Hejmara duyem a “Sînemaya Serbixwe” derket!

Hejmara duyem a “Sînemaya Serbixwe” derket!

Di nav rûpelên Fanzîna “Sînemaya Serbixwe”de

nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên ku li ser

Sînemayê, Çandê û Hunerê hatine amadekirin, cih digirin.

 

Ji Edîtor

 

Silav û rêz xwînerên hêja!

 

Piştî hejmara yekemîn a fanzîna sînema, çand-hunerê bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” salek derbas bû û hejmara duyemîn a fanzîna me, li pêşberî xwendevanên xwe ye.

 

Hunera Heftemîn “Sînema” ji gelek huner û çand û dîsîplînên jîyanê pêk tê û tê de reng û dengên cuda û nû yên xwezaya jîyanê dihewîne.

 

Ev hunera ciwan ji sala 1895’an vir de weke wêneyan, bi awayên cur bi cur, erdnîgariya xweza û jiyanê xuya dike û bi saya wê jîyan, dem, deng û rengan watedar dibin û wê mijar û pirsgirêkên heyatê rave dike û digihîne mirovan.

 

“Hunera Heftemîn, di nav rojên jandar û tarî de dibe hêviyeke germ û ronak, û bihara wê bêdemsal şîn tê û vedibe…” Rû û çavên sînemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletî û pêşdaraziyan tune bike…”

 

Sala par, di meha tîrmehê de malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê dest bi weşanê kir û weşana xwe yên li ser sînema û çand-hunerê didomîne. Em ji bo sêwirandina logoya malperê gelek spasî Jujî Tasarim ve dikin.

 

Wekî ku hejmara yekemîn, di hejmara nû ya fanzîna me ya “Sînemaya Serbixwe” de jî, nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên cur bi cur cih digirin.

 

“Ji bo civakê, ji bo hunerê, ji bo jiyanê sînema…”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev