
Patricia Highsmith
Wergera ji îngilizî : Welat Agirî
Werger ji: Strangers on a train
Gay wê şevê, bi lepik û qirma xwe ya piçûk ve, li trêna Greyt Nekê siwar bû. Sîlaha Brûno jê re
şandibû, gelekî mezin bû, lewma ya xwe hilda bû ser xwe. Dema Gay li Greyt Nekê li trênê peya
bû, baran dibarî. Otobês li wê derê bû, ku Brûno di nameya xwe de her tişt yek bi yek rave
kiribû. Gay hertişt anî bîra xwe. Li sûka Grantê ji otobêsê peyabû û peyatî rêwitiya xwe domand.
Di axiriyê de, hat dar, lampa sûkê û dîwarên spî ên mala Brûno dît. Gay xwe wek aktorekî, ku
sedan caran rola xwe a vê sehnê leyistiye didît.
Panzdeh gav ber bi dîwarê spî avêt, dû re bi herdu destên xwe bi dîwêr girt û hilkişiya ser. Li jêra
xwe mêzand, sindoqeke textîn li wê derê hebû. Hemû lampeyên malê temirî bûn. Gay hêdîka
xwe avête ser sindoqê û xwe di nav gul û gîhayên bêxçe re gîhand deriyê paşiyê. Bi nerdewanê
ve hilkişiya, şeş pêpelik berbi jor çû û deriyê paşiyê vekir, ku jê re kilît ne lazim bû.
Mitbaxa malê tarî bû, Gay di mitbaxê re derbas bû, ber bi nerdewanên xulam û berdestiyan çû.
Brûno gotibûyê, ku bi nerdewanên malê dernekeve jorê, lewma deng ji wan derdiket. Lê divê
Gay li vê derê jî li miqatî xwe bûya. Ji ber çiriniya pêpelika sisêya, çara û hefta pê li wan nekir, di ser wan re gav kir.
Li ber derê oda xulamekî, xişîn ji zemînê hat, ku heman wextî dengê zengila saetekê jî dikete
guhê Gay. Wext êdî nîvê şevê bû. Gay di ciyê xwe de rawestiya, xulam li aliyê dinê bû, zengil lê
dixist ha lê dixist. Gelo deng çûbû xulam? Teze dihate bîra wî, ku Brûno jê re gotibû, di navbera
yanzde û danzda de karê xwe biqedîne, gelo ji vê sedemê wiha gotibû?
Xûdanê di ser re avêtibû, hêdîka derî vekir, ku ew deriyê salonê bû.
– Ez berê jî hatime vê derê, Gay fikirî, min ev tiştana berê jî kiribûn, ez vê malê weke kefa
destê xwe dizanim.
Dîsa xwe wek aktorekî li şanoyekê didît, ku ev lîstika herşev leyistibû, ji wî tirê lîstikekê ji rastiyê dûr bû.
Gay hêdîka derî girt, hema li wê derê, nêzîkê wî derî deriyekî din jî hebû û bavê Brûno li pişt wî
derî bû. Bê deng ber bi derî meşiya, bi destê çepê û hêdîka vekir. Qirma xwe hilda destê xwe ê
rastê.
Ode tarî bû, lê piçek ronkayî di pace re xwe berdida hundir. Brûno jê re gotibû, ku bavê wî
hercar pencerê bi temamî vedike, lêbelê niha pencere nîvvekirî bû. “Dibe ku ji barîna şilîyê tam
venekiribe, lê ka ez ê çawa ji vir derkevim”, Gay di ber xwe de got.
Gay, bavê Brûno di nav cî û nivînan de, di xeweke xweş de didît. Serîkî reş î gulover li hemberê
wî bû.
– Hahahah, ber bi camê were.
Gay ji tirsê, di ciyê xwe de lerizî. Dengê kenê jinekê ji derva dihat.
– Ev zilam, ev zilam zindî ye, dikare bikene jî, dikare… Na nefikire, tiştekî nefikire, hema
niha bikuje, bikuje.
Gulek berdayê, hertişt normal bû, ew xewnek bû, lîstikek bû. Guleke din jî berdayê, dîsa hertişt
normal bû. Hêdîka bêhna xwe girt, berda û guleke din jî berdayê. Ode bi qêrînekê veciniqî, gula
çara jî berdayê û qêrînê dîsa olan da, ku te digot qey qiyamet rabûbû.
Dengekî wekî kaxxx ji zilêm hat û dû re serê wî hejiya. Gay ber bi bêxçe dest bi revê kir, lê
nedihate bîra wî ka wê bi kîjan derî re derketa û xwe bigîhanda baxçe. Wî jî wek kesekî di
xewneke xirab de çiqas hewl bide banzde lê sernekeve, banzda.
“Nereve”, dengê mêrekî ji pey wî hat. Deng dengê xulam bû. Gay di ber tariya dîwêr de xwe
teland. Min ji te re go bisekine, dengê xulêm dîsa hat. Gay kulmek avêt dev-çena xulêm û ew li
erdê hîşt.
Gay di ser dîwêr re banzda, lê herder tarî bû, nizanibû ka li ku ye. Hewl dida, dixwest hinekî
bêhna xwe fireh bike, aram bibe, lê dengê sîrena ereba polêsa aramî maramî nehîşt. Erebe ber bi
wî dihat, ku ronkaya şîn ya erebê qedera çend saniya li ser Gay sekinî.
– Ez li ku me, çima tiştek nayê bîra min, ez ê bi ku de herim?
Riataza