Bingeha “Dimdim”a Erebê Şemo “Xatê Xanim”a Elîyê Ebdilrehman bûye

Bingeha “Dimdim”a Erebê Şemo “Xatê Xanim”a Elîyê Ebdilrehman bûye

Axaftina berpirsyarê malpera RIATAZA Têmûrê Xelîl di Konferansa Navnetewî ya bona 100 salîya Elîyê Ebdilrehman, ku Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê bi serokatîya akademîsyen Kinyazê Îbrahîm dabû organîzekirin û li Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, li bajarê Almatîyê hate derbazkirin.

Ev hurmeta mezin, ku ez li vê Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, ber bi dehan kesên ber dilê min ezîz sekinîme, bi saya keda Elîyê Ebdilrehman e.

Ez û Elîyê Ebdilrehman 14 salan li redaksyona rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” da bi hev ra xebitîne. Ew serwêrê beşa Jîyana partîyê bû, ez serwêrê beşa Çandê bûm. Ez li redaksyonê him dixebitîm, him jî hîn dibûm. Ber destê Elîyê Ebdilrehman hînî meslekê xwe bûm, hînî hezkirina miletê xwe û welatê xwe bûm. Ji wî Merivê Mezin tenê hînî helbestnivîsarê nebûm, ew jî ne di rûyê wê yekê da ku mamostayê min ez rind hîn ne dikirim, lê ji wê yekê ku talanta min têrê ne dikir.

Ji ber ku me gelek caran qala kurd û Kurdistanê dikir, pêwendîyên me bi kurdên Kurdistanê ra hebûn, me rojname û kovarên kurdî distendin û dixwendin, kurdên Kurdistanê ku seredana Ermenîstanê dikirin, dibûne mêvanên malên me, serokatîya rojnameyê bi çavekî ne dostane li me dinihêrî, ditirsîyan ku serokatîya Ermenîstanê wê zirarê bide wan, ji ber ku xebatkarên rojnameya organa Partîya Komûnîstîyê û dewleta Ermenîstanê bi bîyanîyan ra (ango, kurdên derva ra) girêdayîne, lê bîyanî jî li welatê me hemû “împêrîyalîst” bûn. Heta difikirîn, ku em ”girêdayîne”, ango bi KGB ra kar dikin.

Wan salan pir zehmet bû yek bikaribe here welatekî kapîtalîstîyê. Yê pêşin, ku çû Sûrîyê (Kurdistana Rojava) Elîyê Ebdilrehman bû. Dû wî ra ez çûm. Wê demê cîgirê redaktorê rojnameyê Emerîkê Serdar di redaksyonê da deng bela kir, ku: “Min ji we ra digot ev kesana ”girêdayîne”, we bawer ne dikir. Meriv tenê bi riya KGB dikare here welatekî”. Heta derheqa vê yekê da di kitêba xwe ya ”Mukurî” da jî nivîsî. Ji kesên ha ra cem me digotin: -Belengazê hişê xwe…

Elîyê Ebdilrehman kurdekî dilsoz, mêr bû. Weke ku ji rêveçûna wî jî xuya bû ku ew kurdekî mezin e. Xênji nivîskarîyê û şayîrtîyê, wî karên civakî jî dikir. Endamê komîtêya karger ya rêxistina kurdên tevaya Sovyetê ”Yekbûn”ê bû, dema di malbetekê da bêhntengî an nelihevî hebûna, berê xwe didane Elîyê Ebdilrehman bona bi şêwr û temîyên xwe va pirsgirêkên wana çareser bike. Merivekî nandar bû, xêrxwazekî bi gotina we bû.

Ez zanim, ku di nava kurdên Qazaxistanê da du akademîsyen, çend profêsor, karsazên xwedî mêvanxaneyan, avakarê xanîyên çend qatê, dengbêj û zaneyên zargotina me, welatparêzên heyra Kurdistanê da pir hene. Belkî jî jîyana Elîyê Ebdilrehman ya di hêla welatparêzîyê û kurdewarîyê da, berhemên bi ruhê kurd û Kurdistanê va nivîsî, bi awayekî wisa tesîr li ser wan kesan kiribe, ku ew jî nizanibin ku keda wî nivîskarê kurdî mezin di pêşketina wan da heye.

Belkî kêm kes zanibin, ku romana bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo ya bi navê ”Dim-dim” li ser bingehê romana Elîyê Ebdilrehman ya bi navê ”Xatê xanim” hatîye nivîsar. Derheqa vê yekê da helbestvanê binavûdeng Mîkaêlê Reşîd di pêşgotina pirtûka Elîyê Ebdilrehman ya bi sernivîsara “Hesreta min” da nivîsîye.

Kêm kes zanin, ku Elîyê Ebdilrehman di salên 1960î da dest bi nivîsandina romana bi sernavê “Şer çiya da” kirîye, ku derheqa ”Serhildana Araratê” da ne û rastî gelek kurdan hatîye, ku bi awayekî mêrxasî tevî wê serhildanê bûbûn û bîranînên xwe digotin. Ango, eva romanek e, ku nivîskarê wê hema bêje di nava agir û alava wî şerî ra derbaz bûye.

 

Ez herdem jî fikirîme, ku ez deyndarê kesên wek Elîyê Ebdilrehman im û herdem jî fikirîme, ku gerekê bi awayekî ji bin deynê wan kesan derkevim. Piştî wefata Elîyê Ebdilrehman ew daxwez cem min zêdetir bû. Û min destpê kir bi herdu keçên xwe ra tevayî hemû berhemên wî ji herfên kirîlî bikim latînî û bidim çapkirinê. Ji ber ku yên bi herfên kirîlî him îro nemane, him jî jimara kesên ku ew xwendibin, ji çendsed kesan derbaz nabe, lê yên bi latînî wê bi hezaran, belkî bi mîlyonan kes bixwînin. Û me ew kar bi awayekî serketî bi ser xist, weşanxaneya LÎSê jî ew çap kirin. Bira her kes bizanibe, ku me ev karê pîroz xwebexş kirîye û dîyarî gelê xwe kirîye.

Ez nizanim, min bi vî awahî deynê karê Elîyê Ebdilrehman kirî da, an na… Lê zanim, ku wijdana min ber wî paqij e…

Eger bi rastî li wê dinyayê jîyan heye, bira hezkirina me bi ruhê Elîyê Ebdilrehman va eyan be.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev