Deng û çalakiyeke kurdewarî li Stenbolê

Deng û çalakiyeke kurdewarî li Stenbolê

Şemşettin Işıklı

 

25-01-2020 li Stenbolê, li mala kurdan, li Kurd-Kavê çalakîyek ji bo bibîranîna Komara Kurdistanê ya li Mahabadê hat lidarxistin.

Fuat Önen gotareke balkêş li ser avakirin û têkçûyîna Komarê pêşkêş kir. Fuat Önen bi wê xitabeta xwe ya herikbar, bi wê kurmanciya xwe ya bedew, bi wan tesbîtên xwe yên zelal û bi wê zanatiya xwe ya entelektuelî me di tunela dîrokê de, bê westan, bir û anî.

Mijar Komar bû, lê ew ji serî heta binî li dû xeta serxwebûnxwaz bû û hema hema bi kurtayî jî be bi çaveke zanayî hemû dîroka me ya têkoşîna ji bo azadiyê raxist ber çavên me.

 

Di vê çalakiya bêhempa de çend tiştên ku bala min kişandin: 

1- Girseyeke hestiyar û baldar li wir hebû. Gotar saet û nîv dom kir, lê kesî acizî nîşan neda û heta dawiyê ew baldarî dom kir.

2- Fuat Önen di gotara xwe de yekîtiyekê di nav sedemên avakirin û têkçûyîna Komarê de yên dîrokî, navxweyî û derveyî ava kir û resmeke mezin da nîşanî me.

3- Fuat Önen di serî de got ku ew ne dîrokzan e, lê hemû gotin û tesbîtên xwe bi belgeyan piştrast kir. Wisa xwiya kir ku wî lêkolîneke dûr û dirêj kiriye li ser Komarê.

4- Wî bibîranîna Komarê ji çarçoveya nostaljiyê bi dûr kir û bala me kişande li ser rasteqîniya me ya îroyîn jî.

5- Wî bala me kişande li ser helwesta Qazî Muhemed ku du sê saet berî bidardekirina xwe pêşniyara muftî red kiriye, wesiyeta xwe bi farisî nenivîsiye, lê bi kurdî nivîsiye.

6- Di gotara xwe de behsa du mêrxasan kir ku min nekarî hêsir ji çavên xwe nebarînim.
Yek ji wan Xelîl Xoşevî ye. Ew tîmsala ne teslîmbûyînê ye, ew tîmsala fedakariyê ye.
Yê din jî Seyfî Qazî ye. Ev mêrxasê kurd şerê xwe li salona mehkemeyê jî û li ber sêdarê jî domandiye û serî daneniye.

Tu heqekî me tune ku em wan mêrxasên xwe ji bîr bikin an tim û tim wan bi bîr neynin.
Em ancax dikarin bi Kurdistaneke Serbixwe ruhên wan şehîdên xwe yên qehreman şad bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev