurd ya ruhanî tîne ber çavan. Wek ku Î. A. Orbelî di paşdemê da destnîşan kirîye, ne hemû miletên cihanê dikarin bi serketineke ewqas mezin va kubar bin, wek destana Ahmedê Xanî ”Mem û Zîn” e.

Di bingehê efrandina Ahmedê Xanî da serpêhatîya gel a bedbext e, ku mêrxasên wê evîndarên bêhempa ne û di nava gel da pir têne naskirin û hezkirin.

Bûyerên di destanê da di dewrana sedsalên navîn da li Mîrîtîya kurdan ya Botan (niha axa Tirkîyê ye) diqewimin. Di wê da behsa çîroka evîna keçmîr Zînê – xwîşka desthilatdarê Botanê yê binavûdeng Zîyad-ed-dîn – bo Memêyê cindî tê kirinê. Lê wezîrê desthilatdar – Beko jî ser Zînê bengî bûye, yê ku bi her awahî hewil dide destên evîndaran ji hev bike. Ji dest pelepistûkîyên wî Mem davêjine hebisê. Dema hevalcêwîyê Memê – Tajdîn – derheqa bêbextîya Beko da pê dihese, her tişt kir bona wî ji hebisê azad kirin. Her tişt bo dawetê êdî hazir bû û gerekê herdu evîndar bigihîştana mirazê xwe. Lê Mem ji sistbûna hêza ruhî û fîzîkî ewqas bêtaqet bûbû, ku dest ji dinya ronik dikişîne û berê xwe dide dinya din. Zînê jî ji dest derdên giran ber serê wî ruhê xwe dide. Tajdîn jî dikeve nava rewşeke giran. Ji hêrsan ew êrîşî Beko dike û wî dikuje. Û wê demê niqitkeke (dilopeke) xwîna Beko dikeve navbera cinyazên Mem û Zîna ku êdî binax kiribûn. Piştî demekê li ser mezelê wan du darên bilind şîn dibin, çiqilên wan dibine wek du gulîyên lihevbadayî.

 

Em perçekî ji wê destanê raberî we bikin , ku li wir Zîn şîna Memê:

 

«O, tu xwedîyê ruh û bedena [min]!

Ez baxçe, tu — baxçevan,

Ew baxçê te çandibû, bê xwedî ma [ma],

Bêy te ew kêrî çi tê?

Ew xalên ser sûretê te yên gulîn,

Ew bedewî, hijmekarî û bêhempatîya te,

………………………

Bo nêrînê û tahmkirinê pir xweş in,

Lê, hilbet, bêy te ew bê ruh in,

Ezê bi hêza xwe wê bihejînim —

Hemû berên wê dawşînim,

Ev beybûn û xaşxaşkên kaw û kubar,

Binefş û rihanên bînxweş.

Bi kurtî, rû û sûretê xal û batinî —

Ezê hemûyan nûjen bikim.

Ezê kincên xwe bavêjim, wek [belgên] gulê

Ezê serê xwe bi xwelîyê û xubarê binixêmim,

Ezê hemû kurîşkan jêkim,

Tenê rêyeke min heye, ku bedena xwe perçe bikim.

Ev baxçe, bihar, belg û ber,

Hemû gul û kulîlkên bişkivî —

Ev hemû wê bibin şehîdên awirên te,

[Ev hemû] wê bibe şehîdê dilovan bo dîtina te.

Ezê van hemûyan ji bingehê va tune bikim,

Bona tu kes berên wan tahm neke.

Lê bo xwe ez difikirim,

Ku [nişkêva] tu hêrsa xwe ser min radikî».

(Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl)

 

Derheqa wê yekê da ku mijara evîntîyê bona helbestvanê mezin ya sereke ye, ev xetên jêrîn nîşan didin:

 

Lê hewlên bona van fikiran

Û armanca wan lêgerînan —

Di wê yekê da ne, ku bedewîya evînê bînin ber çavan

Û mezinaya evînê testîq bikin…

(Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl)

 

32) Руденко М. Б. Описание курдских рукописей ленинградских собраний. М., 1961.

 

33) Kurdische Handschriften. Beschrieben von Kamal Fuad. Wiesbaden, 1970.

 

34) Rieu Ch. Catalogue of the Per-sian manuscripts in the British Museum. Vol. 2. London, 1881.

 

35) Вильчевский О. Л. Библиографический обзор зарубежных курдских печатных изданий в ХХ столетии // Иранские языки. М.; Л., 1945. Т. 1. С. 147–181.

 

36) Xebatên zanyarên Îraqê yên wek A. Sucadî “Dîroka wêjeya kurdî” (Bexda, 1952), R. Hilmî “Helbestvanî û wêjeya kurdî” (Bexda, 1941, 1956),  derheqa dîroka lêkolînên li ser wêjeya kurdî ne. М. Хазнадара «Очерк истории современной курдской литературы» (М., 1967), herwiha «Очерки современной курдской литературы» М. Б. Руденко (SPb., 2014).

 

37) Руденко М. Б. Очерки средневековой курдской литературы. СПб., 2014. С. 118.

 

38) Beyt (bi erebî ye) — duxet in di helbestvanîya gelên Rohilata Nêzîk û Navîn da

 

39) Xezel — helbesta nazikayê ye bi çap û naveroka xwe va bê sînor e. Ev mijar di wêjeya kurdî da bi hemû zaravayan pêş diket. Cizîrî tê hesibandin wek rêberê dibistana xezelan.

 

40) Sala 1915an li Hewlêrê weşandina «Mem û Zîn»ê (ji nivîsa yek ji destxetan) ji alîyê dîrokzan û ronahîdarê kurdan yê binavûdeng Huznî Mukrîyanî da hate pêkanînê.

 

Wêne yê Rebwar K Tahir. ”Kurdên binavûdeng yên hemû deman”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev