KELA MEMÊ

KELA MEMÊ

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

Çavkanî: Ş. Behrem 

Tê gotin ku axayekî dewlemend li herêma Botan hebûye. Bi keriyan pez û bizinên wî hebûne. Cîwanekî bi navê Memo tê dibe şivanê axê. Çawa axa bi dewlemendiya xwe navdar e, Memê şivan ji bi çêbûna şivaniya xwe bi nav û deng e.

 

Rojekê keça axê diçe bêriyê çav bi Memo dikeve, keçik ku li bejn û bala Memo dinihêre, dilekî na bi heft dilan dil dikeve Memo. Lê Memo hay ji evîna wê nîne. Lewra Memo hê keçik nedîye, dema ew jî keçikê dibîne kizîn ji nav dilê Memo diçe.

 

Ji wê rojê şûnde şev û roja Memo bûye yek… Belê bi qasî evîna dil, evîndarê şivaniyê ye jî… Ji pez pir hez dike, bilûra xwe lê dixe û lê dixe. Pezê xwe jî elimandiye bilûra xwe. Miqamê ser avê, yê mexel, yê çêrê… Pezê axê her roj zêdetirîn adan dide.

 

Her ku diçe axa ji Memo zêdetir hez dike.

Lê di wan rojan de guherînek di Memo da çêdibe. Di hiş û aqilê Memo da êdî keça axê heye. Têkiliya wî û pez bi hev re namîne, roj bi roj şîr kêm dibe, gur dikeve nava pez, gelekan dixeniqîne. Keça axê gelek caran bi bêrîvanan re diçe bêriyê, lê armanca wê ne dotina pez e. Armanca wê dîtina Memo ye. Dema ku ew hev du nebînin, nexweş in.

 

Tên merheleyekî wisa êdî axa jî pê dihese. Evîndariya wan li zora axê diçe. Hêrs dibe. Ma Memo layîqî keça min e? Lez bikin wî bînin vir! Demekî şûn de Memo tînin davejin zîndanê. Memo roj bi roj di zîndanê de dihele. Axa li keça xwe bêrîvanî qedexe kiriye û haya keça axê ji nîne ku Memo di zîndanê de ye. Wisa dizane ku Memo li ber pez e. Bêrîvanek jê re dibêje ku bavê wê Memo avêtiye zindanê.

 

Hêdî hêdî li pey planan digere ku Memo bibîne, lê nabîne. Keçik jî ji nan û av dibe, ew jî weke Memo roj bi roj dihele. Şevekê kincên mêra li xwe dike û dema xwarinê de, nan digre dibe zîndanê. Keçik Memo di zîndanê de di nav zibilê pez de dibîne. Wî nas nake. Dest û pêçiyên wî di kelemça de tev werimîne, qelişîne. Rû û rengê wî ji qilêrê tev çilmisîne.
Keçik ser û çavê xwe pêçaye, Memo wê yek ji nobedaran dizane. Lê piştî xwarinê jê re dibêje;

Tu çawanî Memê? Te ez nas kirim? Ez Dilber im, Dilbera keça axê.

 

Memo ji nişkave radibe tenê li ruyê wê dinihêre, Dilber jî ser û rûyê xwe yê nixûmandî vedike û dest û lingê Memê ji qeyd û kelemça derdixe, bi lez û bez vedigere mala xwe. Memê jî bi dizîka ji zindanê dertê berê xwe dide çiya. Memê êdî bi rojan li çiya, li çadira axê mêze dike, çavê xwe li Dilberê digerîne. Dilê Memê pir bi pez û kuçikê wî re ye.

 

Dîsa rojekê li jor de di çavdêriyê de ye, dema dibîne pez û kûçik ji nav zomê derketin û ber bi jor ve tên, diçe nav pez û bi pez re dimeşe, kêfa wî xweş dibe, berê pez dide rasera çiyê. Demsal payîz e, pêz bernade, berfê dor girtiye, êdî nikarin vegerin zomê. Axa jî naghîjê. Mem û pez di nav berfê de asê dimînin. Ji ber sur û sermayê diqerisin, hemû di çiyan de dibin peykerên ji cemedê.

 

Ji wê rojê şûnde navê wî çiyayî bûye “Kela Memê” ango Kela Memê Şivan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev