BERNAMEYA ŞAYÎNETÎYÊ ya 100 salîya Elîyê Ebdilrehman

BERNAMEYA ŞAYÎNETÎYÊ ya 100 salîya Elîyê Ebdilrehman

Konferansa Navnetewî bo 100 salîya bûyîna nivîskarê kurd yê navdar, romannivîsê kurdan yê duduyan (piştî Erebê Şemo) Elîyê Ebdilrehman li Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê li Almatîyê

Axaftina vekirinê:

1.Ûlûgbêk Yêsdaûlêt – sêkrêtarê pêşin yê Serwêrtîya Yekîtîya nivîskarên Qazaxistanê.

Nadirê Kerem Nadirov – Akademîkê Akademîya Qazaxistanê ya Zanyarî

Axaftvan:

2.Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, akadêmîkê Akadêmîya Navnetewî ya Zanyarî ya Dibistana Bilind, doktorê zimanzanîyê, profêsor.

«Elîyê Ebdilrehman nûnerê edebîyeta kurdaye navdar yê sedsala 20î»

3.Têmirxan Têbêgênov – doktorê zimanzanîyê, profêsor. «Rola Elîyê Ebdilrehman di karê pêşketina edebîyeta kurdî ya sedsala 20î da (Qazaxistan)

4.Ezîzê Zîyo Bedirxan, professor. «Welatparêzîya Elîyê Ebdilrehman tesîreke mezin ser nifşa me hîşt».

5.Têmûrê Xelîl – Nivîskarê kurd, sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên kurd yên Swêdê, redaktorê malpera “Riataza”. «Berhemdarîya efrandarîyê ya Elîyê Ebdilrehman û bîranînên xebata tevayî ya 14 salan di rojnameya “Rya teze” da». (Swêd)

6.Letîf Birûkî – Dîrokzan, edebîyetzan, karmendê civakî. (Rûsîya)

7.Salih Kevirbirî – nivîskar, rojnamevan û derhêner. (Kurdistana Bakur)

8.Hejarê Şamil – rojnamevanê kurd yê binavûdeng. (Qirgizistan)

9.Mehmedê Misto – doktorê dîrokê, profêsor. «Welatparêzî di efrandarîya Elîyê Ebdilrehman da».

10.Hesenê Evdoyê Elî – Profêsor, “Poezîya Elîyê Ebdilrehman”.

11.Axaftina mêvanan.

12.Kilam û reqas.

13.Sohbet û vexwarin.

 

Jînenîgarîya Elîyê Ebdilrehman (1920-1994)

 

20ê çileya paşin 100 salîya jidayîkbûna nivîskarê kurdayî binavûdeng, endamê Yekîtîya Rojnamevanan û Nivîskaran yên Yekîtîya Sovvyet Elîyê Ebdilrehman temam dibe.

Elîyê Ebdilrehman sala 1920î welatê Romê da ji diya xwe bûye, di wan salan da halê kurda di wî welatî da giran bû. Elî şeş salî bû, wexta mala bavê wî tevî qebîla kurda ya Birûka ji zulma dîwana Romê direve, sala 1926an tê welatê Sovyetê da dihêwire. Hema vira jî lawê kurd xwendinê distîne. Xênji zaniştgeha kurda li Yêrêvanê, Elîyê Ebdilrehman usa jî Înstîtûta Bekûê ya pêdagogîyê xilaz dike. Salêd berî Şerê wetenîyêyî mezin û pey şêr ra ew wek dersdar, serwêrê mektebê, serwêrê para xwendinê di nehîya Basargêçarê da (niha nehîya Vardênîsê) telîmçîyê dibistanan bûye li Wezîreta Ermenîstanê ya Perwerdehîyê da. Elîyê Ebdilrehman tevgelê şerê wetenîêyî mezin e û wek partîzan wedekî dirêj pişta dijmin da kirîye şer.

Sala 1955a Yêrêvanê da dîsa rojnama “Rya teze” tê çapkirinê. Dora wê lawên kurdaye bi xwendina bilind top dibin. Nava wandan e usa jî Elîyê Ebdilrehman, ku wek serwêrê parê dixebite. Hema vira jî, xênji gotarên rojane, ew destbi nivîsara efrandinên bedewetîyê dike. Riya Elîyê Ebdilrehman ya edebîyetê ji vê rojnamê destpê dibe. Paşê efrandinên nivîskarên kurdên Sovêtîyê, kitêbêd dersan da dertên.

Kitêba xwe ya pêşin Elîyê Ebdilrehman sala 1959a çap dike. Berevoka “Xatê xanim” da çar efrandinêd başqe hene. Ewana behsa jîyîna gelê me zemanê berê û rojên me dikin.

Nava edebîyeta kurdên Sovêtîyê da destana cmaetê bona rastîya tarîxê, nîşandayîna şerê cmaetê seba serbestîyê cara ewlin Elîyê Ebdilrehman bi kar anîye. Paşê ew destana gel seba Erebê Şemo dibe qinyat. Ew romana xwe ya eyan “Dim-dim” dinivîse. Hilbet, cem wan herdu nivîskaran ruhê zargotina cmaetê hatîye xweykirinê, ya ku xwe bi salixêd tarîxê yên berk va bend nake. Hîmê wan efrandina da qewmandinêd usa hatine danînê, yên ku rastî jî nava emirê cmaetê da qewimîne û pir balkêş in.

Hîmê serhatîya Elîyê Ebdilrehman da efrandina zargotina me “Xatê xanim” hatîye danînê. Nivîskar serecema zargotina cmaetê fire kirîye û ji hidûdê teng derxistîye. Ew xebitîye hîmekî diha rêal bide qewmandina, lê cem wî dîsa reng û awazêd cmaetê yên hikyatî hatine xweykirinê. Efrandina Elîyê Ebdilrehman pesinandina jina kurd e, ya ku rojêd oxirmêd giran da dewsa mêrê xwe digre. Bi alîkarîya nîgara jina kurd û sultanê Romê nivîskar şerê dîwana zêrandinê û cmaeta zêrandî nîşan dide.

Wextê Elîyê destbi efrandarîyê kir, ewî bi xwe ra têma nû anî. Ew têma halê kurdan e di şertên dîwana Turkîayê û Îranê da, ku li wir xweserîtî bê hed û hesab e. Vira gumana kurda her tenê sîlih e û dilê şêran e, ku defa sîngê ewledê cmaetê da dikute. Serhatîya mezin “Morof” û romana “Gundê mêrxasa” derheqa halê kurdayî bê extîyar bin qolê sultan û şah da gilî dikin. Kurd xweyê ocax û malêd xwe nînin di wan welata da, kîderê zordayîn û neheqî hene. Elîyê Ebdilrehman xwedîyê romana “Şer çiya da” ne.

Elîyê Ebdilrehman usa jî şiêr û destan nivîsîne. Efrandinêd şiêrkî di berevokêd “Dê”, “Hesreta min” û “Gulistan” da hatine çapkirinê. Kurd û Kurdistan di nav şiêrên wî da mîna têlekî sor derbaz dibin.

Elîyê Ebdilrehman 21ê çileya pêşin sala 1994an li Bekûyê, paytextê Azirbêcanê çû rehmetê. Gora wî li wir e.

Piştî mirina wî weşanxaneya LÎSê li Diyarbekirê hemû berhemên wî yên prozayê bi 4 pirtûkên cuda va, bi kurmancîya latînî dane çapkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev