Nameyên evînî – 113

Nameyên evînî – 113

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tiştek din jî. Em bigihijine wê derecê, ku hîç tişt ji hev ra îzbat nekin. Her tenê herdem ji hevdu bawer bin û hevdu hez bikin. 

¤¤¤

Me gotinên evîn, hezkirin, xeyal biçûk kirine, me cîhan jî biçûk kir, mezin tenê Nura min e.

 

¤¤¤

Ji xwesiya min ra bêje Temo dibêje tu Xwedaya min î. Bira ew jî bizanibe ku eger Xwedê hebe jî, Xwedêya min a pêşin tu yî.

 

¤¤¤

Nalîn 2 caran got bi Nura ra bizewice. Digot bi vê hezkirinê gerek mirov bizewice, di hemû halên din da gerek nezewicin.
Nalînê hema bêje ha digot: -Eger we ji hevdu tenê hez bikira jî, ne dibû ku hûn bizewiciyana. Lê dereceya hezkirina we hemû derîyan digire û tu rê nahêle, xênji riya zewacê.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev