Amed Demîrhan: Zanîngeha Qopanî li Kurdistanê 104 sal berî Harvardê hatiye avakirin

Amed Demîrhan: Zanîngeha Qopanî li Kurdistanê 104 sal berî Harvardê hatiye avakirin

Pirtûkxanevanê kurd di bernameya ”Nûroja Dostan” a Rûdawê da

 

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûkxanevanê Kurd Amed Demîrhan dibêje, yekem pirtûkxane di dîrokê de li Kurdistanê hatine avakirin û radigihîne, “Zanîngeha Qopanî li Amêdiyê 104 salan berî zanîngeha Harvardê hatiye avakirin.”

Pirtûkxanevanê Kurd Amed Demîrhan bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya ”Nûroja Dostan” a Rûdawê û derbarê xebatên xwe de axivî.

Amed Demîrhan derbarê karûbarên pirtûkxanevaniyê weke ilmekê bi nav dike û dibêje pirtûkxane jî di nav xwe de gelek cure ne û dibêje gelek beşên wê yên taybet hene.

Ew lêkolînerê Kurd ku li ser asta navdewletî jî gelek xelat wergirtine, derbarê karûbarên di warê pirtûkxanevaniyê de, amaje bi wê dike ku di dîrokê de yekem pirtûkxane li Kurdistanê çê bûne, lê dibêje nîqaşek heye ka gelo pêşiyê pirtûkxane li Kurdistanê hatiye avakirin an li Misrê û dibêje, “Ev mijar zelal nebûye û kêm zêde herdu pirtûkxane jî hevdem bûne.”

Demîrhan dibêje pirtûkên ewilî li Kurdistanê li ser qafikan (mîna ceran) hatine nivîsandin ku dîroka wan vedigerîne bo 2 hezar sal beriya zayînê û diyar dike ku hejmara wan qafikan jî bi hezaran bûn û axaftina xwe wiha didomîne, “Çend hezar ji wan qafikan li Kurdistanê hatine peydakirin û di wan de peywendiyên bazirganî yên di navbera Misrê û Sumeriyan de hebûne. Li ser wan qafikan peyman hene, qanûn hene.”

Derbarê hatina xwe ya bo Kurdistanê piştî heyameke dirêj, Amed Demîrhan dibêje, cara yekem ew sala 2006an di dema avakirina zanîngeha Kurdistanê de hatiye Herêma Kurdistanê û sedema hatina xwe jî wiha vedibêje, “Îlanek hatibû dayîn ku pêdiviya wan bi pirtûkxanevanekî heye ku li welatekî bi Îngîlîz xwendibe û 2 sal azmûna wî hebe” û dibêje wî gelek bêriya Kurdistanê kiribû û li ser vê yekê wî xwestiye bê Kurdistanê û ji bo vî karî serîlêdan kiriye ku ew berê li Florîdaya Amerîkayê dijiya.

Amed Demîrhan ku serpereştiya avakirina pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistanê kiriye û dibêje ew yekem pirtûkxaneya zanîngehê ye li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê û diyar dike, “Dema me ava jî kir yekem pirtûkxane bû ku înterneta bê sansûr û serbest li seranserê Rojhilata Navîn tenê li wir hebû.”

Demîrhan ku di heman demê de serpereştê Enstîtuya Kelepûra Kurdî ye jî li Herêma Kurdistanê derbarê vê xebata xwe de jî dibêje ew li gel hevkarekî xwe yê Amerîkî karê dîjîtalîzekirina kelepûra Enstîtuya Kurdî li Silêmaniyê birêve dibin û diyar dike ku ev dê bibe yekem li gor standardên navdewletî.

Herwiha pirtûkxanevanê Kurd aşkere dike ku ew hewl didin Pirtûkxaneya Barzaniyê Nemir li Barzanê bê avakirin û dibêje kar û xebatên wî yên bo vê mebestê berdewam in û radigihîne, “Armanca me ew e dema ew pirtûkxane vebû, ne tenê li Kurdistanê, lê li seranserê cîhanê çend taybetmendiyên xwe hebin, li ser Kurdistanê, li ser Barzaniyê Nemir, li ser Şêx Evdilselam Barzanî, li ser Şêx Ehmed.”

Ew lêkolînerê Kurd amaje bi serdema mîrnişînên Kurd dike û dibêje, “Gotina mîrnişînêyê li Kurdistanê mixabin biçûk tê dîtin. Em bibêjin Qraliyetên Kurdistanê rasttir e. Pênaseyên wan ên fermî qral in. Di Kurdî de mîr, şah û qral eynî ne” û nimûneyekê dide, “pênaseya Mîrê Amêdiyê sultan bû. Yek ji wan ê navdar jî Sultan Husên e.”

Amed Demîrhan balê dikşîne ser wê yekê ku mîrnişînên Kurdistanê girîngiyeke zêde dane perwerdehiyê û dibêje, “Pirtûkxaneyên baş, zanîngehên baş ava kirine. Bo nimûne, Pirtûkxaneya Qopanî li Amêdiyê ku cihê wê gelek xweş e, baştirîn zanîngeh bûye li Rojhilata Navîn, ango ne tenê li Kurdistanê. Sultan Husên wê di sala 1532an ava dike. 104 sal beriya Harvardê hatiye avakirin. Ew zanîngeh ne kevintirîn e, beriya wê jî zanîngeh hebûn li Bedlis, Amed, Soran, lêbelê ew navdartirîn e. Şerefxan Bedlîsî, Evliya Çelebî, Katib Çelebî… wan gelek pesnê wê dane.” Demîrhan dibêje Katib Çelebî gelek pesnê zanîngeha Amêdiyê û xelkê navçeyê dide.

Amed Demîrhan herwiha behsa pirtûkxaneya Mîr Hacê dike li Amêdiyê û dibêje 10.000 pirtûk tê de hebûne û berawird dike li gel pirtûkxaneya konsolê Brîtanyayê li Îtalyayê ku ji mezintirîn pirtûkxaneyan bû û dibêje tevî ku di wê serdemê de hemû çapxane li Îtalyayê bûn û ronesans di heyama xwe ya herî geş de bû, lê dîsa jî hejmara pirtûkên di wê pirtûkxaneyê de ne bi qasî pirtûkên di pirtûkxaneya Amêdiyê bûn û dibêje di pirtûkxaneya konsolê Brîtanyayê li Îtalyayê de 6.000 pirtûk hebûn.

Ew lêkolînerê Kurd li ser berawirdkirina nimûneyên cîhanî li gel yên Kurdistanê di vî warî de û dibêje behsa pirtûkxaneya Thomas Jefferson, duyem Serokê Amerîkayê û nivîskarê deklarasyona serxwebûna Amerîkayê dike û dibêje dema Îngîlîzan Washington D.C dagîr kirin, pirtûkxaneya Kongreyê jî şewitandin ku tê de 3 hezar pirtûk hebûn û dibêje wan jî dixwast li şûna wê pirtûkxaneya Jefferson bikar bînin ku mezintirîn pirtûkxane bû li seranserê Amerîkayê û dibêje di wê pirtûkxaneyê de 6487 pirtûk hebûn û dibêje ew jî ne bi qasî pirtûkxaneya Amêdiyê bû.

Amed Demîrhan amaje bi wê dike, pirtûkxane û ilm hefizeya miletan e û dibêje dema pirtûkxane û ilma miletê jê hat stendin, ew milet tê bê ruhkirin û tên kuştin û radigihîne, “Ev 200 sal e, dewletên mezin li ser Kurdistanê musallat bûne û hewl didin hebûna Kurd û Kurdistanê ji holê rakin. Dema em li nexşeya cîhanê dinêrin em ne Kurdan û ne jî Kurdistanê dibînin. Dixwazin Kurdan weke fizîkî jî ji holê rakin. Ji bo wê yekê bo ku em bikarin li ser lingên xwe bimînin û ji nû ve xwe ava bikin, zarûrî ye ku em bibin dewlet” û dibêje, “Em bi xêra Herêma Kurdistanê hinekê ketine nav zimanê dewletan.”

Amed Demîrhan dibêje tevî ku niha ji ber dagîrkirina Kurdistanê û bêdewletbûnê navê Kurdan di gelek pirtûkan de derbas nabe jî, lê dibêje heyamên berê pirtûkxane û zanîngehên Kurdan ji yên xelkê pêşketîtir bûn.

Amed Demîrhan herwiha dibêje paşayê Osmanî yê wê serdemê pirtûkxaneya Mîrê Bedlîsê firotiye li bazarê û derbarê cureyên pirtûkên di wê pirtûkxaneyê de dibêje, pirtûkên tib, weternerî, astronomî, coxrafya, matematîk, pirtûkên Arîsto, Eflatûn û hemû cure pirtûk li ser her warî tê de hebûn û dibêje heta atlasa herî nû ya li Ewropayê di pirtûkxaneya Mîrê Bedlîsê de cihê xwe girtibû.

Lêkolînerê Kurd dibêje pirtûkxane bingeha medreseyan bûn bo perwerdekirina xelkê û aşkere dike ku di medreseyên Osmaniyan de heta destpêka sala 1800an ilm tê de tune bûn û tenê tiştên olî tê de bûn û dibêje di medreseyên li Kurdistanê ilim tê de hebû

Li ser peywendiyên di navbera mîrnişînên Kurdan û şahên Osmaniyan de Amed Demîrhan dibêje, peywendiya wan sedî sed hevseng bûye û radigihîne ku şahên Osmanî di nameyên bo mîrnişînên Kurdan dişandin de ku şêwazeke xwe ya taybet hebû, mîrên Kurdan weke qral bi nav dikin û behsa gotineke Sultan Murad dike ku tê de gotiye, “Kurdistan bûye bende, keleh li hember ”kafir”an û Eceman ku împaratoriya min bi xêra Kurdan hatiye parastin. Înşallah zarokên min, zarokên zarokên min û heta ku hebin ti caran qenciya mîrên Kurdan ku bo min kirine jibîr nakin û dê tim qedrê wan bigirin û diyariyan bo wan bişînin.” Demîrhan dibêje bi heman awayî peywendiya di navbera mîrên Kurdan û şahên Eceman da hebûn û herwiha radigihîne ku rikberiyek jî hebû di navbera şahên Osmanî û şahên Eceman de ka kî dê zêdetir qedrê mîrên Kurdan bigire ku di şer de nebin dijminên wan.

Derbarê dîroka nivîsê de jî Amed Demîrhan dibêje, yekem nivîs li Kurdistanê çê bûye û diyar dike ku ti nîqaşek li ser vê nîne.

Amed Demîrhan behsa alimekî din dike bi navê Seyid Elî Kurdî bûye ku dibêje wî serpereştiya teqîqeta Şafîî ya Sunneyan kiriye û diyar dike ku ew ji aliyê Şah Îsmaîl ve hat darvekirin ji ber ku murîdên wî gelek bûn û Şah Îsmaîl ji hêza wî ditirsiya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev