Lênûsk Leyla: Ber Bi Avabûna Rengekî Yekgirtî ve

Lênûsk Leyla: Ber Bi Avabûna Rengekî Yekgirtî ve

Ferzan Şêr

 

Li gor kitêba berhevkarî ya Mizgîn Mujde Arslan a Kürt Sinemasi: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm (Sînemaya Kurdan: Bêwarî, Sînor û Mirin) tiştê ku reng dide sînemaya kurdî motîfa çiyê ye. Dema mijar beşek ji civaka kurdî be, çi hunerî çi beşerî, peydakirina motîf û rengên hevpar gelekî zehmet in. Nemaze û nexasim ji sedsala bîstan a kurdan. Sedemên vê jî wekî dermanê hertiştî li her derî tê bikaranîn, perçebûyîn e. Îcar ji bo peydekirina hêma û karakterên hevpar lazim e mirov di kîjan beşê de bixebite bila be lensên mercekên xwe heya dawiyê zêde bike ku bi awakî mîkroskobîk peyda bike. Lênûska Leyla, romana Menaf Osman bes bi hêmayeke xwe vê derfeta da min ku hewl bidim peywendiyek di navbera romanên kurdî de deynim, hêmayeke hevpar ya têmayî (theme ing., izlek tirkî.) di romana kurdî ya kurmancî de peyde bikim.

Di secereya romana kurdî (kurmancî) de piranî janrên romanan ji kategoriyên dîrokî (folklorî, bîranînî, biyografîkî, mîtolojîkî hwd.) ne. Lênûska Leylayê jî cihê xwe di bin vê kategoriyê de digre. Jiyana Sema Yucelê dike serekmijara xwe. Lê ne bes çîroka wê ya takekesî bi xwe ye, wek ku çîroka gelek Leylayan be. A soxî navên Leyla û Kawa bi min karakrterên xweser bin jî wekî ku çîroka hemû kurdan bin, lewma jî ne bi giştî be jî çîrokên wan potansiyel alegorîk in. Em dibînin ku Sema piştî ku tev li gerîlayan dibe, pêşî navê xwe dike Leyla û dûre dibe Serhildan. Veguherîna Sema ber bi Leyla ve ji wir ber Serhildan ve ne tenê behsa sî çil salên dawî ku navlêkirina kurdan dike, behsa veguherîna hişmendiyekê dike di temsîla bedena jinekê de. Li gor vebêjer “Leyle bû dem û dîrok/ Sema bû roj û meh û sal” (84). Bi vê pênaseyê re nivîskar diyar dike ku êdî Seme/Leyla /Serhildan ne takek e, kirdeyeke (cihê nîqaşê ye) kolektîv e.

Ne tenê hişmendîya jinê ya vîneke siyasî, bedena jinê wekî perçeyeke şênber a wê hişmendiyê jî ji Sema heya Serhildan hevaltiya wê veguherînê dike. Bedena Sema di bin zextên nîv-ensest de, bi derbên wan zextan dikemile, kurapê wî Rizo dixwaze dest bavêje bi ser nakeve. Dûre Sema û hevalên xwe lîstokek tînin serê Rizo têra wî lê dixin. Mîzaha di wir de gelek xurt e lê di seranserê metnê de ne serdest ew mîzah. Dûre Sema li Enqerê ye, kurê xalê wê destdirêjiyê dikê. Serdema Sema diqede, serdema Leya dest pê dike. Leyla êdî gerîla ye. Di gerîlatiyê de jî Azman merivê wê li derdora wê ye, dest dirêjî nake lê xwe nêzî wê dike. Rengê “destdirêjiya” mêrane di wir de qels e, lewra êdî sûperego ango xwe-kontrola dozê (mirov kare bibêje ehlaqa partiyê jî) li kar e. Di dawiya çîrokê de bedena Serhildan êdî di dezgeyê îşkencekar û tecawizkaran de li ber xwe dide. Di ser bedenên sêyîne (Sema-Leyla-Serhildan) re em dibînin ku bedena wê him hemberî “hukma kurdên mêr” û him jî li hember zilma dewleta tirk bi awakî domdar li ber xwe dide.

Bi giştî tûrîka siyasî ya berhemê li gor “edebiyata partiyan/dozê” ye. Edebiyatên dozê gelek caran şablonên hazir datînin ber “afrînerên” xwe. Zimanekî wan î “jargonîk” heye. Tîpên îdeal diafîrînin. Li gor xwendina min ev berhema bi gelekên hêlên xwe ve taybetmendiyên wê edebiyatê hilgirtiye ser xwe, zimanê ku di helbestên pêşbeşan de hatine nivîsên, peyvên ku di hevokan de hatine nivîsin, pîroziyên tê de hatine bi cî kirin giş li gor bernameya edebiyata dozê ye. Em edebiyata dozê wekî xeleka ango qasnaxa qenewîçeyê bihesibînin Menaf Osman li ser hesinê qasnaxê ye. Wekî şablon serekmijara wê diyar e (jiyan, pîrozî û zehmetiyên gerîlayê), hêmayên tê de jî diyar in (Leyla bêqisur e), reng jî diyar in (zimanekî jorgonî bikartîne, bo mînak her hewl û tevgerên gerilayan ango ên Leyla tim “dîrokî” ne). Bi tenê hebûna û afirandina lehengekî mîna Azman re nivîskar xwestiye parikî vê şablonê jî bişkêne, ango qasnaxa xwe zêde bi şid negirtiye. Ez estetîkê ji siyasetê cuda nabînim, wêjevanan jî kesên apolîtîk nabînim. Di vî warî de wekî Eagleton difikrim. Eagleton di Edebiyat Kuramı: Giriş (Tiyoriya Edebiyatê: Destpêk) de diyar dike ku dema nivîskar qesta apolîtîkbûnê bikin tam di wê xalê de polîtîk tevdigerin. Lê belê di navbera hêmanên estetîkî (şêwaz û vegotin û hwd.) û hêmanên polîtîkî (hêma û peyamên di berhemê de û hwd.) hevsengiyek heye. Hêmanên estetîkî derkevin pêş, bêtir ber bi hunerê ve diçe, hêmanên polîtîkî derkeve pêş bêtir ber bi propoganda û polîtîkaya rojane ve diçe. Di vê berhemê de milê polîtîkî bêtir giran e. Peyam li pêş e. Ji bo hunera kurdî (roman) em dikarin bibêjin tiştekî ji rêzê ye, teqlek li aliyê wê ya hunerî zêde nake. Lê karekî girîng dike, ji aliyê civakî ve. Dengên wendabûyî ango nebihistî tîne ber guhê civakê. Di berhemên dîrokî de giraniyek li ser kesên “dîrokî” heye. Herkes dikare behsa Mela û Xanî bike. Lê kêm kes behsa wan kesên ku navên wan nehatiye bihistin dike. Parikî romanê dîrokî jî dixwazin ji populeriya wan kesên ango wan bûyeran balê bikşînin ser xwe. Ev jî kêmasî û feqên wê janrê ne. Bi taybetî Lênûska Leyla, pê re berhemên ku li ser gerîlayan, têkoşerên zindanê, berxwedêr û aktîvîstên polîtîkayê têne nivîsin dengên wan li dengê civatê zêde dikin. Di vir de qesta min ne kesên mîna Egîd e, kesên ku nav û dengên wan nehatine bihîstin, ango jibîrbûyî ne.

Ji bilî rola wê ya vuhastina dengan, ji aliyê teknîka têmaya xwe ve (lehengê xwe li seranserê Kurdistanê digerîne) jî bo dîroka romana kurdî fênomeke hevpar bi bîra me dixe, Lênûska Leyla. Em vegerin paragrafa ewil, fênomen û motîfên hevpar ên kurdî. Li ba rewşenbîrên kurd tunebûna tiştan piranî ji hebûnê bêtir balê dikşînê. Ji ber çi ye nizanim, belkî ji ber daxwaz û endîşeya pêşveçûna civakî, belkî ji ber daxwaz û endşîye rewşenbîran be ku xwe li pêş, civaka xwe li paş dibînin. Her carê ku behsa romana kurdî dibe em dibînin ku behsa tunebûna romana kurdî tê kirin. Qesta wan jî ne ew e ku romana kurmancî, soranî an zazakî heye, lê romana kurmancî bi zimanekî yekgirtî nîne. Qesta wan ew e ku wekî Amerîka Latînî fênomeneke romana kurdî, ango rengekî wê ya xwe bide der nîne. Belkî ev hevok ji xwendekaran re nas û dubare be. Min di çend nivîs û axaftinên xwe de bikaranîye. Lê ez ê dubare bikim, Franco Morettî diyar dike ku sedema derketina janreke mîna realîzma efsunî nebûna romana Rojavayî ye. Ji ber ku dadgehên engîzîsyonê xwendina romanê qedexe kirine, ev cure baş û xurt bandor li vegotina civakê nekiriye. Nebûn jî ji hebûnê re rê vedike. Di serî de nebûna romana kurdî ji bo romana kurdî ne kêmasiyek e. Lê ev gotin têrê nake ku êdî em di her axaftina xwe de dubare bikin. Lazim e em li rengên hevpar, li vegotinên hevpar, li taybetmendiyên hevpar bigerin. Belkî li ber çavê me ne em nabînin. Di tu civakê de ehlên hunerê giş ji bo ku rengekî hevpar bidin civakê nayên ba hev. Piranî ekol, grup, pêşeng hebin jî biwara edebiyatê (terma di sosyolojiya Bourdieuyî de) bi dînamîkên nav civakî, bi aktorên wê biwarê li gor şerê sermîyanên (aborî, civakî, çandî hwd.) wan ava dibe. Di kurdî de jî biawara edebî wiha saz dibe. Hin caran derfet hin caran jî bêderfetî dike ku têmayên hevpar ava bikin. Perçebûna kurdan, nebûna dewleteke kurdan, ango em bêjin hebûna sînorên di navbera wan de kiriye ku hunermendên kurdan wan sînoran derbas bikin, deqên xwe wisa lê bikin carina ji bajarekî biçin bajarekî din, carina jî gelek sînoran derbas bikin. Bi ya min ev hêmayeke hevpar e di wêjeya kurdî ya fiksîyonî de. Di romanan de. Gava Ku Masî Tî DibinRojnivîska SpînozaSobartoApê Min Cemşîdxan yek car tên bîra min, Leqata Receb Dildar tevahî li bakur be jî me li heremekî digerîne, Martînê Bextewar ji ewropayên tê di ser rojava re heya bakurê Bakur ve diçe. Ne tenê romannûsên kurd ên kurdînûs, carinan ên di zimanên din de dinivîsin, ango romanûsên minor jî hene tev li hêmaya hevpar dibin. Ez behsa Perika Selîm Berekat dikim, hin karakter hebûn heya Mahabadê diçûn, qe nebe di xewnerojkan de.

Lênûska Leyla di heman demê de lênûska dîroka romana kurdî jî tîne datîne ber me ku em navê wê li gel rengên din bin kategoriyekê de binivîsin. Rengek ji rengê romana kurdî hewl dide xwe saz bike, bi awakî bênav (belkî em ê jê re bibêjin “romana gerê”) di pêvajoya avabûnê de ye. Belkî jî wext e, êdî rexneya kurdî ji şîrovekariyê derbasî dîroknûsiya romanê bibe da ku navek li van binecureyên romana kurdî re peyda bike.

*Têbinî: Ev nivîs di hejmara pêncemîn a Kovara Kund derçûye.

 

Çavkanî: https://ferzaname.wordpress.com/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev