Mazlûm Kobanî û lihevkirina li Rojavayê Kurdistanê!

Mazlûm Kobanî û lihevkirina li Rojavayê Kurdistanê!

Şeyhmus Özzengin

 

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî diyar dike ku; „nabe tenê PYD di danûstandinên li gel Şamê de bibe nûnerê kurdan. Lê Mazlûm Kobanî û rêhevalên wî ji bîr dikin, ku ev heyşt sale, Kurd ji wan re dibêjin; „bi sîyasetek yekalî û totalîter hûn nikarin mafê kurdan biparêzin!“

Gelo Mazlûm Kobanî gihîştîye wê astê, ku fêm bike bi sîyasetek yekalî û totalîter „nikarin mafê kurdan biparêzin?“ Ez ne di wê bawerîyê de me! Bi bawerîya min, rewşa wan ketîye bin alozî û wendakirineke mezin û li ber têkçûnê ne. Berê xwe dane rejîma Sûrîyê û dixwazin hemû hêzên dervê PYD, YPG û HSD, bikin şirîkên vê rewşê, ku bi teslîmbûna rejîma Sûrîye re derfet di destê ti hêzên din de nemîne. Hêzên ji dervê xwe jî bikin şirîkê vê têkçûnê. Vê jî eşkere dibêje; „ew li ser vê bingehê li gel aliyên siyasî civiyane ku ENKS jî di nava wan de ye û tevahiya aliyan jî amadebûna xwe ji wê yekê re nîşan dane.“

Heta niha ENKS daxûyanîyek bi vî rengî nedaye û negotîye „em bi PYD, YPG û HSDê re hevparên danûstendinên bi rejîma Sûrîye re ne!“ ENKS daxûyanîyek wilo da be jî, hayê min jê tine ye! Mazlûm Kobanî bi zanistî dixwaze ENKS bike şirîkê têkilîyên bi rejîma Sûrîye re. Di dema derbasbûyî de, bi alîkarî û mêvandarîya Başûrê Kurdistanê, sê rêkevtin di navbera wan û ENKS de hatin programkirin. Roja ku berpirsîyarên PYD û YPG vegerîyan Rojavayê Kurdistanê, bi daxwaza rejîma Sûrîye û PKK, ev rêkevtin yek bi yek hilweşandin, înkar kirin û yekalî, totalerîzma PKK damezirandin û parastin. Li ser vê jî bê ku berpirsîyarîya van rêkevtinan bigire ser xwe, Mazlûm Kobanî dibêje; „di demên derbasbûyî de bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sê rêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicîhkirin.“

Mixabin di vir de jî berpirsîyarîya vê nagire ser xwe û nêzî xwerexnekirinê nabe. Ev jî wek helwestek konane derdikeve ber me, ku nîyetek xerab di armanca xwe de vedişêre. Başûrê Kurdistanê di demên borî de her roleke çêker lîst. Xwest ku her alîkarê Rojavayê Kurdistanê be. Her ku derfet ket destê Başûrê Kurdistanê, ticaran ev alîkarî jî red nekir. Hin di Rewşa Kobanê de û hin jî di dema Efrînê, Serêkanîyê, Girê Spî de, her alîkarî şand, rêyên dîplomasîyê bikar anî.

Bi sedhezaran koçberan ji mirinê, birçîbûnê rizgar kir û dike. Mixabin PKK û PYD li Rojavayê Kurdistanê her dijminatîya Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî PDK û malbata Barzanîyan kir. Li Rojavayê Kurdistanê Kurd kirin dijminê kurdan. Li dij Başûrê Kurdistanê, li dij axa azad û li dij malbata Barzanîyan propaganda û bi dezînformasyonan tevde gerîyan. Beşek ji Rojavayê Kurdistanê kirin dijminê Başûrê Kurdistanê. Niha hûn ji her kadro û dilxwazên PKK û PYD bipirsin „Hûn çawa li Başûr û Barzanîyan dinêrin?“ Raser wê Başûrê Kurdistanê û Malbata Barzanîyan wek dijminekî mezin bidin nîşan û bi „berdevkîya Erdogan“ binav bikin. Eynî mejî ji bona penaberên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê, ku li Tirkîye û Başûrê Kurdistanê bi cîh bûne re jî bikar tînin. Gelo Mazlûm Kobanî, PYD û PKK wê çawa ew dijminatîya ku di nav beşên Kurdistanê, di nav kurdan de li Rojavayê Kurdistanê çandîye, ji holê rake? Bê ku xwe rexne bikin û uzrê xwe ji raya giştî, ji kurdan bixwazin, wê çawa bingehek hevkar ava bikin? Ev ne mumkûn e!

Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê stratejiya PKKê hatiye birêkûpêkkirin: PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên kurdan e. Bê ruhê netewî, bê stratejiyeke Kurd û Kurdistanî tevdigere. PKK ji argûmanên têkoşîna rizgariya netewî dûr e. Esasên bidestxistinên netewî, li ser teoriya “gelan û biratiya gelan”(!) hatiye avakirin. Rihê Kurd û Kurdistanî di vê teoriyê de mirî ye. Hertişt ne li gor xwestinên netewa Kurd û Kurdistanê, li gor xwestin û armancên stratejiyên rêxistinî-partîzanî, şerê wekaletê ava bûne. Di vir de ji bona PKK Kurd, ji bona vê stratejiyê tenê qurban in. Ev di şerê Efrînê de jî derket ber me. Di siyaseta PKK de armanc ne tomarkirina serkeftinên netewî yên kurdan e. Bi xwîna kurdan tomarkirina qahremaniyên rêxistinî-partîzanî û destkevtinên şerê wekaletê ne. Ji bona şerê wekaletê, propaganda rêxistinî û xurtkirina destê hizbî esas e. Di propaganda Kobanê û ya Efrînê de jî ev bi rewşeke zelal derket ber me.

PKK, armancên wê û tahrîbatên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, yên îdeolojîk û partîzanî, bi rewşek pir zelal liber çavê me ye. Berî bi 7 salan hejmara Kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistanê nêzî 3 milîyonan bû. Ev hejmara kurdan li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, li ser axa Kurdistanê daketibû li dor 1.2 milîyon. Îro li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê hejmara Ereban ji ya kurdan pirtire. Ji Efrînê heta sînorê Qamîşloyê axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji destê kurdan derketîye. Kurd ji axa xwe hatine derxistin û koçber bûne. Nêzî 400 hezar Kurd di kampên penaberan de, di nav xêzanî û perîşanîyeke mezin de dijîn.

Gelo PYD, YPG, HSD û Mazlûm Kobanî, xwe berpirsîyarê vê malwêranîyê dibînin, an na? Rêya têgihîştina sîyasetek hevpar, bi têgihîştina sîyaseta çewt, totalîter û yekalî re derdikeve holê. Berpirsîyarî ew e, ku ji vê sîyasetê bi paş de gav bavêjin, uzrê xwe ji miletê Kurd bixwazin û bingeha mercên nû ava bikin ku bingeha sîyasetek hevpar derkeve holê.

Gelo Mazlûm Kobanî bi çi mîsyonê vê daxwazê dike?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev