Li hin deverên Kurdistanê hê jî pê aş gênim dihêrin

Li hin deverên Kurdistanê hê jî pê aş gênim dihêrin

Aşê Hewze Lare-Hewraman

Yaqûb Kurmanc

 

Hey aş û aş,
Hey aş û aş,
Tu dizvirî her pêş û paş,
Dihêrî genim bi rewş û xwaş,
Hey av û av hey av û av,
Mat û bi evîn û dilovan î,
Pêl û pêlan davêje belav,
Herdem bi ah û naleyî,
Tu şobhetê dilê me yî,
Yeqîn tu jî dîwane yî.

Ev zimzimeya helbestên li ser zarê pîremêr bû ku bi zimzimeya dengê geryana kevirê êş re dest bi herikînê kir.
Avê bi dengekî bi hest berê êş xiste tevgerê, amojinê mist mist genim bi evîneke bênavber berdida êş de û pîrebaz jî bi geryana berê êş û mist mist genim têkirina, amojinê mista xwe tijî ard kir û bir ber devê xwe. Zimanê xwe lê da û paşê mista ardê havêt hewayê û bi dengê av û aş re ket semayê û helbesta

«Hey av û av» a Feqiyê Teyran zimzime kir.

Amojina Sitî jî mestî sema û zimzimeya av, aş, genim û Hilo, sergovenda mestaneya çar yaran girt destê xwe.
Sê meh xebata bê rawestan a pîrebaz û amojinê aş rakiribû dîlanê.
Xurxurka zanboqê bi dengê berê bi govenda êş xemilîbû, xuşexuşa avê û leyza tîrêjên rojê û tevgera rengê afirî li şikesta tîrêjan di fûryana ava belav da, strana bilbilên evîndar li ser
rûpelên gulan, qebqeba kewên rebat bi koma cûcikan li berpala şirşirkê, sirweya nermebayê serê sibeyê, govend û eşqbaziya minminîkê bedew, vê taximê Hiloyê pîremêr kiribû Feqiyê
gerokekî genc, bi dilovanî mêzeyî Sitiya ciwan dikir û rût û tazîbûna wê li nava avê de li dema yekemîn nêçîra evînê bi bîr dihanî û helbestên Feqiyê Teyran li ser zimanê wî dida herikandin.

Lazim te mehbûbek heyî,
Yan eşq û meşuqek heyî,
Yan dost û metlûbek heyî,
Law û bê libas û kesvetî.

Çavkanî: Pirtûka ”Semfoniya Hawarê”
Nivîskar: Ûsivê Hemîd xelkê bajarokê Kotolê ser bi bajarê Xoyê (Xwê)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev