Taybetmendiyên Felsefeya Gnostîk

Taybetmendiyên Felsefeya Gnostîk

Ali Gurdilî

 

Gnostisîzm, navê felsefeyeka mîstîk e ku ezoterîzma misra kevin, ezoterîzma yewnana kevin (Platon, Pîsagor),tradîsyonên îbranî, zerdeştîtî/mazdaîzm û filehtiyê, bi helwesteke bijarteker (eklektîk) sentez dike. Wateya peyva Gnostîsîzmê di zimanê yewnanî ya berê de ‘feraset yan jî zanayiya ku bi rêya tefekkûrê (bi rêya ramîn, hizirîn yan jî fikirînê) hatiye bidestxistin’ e û ji peyva gnosîs hatiye hilberandin. Gnosîs, ji sê (3) texlîdên zanayiyê yek e. Yên din jî yek matheîsîs e ku bi rêya perwerdehiyê tê bidestxistin û ya duyemîn jî pathesîs e ku ev zanayî jî encax bi rêya eza û cefayê tê bidestxistin yan jî têgihiştin. Li gor ezoterîzma yewnana kevin, ev texlîdên zanayiyê ji hevdu cihêreng in û rêya bidestxistina wan jî, ji hevdu cuda ye.

Çawa ku mirov bi rêya eza û cefayê nikaribe bigihêje matheîsîsê bi rêya hevotinê/perwerdehiyê jî mirov nikare bigihêje pathesîsê. Ji ber vê çendê jî hinekan, gnostisîzmê wekî bi rêya ferasetê, doktrîna rizgariyê bi nav kirine. Gnostisîzm, ji peyva gnostîkos (mirovê ku xwediyê zanayiyê ye yan zanyar e) hatiye hilberandin. Gnostisîzm, wekî tevgereka olî jî hatiye dîtin ku li gor vê tevgerê mirov encax bi rêya ferasetê û bi kurtedemeke ronîbûnê, dikare xwe bigihîne zanayiya misoger û xwedayî. Ji aliyê hindek fîlozofan ve, bi armanca lihevanîna felsefeya yewnan ya serdema pêşîn û nêrînên ola filehtiyê; di sedsala I. û II. an de (P.Z.) hatiye damezrandin.

Piştgirên vê doktrînê wiha bawer dikin ku ol di warê hilberandina zanayiya mitleq de, bêhêz in. Jiber vê çendê jî, ji aliyê filehan ve wekî rêçikeka (terîqateka) jirêderketî hatiye dîtin. Lewra li gorî baweriya gnostîkan, zanayiya mitleq raserê zanayiya olî ye. Mirovên gnostîk baweriya xwe bi pêxemberiya Îsa pêxember, bi çarmixkirina wî û bi gelek dogmeyên filehtiyê naynin û wan red dikin. Li gor baweriya Gnostîkan Hazretî Îsa, ne rihê pîroz e û rasterast, mirov e. Fîlozofên piştevan û parastkarên gnostisîzmê, di jiyaneka rêçikî de dijîn û jiyana xwe di nav êş û derdan de, diborînin û çîlekêşiyê diparêzin. Bingeha bawerî û îbadetên wan, di olên sabiîtî, maniheîzm û hermetîsîzmê de têne dîtin, ku gnostîsîzm wekî serwerê van olan tê dîtin.

Derheqê destpêka gnostîsîzmê de, gelek nêrînên cihêreng hene. Li gorî hinek pêşengên dêrê û nivîskarên fileh, gnostîsîzm ji filehtiyê der çûye û tevgereka heretîk/heretîc (jirêderketî) e û Sîmon Magus jî bavê gnostîkên jirêderketî ye. Lê jiber ku kevneşopiya gnostîsîzmê beriya filehtiyê jî hebû, ev nêrîn ji aliyê gelek zanyaran ve hatiye rexnekirin. Di hindek teoriyan de jî wiha tê gotin ku çavkaniya gnostîsîzmê Îran, Yewnana Kevnar, Misra Kevin, Babîl yan jî Cihûtî ye. Di baweriya gnostîsîzmê de dûalîtiya ronahî û tariyê, yan jî başî û xirabiyê, xirabiya gerdûna madî-xirabiya laş, ramana demîurg, pîroziya rih ku di laş de hatiye hepiskirin, rev a ji tiştên dinyewî û di dawiyê de jî, gihêjtina gnosîsê heye. Jiber ku destnîvîsên gnostîkan ji aliyê piştgirên dêrê ve hatiye tunekirin (mesela pirtûkxaneya Îskenderiyeyê hatiye hilweşandin û hwd.) derheqê gnostîkan de, heta Sedsala 20 an jî, zêde zanayî û delîl tunebûn. Lê di navbera salên 1902 û 1948 an de gelek destnivîsên gnostîkan hatine ditîn û bi saya van destnivîsan, hêmanên gnostîsîzmê kêm yan zêde eşkere bûne.

 

Çend hêmanên gnostîsîzmê yên sereke

 

1- Di warê bidestxistina heqîqetan de ol, bêhêz in û têra vê yekê nakin.

2- Zanayiyên rast û dirist (misoger – heqîqî) yan jî zanayiyên ku nêzîkê heqîqetê ne, encax bi berfirehbûn û pêşveçûna ruhî (giyanî) dikarin pêk werin.

3- Rih, bêmirin/zindebar e û di jiyana dinya wî de, girtî ye.

4- Yê rasteqîn, ne jiyana cîhana fizikî ye; jiyana ruhî ye.

5- Dinya, warê berfirehbûna dûalîtiyê ye.

Mamosteyên sereke yên gnostîsîzmê: Valentin, Simon Basilide, Carpocrade, Saturnin û Marcion in.

 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Weşanên Soran

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev