Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd

Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd

Berhemeke delal ji “Nûbihar”ê

 

Mihemed Rasûl Hawar

Ji soranî: Ziya Avci

 

Mamoste Mihemed Resûl Hawar, kedeke gelek mezin daye; hemû kitêb, rojname, kovar, belge û arşîvên li ser Simko û tevgera wî hene –çi yên di leh û çi yên di eleyhê de- şeh kirine û bi awayekî berawirdî-rexneyî daye ber xwe û ev kitêb amade kiriye.

Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî gelek serpêhatî, bûyer, serhildan û şoreşan rû dane.

Dema ku Simko bûye desthilatdar û di mintiqa xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî, serhildan û şoreşên nîvcomayî temam bike.

Simko bi navê xwe bûye efsane. Serokê eşîra Şikakî, geh li wir e, geh li vir e… Mihemed Resûl Hawar tam heqê wî daye!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev