Rojbûna te û berhema te pîroz be – Nura Şane!

Rojbûna te û berhema te pîroz be – Nura Şane!

Nura Şane ji destpêka weşana malpera me bi rengê xwe yê kurdewarî bû endameke ”malbeta me” û bû ”dengê me”. Wek hûn ji malperê zanin, ew bi awayekî serketî, zêdeyî 5 salan bê navbirî di heftêyê da du caran, du beşên bi sernavên ”Pirsên we û bersîvên me” û ”Nameyên evînî” bi rê va dibe. Di wan beşan da zimanê kurdî yê dewlemend, evîna di hindava miletê me û welêt da, malûmatîyên têr û tije ser Kurd û Kurdistanê, bi gotinên evînî yên kûrfikir va dagirtî hene. Ew dikare him kêrî zanyaran bê, him jî kêrî zarokên kurd bê û di wan da tovê welatparêzîyê biçîne, ji ber ku di kitêbê da malûmatîyên giranbuha hene derheqa ziman, edebîyet, dîrok, folklor û erf-edetên gelê me da, ku hinek ji wana hûn dikarin tenê di vê berhemê da bixwînin.

Û rojekê jî fikirek xuliqî, ku vê xezîneyê bigihînine tevaya miletê me. Bona pêkanîna vî karî redaktorê kitêbê Têmûrê Xelîl berê xwe da çend welatparêzan û hemûyan jî xwe bi dilxweşî xwe dane ber vî karî, bêy ku behsa heqê karê xwe bikin, ev berhema delal bû malê tevaya gelê me. Weşanxaneya navdar APECê bi serokatîya Elî Çiftçî ew bi awayekî ciwan û di nava demeke kurt da çap kir, wêneyê bergê pirtûkê yê pêşin wênekêşê binavûdeng Xalid Satar, bergê piştê wênekêşê xwedî kedeke pir Rebwar K Tahir çê kirin û xemleke bedew dane kitêbê. Eger kesek tenê hebû, ku zêde ne dixwest ew kitêb çap bibe, ew jî nivîskara wê Nura Şane bû.

Welatparêzekî din – Suleiman Sulevani derheqa vê pirtûkê da Resensyon û nasandineke bêhempa nivîsîye, ku em li jêr raberî we dikin.

”Deng û Rengê Evînê”

(Resensyon û nasandin)

Suleiman Sulevani

 

Nivîskar: Nura Şane

Weşanxane: Apec

Wêneyê bergê pêşin yê pirtûkê: Xalid Satar

Wêneyê bergê piştê yê pirtûkê: Rebwar K Tahir

Çapkirin: Swêd 2020

 

Ev berhema debut e û yekem pirtûka Nura Şane ye. Nivîskar demeke di malpera Riataza dinivîse û du rêzenivîsên malperê bi sernavên ”Pirsa we û bersîva me” û “Nameyên evînî” bi rêve dibe. Pirtûk ji komkirina van herdu beşan tê. Her çend min ew herdu beş di malperê de dixwendin lê xwendina pirtûkê çêjek û xweşîyeke cuda û taybet da min. Di berhemê de tabloyên jiyanê zelaltir dibin, fikreke giştî peyda dibe û mirov Nurayê û evîndarê wê baştir nas dike.

Ez bawer im ev yekem pirtûka kurdî ye bi tabloyên du hunermendên kurdî tê xemilandin. Ew tablo jî taybet jibo vê pirtûkê ”Deng û rengê evînê” hatine amade kirin. Bergê pêşî bi firçeya Xalid Satar e û bergê dawiyê jî bi firçeya Rêbwar Tahir e. Jibilî naveroka pirtûkê taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku di dîroka çapemenîya kurdî da nebûye, pirtûkek bi tabloyên du hunermendên profs, herdu bergên wê, pêşî û piştê bên xemilandin ku taybet jibo wê pirtûkê hatine afirandin û amade kirin. Hebe jî ez pê nizanim. Keda Têmûrê Xelîl di vê yekê de pir mezin e.

Tabloya bergê pêşî bi rengên xwe û struktura xwe ya sade û kompleks dibe werger bo hestê evîndarê Nurayê. Dil di cihekê aram û asê de. Kevoka evînê jî bi nameya spî ser xaniyê evînê xwedî mesaj e, peyamnêr e. Peyamnêra aştî û evînê ye. Tabloya bergê piştê wêneyekê Nura di odeyeke ronahî de ye, pişta wê asoyekê vekirî reng zer heye tev derîyek, pencerek û pêstirkek. Kontrastek di rengan heye û di heman demî lihevhatineke harmonîk û hostetî jî heye.

Tabloya Xalid bêyî bizane evîndar çi difikire wî tabloyeke werger jibo hişê evîndarê Nura çêkirîye. Di tabloya Rêbwar Tahir jî Nura baş hatiye diyar kirin û têgehiştin. Gelo ev têlêpatik e yan rasthatineke/tesadufek seyr û semer e?!

Beşê yekem, nameyên evînê

Nivîskarê wan name û mesajan, evîndarê Nura ye, lê ji navê pirtûkê yekser fikra mirov diçe nivîskarê wan mesajan Nûra be. Ev di destpêkê de tevliheviyeke ciwan çêdike di serê xwendevanan de. Pey xwendina wan mesajan, mirov pir tiştan fêm dike, tê derdixe nivîskarê wan ne Nura ye belku evîndarê wê ye, navê evîndar fêr dibe, li ku dijîn, çend salan bi hev re ne, temenê Nura çend e, çi problem di navbera wan de heye, rengê evîna wan çawa ye, dildariya wan klasîk e yan modern e, têkilîya wî bi Xwedê re, bi malbatê, bi heval û hezkiriyên berê çawa ye û gelek tiştên din.

Ew name weke deftera rojane tê dîtin lê gelek ji wan nameyan ne yek alî ne belku bersiva nameyên Nurayê ne, ew dialog e, gazin e, berevanî ye, spasî ye, rexne ye. Çima Nura yê tenê nivîsînên evîndarê xwe weşandine û ne yên xwe? Dibe ew projeya pirtûkeke din be yan sedemeke din hebe?!Tenê Nura dikare bersiva vê pirsê bide.

Bêgoman wêrekbûn e û tiştekê taze ye keçeke kurd nameyên hezkiriyê xwe belav bike. Ew wan nameyên taybet û xwemalî/privat radixe ber çavên me û wê evîna jidil û paqij dike tablo, dike roman, dike serpêhatî, dike rewşeke taybet, dike jiyaneke rojane û wan kêliyên taybet; sade û bê merc diyarî xwendevanan dike. Xwendevan çi hukum dike, çi bîr dike, çi dirame, xweşîyê jê digre/nagre, dersê jê digre/nagre; ew ne xema wê ye. Lê helbet mebest û mesajeke Nurayê heye ji weşandina wan nameyan.

Têgehiştina du evîndarên kurd ku dixwazin ji norm, sinurkirin û gotegota civatê derkevin, guh nedinê û jibo rastîya evîna xwe bijîn bi xweşî û nexweşîya xwe. Li vir evîndar, mêr e lê ne matço ye, ne dilhişk e, ew zilamtiya klasîk û feodalî nade pêş belku mêraniya evîndarekê têgehiştî, aram û xwedî moral; dide pêş.

Temo, evîndarê Nurayê gelek caran bi gotin û hevokên kurt û dirêj kûrîya hestên xwe bi wêrekî radixe ber Nurayê. Çend mînakên kurt:

  • Destpêka hezkirina te eşkere ye, dawî ne eşkere ye. Weke ku her kes zane kengê ji diya xwe bûye, lê tu kes nizane wê kengê ji vê dinê bar ke.
  • Xwedaya min jî, pêxembera min jî tu yî.
  • Dibêjin li ser rûyê min qerçimok tunene, lê nizanin ku ew li ser dilê min in.
  • Daxaza min a here mezin ew e, ku vê xweşikîya te, vê ciwanîya te, vê şîrînîya te bi te bidim naskirin.
  • Xwedê 4 ecêbên xweş kirin: 1. Em gîhandine hev. 2. Me bi hevdu da hezkirin. 3. Biryar kirîye qet me ji hev neqetîne. 4. Biryar kirîye me bi hev ra perçîm bike.
  • Tu bi ruh û canê xwe va hatî û ketî di nav ruh û canê min. Tu herî jî (qewlî diya min va: – belkî devê te bişkê), ruh û canê xwe nikarî bi xwe ra bibî.
  • Her tiştên ser evînê hatine gotin bo her kesî ye, xênji me. Ji ber ku hemû evîndar dişibine hev, lê evîna tu kesî naşibe evîna me. Evîna me xênji bextewarîyê, herwiha rehetîyê û aramîyê tîne, dilê min. Em di wê evînê da avjenîyê dikin.
  • Min horîya xwe dîtîye, dilê min. Ku tu bûyî a min, min ji wê rojê fêm kir, ku Xwedê heye.
  • Min êdî dest ji xwe kişandîye. Yek pirs bike tu kê yî, ez ê bêjim: – Nizanim, herin ji Nurayê pirs bikin.
  • Eşq herdem heye. Carina aram e, carna har e, carna direqise, carina dişuxule, carna difire. Lê qet ranazê.
  • Çiqas ji te bawer im, ji tu kesî ne bawer im. Ji xwe jî!
  • Ez berê difikirîm ku Xwedê tu dayî min, lê niha difikirim ku Xwedê jî nikare te bide min, eger tu nexwezî.
  • Xezala min razaye. Min delala dilê xwe kir evîndar. Ez evîndarê evîna evîndara xwe me.
  • Haaa, windakirina min? Tiştê sedî sed ez zanim, ji xwe ev e, ku tu yê qet min winda nekî.
  • Cesareta te û şerma te tam wekehev in. Herdu jî xweş in.
  • Ez bi cihanê ra dikarim despot bim, lê bi te ra dibim pisîk. Û kêfa min ji vê helwesta min tê.

Di hundurê wan nameyan hine caran rexneyên civakî jî derbas dibin, weke: ”Cana min, ka ez nimûneyek bêjim. Kurd keçên 15 salî tînin, ew keç tiştek ne dîtîye, dema hinek mezin dibe, hişê wê û hormonên wê dikemilin, êdî çav berdide hinek xortên din, difikire: – Ev hiş di serê min bûya, min bi mêrê xwe ra mêr ne dikir.

Her çend Temo mirovekê têgehiştî û pêşketî ye di fikir û tevgera xwe de lê cardin weke xortek, mafê dide xwe nade keçê û binhişê wî bi rengekê naiv/dilsaf kêfxweşîya xwe tîne ziman: ”Zewqa min a here mezin ew e, ku te berî min ji tu kesî hez nekirîye, heta bi xeyal jî hez ne kirîye. Vêca tevaya jîyana xwe a paşdemê didî min. Te tenê evîn bida, ez ê bextewar bûma, te maç û hemêz di ser da zêde bikira, ez ê pir bextewar bûma. Lê niha, gava tevaya jîyana xwe didî min, êdî sînorên min yên bextewarîyê ji vê cihanê derdikevin, weke ku ez dibim kesekî esmanî, kesekî nemir.” Rûpel 16

Temo bi awayekê şaristanî behsa evîna pêşî dike: ”Dema min û evîna min a pêşin hev nas kir, ez 17 salî bûm, ew 18 salî bû”. Paşê bi kurtî behsa çîroka xwe û evîna xwe, Nalînê dike (rûpel17-18). Di têkilyên du evîndaran de xweşî û nexweşî jî heye lê dema problem tên pêş, ji hev berdan û drama çêdibe. Nabe dema kesê sêyem dikeve çîrokê mirov karên paş jê poşman be, bike. Şer û tûnd û tîjî ne çareserî ye. Her kes dizane ”Xweşî û evîn” bi zorê çênabe.

Evîn wan herdu evîndaran pêşve dibe di her warî de: ”Pêwendîyên me ne tenê evînî ne. Kurmancîya me xurttir dibe, zanebûnên me di hêla edebîyetê û hunerê da xurttir dibe, em cihana dor û berê xwe ra dibine nas, em cihanê baştir nas dikin” Rûpel 19

Realeteta jiyanê, pirsgirêk û hezkirina kûr: ”Min carekê ji te ra gotibû li cihanê tenê ez dikarim bi te ra bijîm. Min ew ne bo wê gotibû ku tu kes wê nikaribe bi te ra bijî, lê min ji bo wê gotibû, ji ber ku ji te hez dikim, ferq nake tu çawan î. Hundurê te paqij, zelal û namûs e, derva jî hinek caran hêrs dibî, aciz dibî, ew jî ne tu yî. Hêrsa te rabe, belasebeb ser min bikî qêrîn, min ji mal jî derxî, ne xema min e. Hela di ser da kêfa min wê bê, ji ber ku tu piştî poşman dibî, dibî Xwedê. Rûpel 32

Li vir jî Temo bersiveke berevanî dide: ”Xwedê bike evîna te van fikirên tewş ji serê te derxe. Tu çawa tiştên wisa difikirî. Dîn di evîna min da tu rolek nalîze, ji ber ku ez ji te hez dikim. Belkî tu ne kurd bûyayî evîn ewqas xurt nebûya. Rûpel 35

Helbet evîna bê êş û problem tine, ji van gotinên li jêr Temo vekirî bê kod gazinên xwe tîne ziman: -”Nizanim çi bêjim. Rewşa te a van rojan niha jî berdewam e. Bingeha wê rewşê  çi ye, nizanim. Tiştê ez xwe efû bikim, nabînim. Bersîva vê peyama te a kurt ev e: – Ne wisan e, wek tu dibêjî. Dema ez dibêjim ez ne wek xwe me, qesta min ew e, ku ez ji qalibê xwe derdikevim, tu tiştekî naxwezim, tu karekî naxwezim bikim, ez ji xwe jî hez nakim.

Nikarim fêm bikim, ku tu ji ku van tiştan derdixî. Qey ez ewqas pîs im, ku tiştek ji te ra dibêjim, lê tiştek din dikim? Qey ez ewqas bi aqil im, ku dikarim bi mehan, bi salan derewên ewqas mezin bikim û di ser da jî te bidim bawerkirin?

Tiştê ez dixwezim ew e, ku tu ji wê rewşê derkevî. Zêde ne bo xwe dixwezim, lê bo te dixwezim. Van rojan min dixwest nameyek ji te ra binivîsim, lê min nenivîsî. Naveroka wê nameyê wê ha bûya: – Nura min, di pêwendîyên min û te da pirsgirêkên xwe em gerekê bi hev ra çareser bikin. Nabe em bêy hev, bi serî xwe biryaran bidin. Lê dibînim tu bêy min, bi serî xwe biryara pêwendîyên me didî. Tu tenê wê demê dikarî biryaran ser pêwendîyên me bidî, dema tu bi serî xwe bî, ango tu ne a min bî. Min ev name ji te ra ne nivîsî û ne şand. Sebeb jî ew bû, ku min ji xwe ra got:

– Belkî jî niha Nura ne a te ye, tu yê bo çi nameyeke ha binivîsî û jê ra bişînî? Rûpel 57-58

Li dereke din jî Temo dinivîse: ”Baş e, ku zêde nefret bikî, tu yê rehettir razêyî. Bi rastî jî tiştek tune, ku tu wisa difikirî. Tu dikarî tiştên biçûk mezin bikî, lê tiştên tune mezin neke. Rûpel 60

 

Gotinên hestkûr

  • Ji yekî hez nekim, ewqas sar dibim ku wî dikim qeşa. Min ji te hez kir, ez germ bûm, hevsûd ji germaya min şewitîn. Rûpel 36
  • Nura ezîz û xweşik. Ez fikirîm dema ji min pirs bikin Nura bo te kê ye, du bersîv hatine hişê min. Yek: – Nura armanca jîyana min e. Dudu: – Nura nûnera min e li herdu dinyayan. Rûpel 39
  • Ew fikira te jî ji westandinê ye. Rehet here kar dilê min, tu tişt nefikire, evîna me sergirtî be, eşkere be, razayî be, hişyar be, veşartî be – her evîn e. Rûpel 39
  • Heta tu ji yekî din hez nekî, ez deqeyekê jî te bernadim. Dema te ji yekî din hez kir, ez nahêlim tu deqeyekê jî bi min ra bî û ez bawer im ku tu yê jî nexwezî deqeyekê jî bi min ra bî. Rûpel 40
  • Tirsek: Ji evîna te dilê min bisekine. Pêşnîyarek: Di evîna xwe da bêtirs be. Rûpel 73

 

Li vir Temo jîrbûna Nurayê tîne ziman û tiştên balkêş dibêje: ”Ji wê zarê ra jî dibêjin ne normal, yê ku dibistana xwe dewsa 12 salan di 6 salan da xilaz dike. Paşê di 13 salîya xwe da dikeve ûnîvêrsîteyê û dewsa 6 salan ew di nava 3 salan da xilaz dike. Ji ber ku ew zaro ne wek hemû zaroyên cihanê ye, dertê ku ew zaro ne normal e. Rûpel54

 

Beşê duyê: pirs û bersiv

Pirsên pir xweş û hêja di vî beşî de hene, xwendevan serwext dibe derbarê pir tiştan, ji zimanê kurdî, kultur, edebiyat, kurdên Sovieta berê, kurdên diasporayê, gotinên pêşîyan, jiyana gundan û gelek mjarên din.

Mînak: ser pirsa Ronîyê Reşo – Gelo ji bo çi ji nav çend hezar kurdên Ermenîstanê gelek ronakbîrên mezin derketin, lê ji nav çend mîlyon kurdên bakur ewqas derneketin?

Bersîva Têmûrê Xelîl: Ji bo bersîva me dirêj nebe, me bersîveke ha dît, ku bawer im bersîva gelek pirsan dide:

-Her kes zane, ku aqilmendîya gelê me, zimanê kurdî, nimûneyên folklorê zêde li gundên me rind hatine parastin û ji wir derketine, gihîştine cihanê û cihan pê heyrî dimîne, me jî serbilind dike.

Dema mirov berê xwe dide gundekî Kurdistana Bakur, ji dûr va xanîyê herî bedew û herî mezin ku xuya dibe, xanîyê camîyê ye. Lê dema mirov berê xwe dide gundekî kurdan yê Ermenîstanê xanîyê herî bedew û herî mezin ku xuya dibe, xanîyê dibistanê ye. Rûpel 84

Pirsa Devliken Kelogirî – Gelo wexta Xwedê aqil belav dikir û her kes bû xwedî dewlet, kurdan çi xwelî li serê xwe dikirin?

Bersiveke xweş jibo vê pirsê û gelek pirsên din jî hene.

Pêşniyar: Pirtûk tije ye, bi kalîte ye lê hine kêmasîyên biçûk jî hene. Bo mînak hine tekst û hevok tên dubare kirin li hin deran. Her wisa hine şaşîyên çapê û rastnivîsînê hene. Ew dubarekirin û şaşî nebin wê kaliteya pirtûkê hêşte bilindtir bike û xwendina wê xweştir bike. Hine tekst baş nayên têgehiştin, ger zimanê pirtûkê hinek bê şekirin û serast kirin di formulekirina hin tekstan de, wê hêşte baştir be.

Çima gereke ev pirtûk bê peyda kirin û xwendin

  1. Naverokeke tije û wêrek bi herdu beşên xwe. Beşê yekem mijareke tabû û taze ye. Mijar bi awayekê xweş û tije hest tê raxistin ber çavan. Di peywendiyên evînî de hezkirina herdu aliyan ne yeksan e, ne weke hev e. Şêweya derbirîn û nîşandana hestan cuda ye.
  2. Tabloyên bergê pêşî û dawî yekcar watedar in û bi hostetî hatine amade kirin jibo pirtûkê. Ew bi serê xwe taybetmendiyeke pirtûkê ye û di çapemenîya kurdî de fenomeneke taze ye.
  3. Agahî û zanyariyên hêja derbarê ziman, edebiyat, folklor, jiyan û her tiştê peywendîdar bi kurd û Kurdistanê.

Erê ev pirtûk xebateke hêja ye û gaveke pêwist e di literatura kurdî ya nûjen de. Ez destxweşîyê li herdu hêjayan dikim û wan pîroz dikim, Nura jibo vê insyatîva baş û wêrek û Temo jibo azatîya nivîsîna wan nameyan. Nexşe li berhemên din.

 

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev