Antolojiya Helbestvanên Nûjen

Antolojiya Helbestvanên Nûjen

Weşanxaneya NAyê Antolojiya Helbestvanên Nûjen çap kiriye

ku tê de helbestên 158 helbestvanên kurdên bakûrî heye.

Occo Mahabadî ev antolojî di encama kar û xebateke dûr û dirêj de amade kiriye.

Antolojî ji 600 rûpelî pêk hatiye û tê de helbestên gelek helbestvanan hene:

 

Li jêr em bawerîyên birêz Kawa Nemir ser vê Antolojîyê raberî we dikin.

 

Kawa Nemir

Ji zû ve ye min dil hebû behsa vî kirê nekirî yê cîyê şermê bikim. Yekî mehrûmê şi’êrê rabûye antolojîyek amade kiriye, weşanxaneyeke şuxulerzan jî ew çap û belav kiriye. Qewî ‘eyan e ev tawaneke giran e li hemberî ‘milkê edebî’ (intellectual property) yê şaîr û wergêrekî. Min çu caran destûr nedaye wekî şi’êrên min tevî vê xebata ‘eletewş bibin. Pirsa min a serekî ev e: “Gelo berhemên zimanê Kurdî cîyê talanê ne ku hûn lê xin?”
Ku ez gilî-gotinê kûr bikim, wekî din ev pirs jî hene:

1- Gelo ji mafê kîjan kesî/ê/an e amadekirina antolojîyekê?
2- Gelo şaîrek dixwaze navê wî/ê li cem wan navan bê hildan yan na, ku beşek ji wan ne ti şaîr in?
3- Gelo qe qanûn û rêbaza van karan nîne? û hwd.
Bang û tikaya min e bo xwînerên delal û zîrek ên zimanê me yê ku zehf hatiye zêrandin!

Qedrê zimanê xwe bigirin, mekevine tora erzanîyê û qaşoberhemên bi vî rengî mekirrin!
Li cîhanê her karekî usûlên xwe hene. Gelo bi vî karî re ti usûl heye? Di nezera min de, Na!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev