SERPÊKHATÎ, BÎRANÎN Û NÊRÎNÊN ÊZDİYEKÎ Jİ HERÊMA ÇÊLKİYAN

SERPÊKHATÎ, BÎRANÎN Û NÊRÎNÊN ÊZDİYEKÎ Jİ HERÊMA ÇÊLKİYAN

Kemal Tolan, êzdîzan

 

Keko, navê te çiye, tû kengî ji dê-bavê xwe ra çêbuyî û ji kîjan gundî yî ?

-Navê min Hesen Oba ye, ez di sala 1946 de li gundê Mişawilê, yê ku di herêma qeza Nisêbînê de ye, ji diya xwe Henîfa û bavê xwe Muro re çêbûme.

 

Keko, tû ji malbeta kîjan Mirîdayî, navê qebîla û xwedanê binemala we çiye?

-Ez ji malbata Hutiyê mirîd, yê ku xwedanê wî Şêxubekrî û ji eşîra Baminimî ya me. Bav û bapîrên min (Daremalbavana min: Ez Hesen kurê Muro, Hiseyn, Hutî, Muro, Hûtî, Homo, Şihab, Pol Paşa, Hûtî ) tevan, her yekê di wextê xwe de li herêma Tor Abdînê, ya ku gundê me Baminimê tê de bû ye jiyane. Pêşiyên me digotin, di wextekî de pêşiyên me Bahniminî, Evşî, Kîwexî û Mihokiyan tev bihevûdinê re di gundê Bahnimin/Behniminî – Behminmî de diman û hingê navê eşîra wan Kelkî-Kelikan bû.

 

Wekî dinê jî, hinga ku kurdên Bisilman hatine ketine gundê Baminimê pêve, Êzdiyên Baminmî, Evşî, Kîwexî û Mihokiyan ji gund derketine. Her yekê çuye ev gundê Evşî, Kîwexî û Mihoka avakirine û navê eşîra wan jî buye Evşî, Kîwexî û Mihokiyanî.

 

Wekî dinê jî, hinga ku mîrê Bota hatiye gundê me Baminimê, hingê bapîrê min Şihabê kurê Pol Paşa, serokê gundê Baminimê bû ye. Min di kitabeke ku ji aliyê Dengê Êzîdiyan ve û bi navê “Mêrxasên Êzdiyan- di sala 2011 de hatiye weşandin û di rûpel: 156-167 “de bahsa serpêkhatî û rewşa jiyana bapîrê xwe Şihabê kurê Pol Paşa kiriye.

 

Keko, tû kengî û bikî re zewiciyî?

  • Ez di sala 1966 de bi Fexriya keçapa xwe re zewicî me.

 

Keko tê bîra te, wexta mala we li gundê Mişawilê bû, hingê Êzdî di li kîjan herêm û gundan de hebûn?

  • Tê bîra min gava ez heft/heşt salî bûm (1958), hingê mala Saloxênê kurê Serhan gundê Mişawilê firotine Kartwêniyan. Lê em Baminimî, dûre jî tevî 20-30 malên misilmanên Kartwênî re di gundê Mişawilê de man. Di peyra hinga şer (bihevçûn)ek di navbêna Êzdiyên ji eşîra Baminimî û bisilmanên ku ji Kartwênê hatine derdikeve, mêrekî Kartwênî giran birîndar dibe, hingê bavê min dêje Baminimiyan, ezê vî birîndarî bivim li gundê Kartwênê teslîmî xwediyên wî bikim û bêjime wan, gava tiştek bi vî birîndarê we hat, hingê hûn min cizabikin. Hûn Baminimî jî, ji gundê xwe Mişawilê dernekevin û bi tu deveran ve koçber nebin. Heta bavê min wî mêrkê Kartwênî dibe teslîmî xwediyên wî dike û tê, dibîne ku Baminimiyan jî ji gundê xwe Mişawilê bazdane, hinekê çûne gundên Qulika, Mizîzex, Fisqînê ûhwd. Mala bavê min di gundê Mişawilê de dimîne bitenê. Bavê min jî di pey van buyeran re mala me tîne gundê Qulikan (pêşî ev gundê Êzdiyên ji eşîra Dasikiyan bû). Hingê gundê Qulikan jî di bin destên bisilmanan de bû û heta ez di sala 1985 de hatime Almaniya jî, mala me li gundê Qulikan bû.

 

Keko, tû dikarî ji kerema xwe ra, niha bahsa hinek buyer û zilma ku Dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman li me Êzdiyan kirine bikî?

  • Weke ku min berî niha jî got û bi 10 navên bav û kalikên xwe da xwanê, berê gundê Baminimê, yê ku li bakurê Kurdistanê û di nav herêma bajarê Nisêbînê de ye, yê bav û papîrên min bû. Lê divê bê gotin ku, Suryanî (File) jî di gelek van gundên mîna Kefnas, Baminim, Afşê û hwd, jî jiyane û di gelek gundan de vêga hêjî gelek şûnwarên kevn û bi taybetî jî kavilên dêrên dîrokî hene.

 

Mînak: Di nav evayiyekî wê yê kevnde 366 mezel (oda) hene.

 

Fermanê şerê Bagokê:

Bavê min Muhro digote min, ez di wextê vî şerê Bagokê (yê sala 1910-?) de 3-4 salî bûme. Lê kalikê te Hiseynê Hutî, buyera şerê Bagokê ji min ra weha digot, “Di nav şerê Bagokê de gelek Êzdiyên ji eşîra mihoka, efşiya, kivexiyan ûhwd. hebûn.

 

Piştî vî şerê Bagokê, hikumeta Tirkiyê bi alîkariya hinek sofî û axalerên bisilmanan, fermana me Êzdiyên ku di herêma çiyayê Bagokê de hebûn derxistin. Gelek Êzdiyên li derdora çiyayê Bagokê de hebûn kuştin û em kesên ku ji ber ferman mabûn jî di cîhekî de anînine cem hev û gotin, gereke hûn jî ji vê herêmê derkevin. Dûre bavkalikê te Hiseynê Hutî dêje gundiyên Êzdiyan, ma emê ji virê bazdin, emê bikurve herin, ez va tevî merivê xwe diçim dikevime çiyayê asê û ezê li dijî leşkerên dijminan bi mêranî şerbikim. Di pey vê biryara Hiseynê Hutî de, gelek Êzdiyên dinê jî çûn di çiya de li dijî dewletê berxwedan.

 

Di nav zargotina me û li ser berxwedana Êzdiyên ku ketibûne çiyayê Bagokê, ev kilam dihate gotin:

 

Kutikê li milê Hiseyînê Hûtî xweş qumaşe

Êrîşa Romê ye pêşîn gihîşte mala Pol Paşe,

Hûseyînê Hûtî gazîkire refên Êzîdiya ye

digote:„Ha bavim, de dest bavêjine Tivinga ye,

Guhbidine dengê kewê gozel, ev roj roja namûsê ye,

nehêlin „Roma Reş“ bikeve cî û warê me Êzîdiya ne.

 

Dûre gava leşkerên dewletê û sofiyan dîna xwe danê, ku ew nikarin di nav wan çiyên asê de, bi me Êzdiyan re şerbikin, ewan em hîştin di halê xwe de. Piştî demekê zilamên hikumetê hatin gotine me, werin va afû derketiye, kî çeka di destê xwe de bîne teslîmî me bike, em ceza nadinê û tiştekî pê nakin. Em cardinê hatin vegeriyane gundên xwe.”

******************************************

Li goriya ku min bihîstiye, gava dewleta tirk di herêma me de bi alîkariya serokeşîrên Kurdên bisilman, amê min Hutî, yê ku bisilmanetî qebulnedikir, di gundê me Baminimê de kuştine û pêve, mala me hatiyê gundê Mişawilê. Li Mişawilê jî axalerên bisilmanan cardinê giliyê bavê min Muro kirine û lewma jî esker (leşker)an her gav êrîşî ser Mişawilê kirine. Rojekê hinga bavê min diçe Mizîzexê, leşker dikevine rêya wî û wî teslîm digrin. Dûre bavê min Muro, bê îfade û mahkemekirinê dixine nezaretê. Hinga Sihîdê Nicma”Mecel, xalê Derwêş û Davud Nicma ” li bajarê Nisêbînê dibihîze ku, leşkeran li ser giliyê axayên bisilmanan Muro (bavê min), bê îfade û mahkemekirinê xistine nezaretê, ew camêr diçe dêje qaymaqamê Nisêbînê, Muro yê Hiseyin zilamê mine, tu sucê wî tûne û divê tû wî ji nezaretê berdî. Di peyra bavê min (di sala 1942? de) ji nezaretê têye berdan, dûre ew yeksêr diçe yazîxana Sihîd û Sihîd dêje bavê min, niha min te ji yuzbaşiyê eskeriyê sitandî, tû vêga yekser here Mişawilê û êvarê tevî zarokên xwe bireve, here binya xetê (Sûrîyê). Bavê min weke ku Sihîd gotibuyê dike û (di sala 1942?) diçe li Sûrîyê (bin xetê) digihîje mala Haco Axa. Ez hingê hêja ne hatibûme dinê.

 

Dibêjin, wê şeva ku bavê min ji gund reviya ye şûnde, roja dinê serê sibê esker cardinê tê davêje ser gundê Mişawilê hemû qîz, xort, zilam û jinên Mişawilê li bênderê dicivînin û dêjine wan ka Muro yê Hiseyin kî ji we ye?

 

  • Gundî jî dêjin, Muro yê Hiseyin çawa doh gihîşte malê, rahîşte çeplê jin û zarokên xwe, çuye bin xetê.

 

Bavê min digot, “hinga ez çûm li Sûrîyê gihîştime mala Haco, hingê Hesenê kurê Haco li Sûrîyê bi rayên Kurdan bûbû parlementerê Sûrîyê. Dûre dewleta Firansa gote Hesenê Haco, eger hûn Kurd neçin wan gundên Tirkiyê, yên nêzîkî sînorên Sûrîyê ne talan nekin û li dijî dewleta tirtkiyê şer nekin, em we cardinê nefîbikin.

 

Mala Haco hatin ketine çiyayê Bagokê û gotine mala Çelebî, Saloxên û gelek axalerên din, divê hûn jî werin bi me ra rabin, em li dijî hikumeta Tirkiyê şerbikin. Wexta ku dewleta Tirkiyê ev banga mala Haco bihîstin, rabûn gelek ji wan axa û begên ku di deverê de dixwastin bi mala Haco re alîkarîbikin girtin û ew kirine hepsê.

 

Di pey ra hinek kes, diçine nav çiyayê Bagokê û dêjine mala Haco, hikumeta Tirkiyê bi pîlanê servegirtina we hisiyayen, gelek ji axa û begên di deverê me de girtin û ew kirine hepsê.

 

Hinga mala Haco mane bi tenê, ewan jî nikarîbûn bi tenê li dijî hikumeta Tirkiyê şerbikin, ew mecbûrdibin vedigerine Sûrîyê.

 

Dema ku hikumeta Feransa bihîstin, mala Haco axa li dijî Tirkiyê şernekirine û vegeriyane cîhê xwe, ew jî ban Hesenê Haco dikin û dêjinê, me mercên xwe ji te re gotibû. Wekî ku te bi dewleta Tirkiyê re şer nekiriyê, divê em te nefî Şamê bikin. Ez jî bi Hesenê Haco re çûme Şamê. Piştî demeke me li Şamê qediya û pêve, em cardinê vegeriyan hatine cîhê xwe.”

 

Gava bavê min ji Sûrîyê vedgere, ew tê dikeve gundê Mişawilê. Heta vê dawiyê, min dît ku 3-4 malên bisilmanan di Baminimê de hebûn, lê niha tû kes ji bisilman û êzdîiyan tê de nemane. Baminimê niha tev kavil û xirabeye.

 

******************************************

 

Min got, ez li gundê Mişawilê çêbûme. Gava ez di sala 1966 de çûme xizmeta leşkeriya tirkan kir, hingê sê zilamên Fileh jî (navê diduya Lahdo bû û yê yekî jî Polis bû) li ba min bûn. Gava serleşkerê (çawîşê) me navê Lahdo û Polis bihîst, ewî gote wan, hûn kafir û ne bisilman in. Dûre gote min, ma Hesen tû çiyî?

  • Min jî rast got, min got ez Êzîdî me.

 

Dûre dîsa ji min pirsî, ma tû Mihemed Pêxember nasdikî?

  • Min got, belê ez dizanim Mihemed Pêxember kiye.

 

Gava min wisa got, ewî dîsa got, de wekî tû Mihemed Pêxember nasdikî, tû yê rojekê werî ser dînê Mihemed Pêxember.

 

Bi van peyva min xwe ji wê neheqiya ku ewan li Lahdo û Polis dikirin, xilazkir û dûre tu kesî newêrabû ji min ra xeberan bide. Min gelek caran didît ku leşker û serleşkeran digote, Lahdo û Polis, heta ku hûn şahdetiya xwe li ser bisilmanetiyê ne nin, emê timî bi we bikufirn û bêjine hûn jî (ew peyva ku em Êzdî jê acisin)… Lahdo û Polis timî bi gelek sihetan li ser piyekî disekinandin û ciza didane wan.”

 

Keko, tû dizanî ev buyera 37 Êzdiyên gundê Kîwexê ku di şikeftekê de hatine kuştin, kengî qewimiye û sedemê wê çibune?

  • Li goriya ku min bihîstiye, kuştina van 37 Êzdiyên ji gundê Kîwexê, ji ber dûbendî û nakokiyên ku di navbêna dû axayên Kurdên bisilman de hebûne qewimiye………..

 

Keko, tû çuyî dibistanê û te xizmeta leşkeriya Tirkiyê di kîjan salê de kiriye, gava tû hatî Almaniya yê tû çend salî buyî û çewa hatî Almanya yê ?

  • Di wextê zarokatiya min de dibistan di herêma me de tûne bûn. Min di sala 1966 – 1968 de xizmeta leşkeriya Tirkiyê kir. Ez cara pêşîn di sala 1979 de û vê cara dawî jî di 1985 de hatime Almaniya yê.

 

Keko, tû çima û ji ber çê hatî Almanya?

  • Di wan salên 1985 de hikumet/eskeriya tirkan, tu rihetî ji me hemî gundiyên ku di herêma Nisêbînê de bûn, nehîştibû. Her dihatin, di avîtine ser malên me gundiyan û digotin, “divê hûn van gundan derkevin, valebikin, birevin ji xwe ra herine deverinî dinê….”. Min jî rahîşte çeplên 12 zarokên xwe û em di rêya şebekê de hatine Almaniya yê.

 

Keko, gava tû hatî Almanya, hingê te dixwast çend salan û pêve vegerî welat?

  • Min qet bawer nedikir ku ezê ewqas zêde li virê bimînin. Min hingê lave ji Xwedê dikir û digot, Rebî tû bikî ku em çendsalan li vêderê bimînin, bihêle qene em heqê mesref û deynên xwe deynin….. Ez qet ne difikirîm ku emê ewqas sal li virê bimînin û bivine hemwelatiê Alman jî.

 

Keko, gava tû hatî Almanya, te di destpêkê çi zahmetî dîtin û mayî heyîrî?

  • Zahmetiya min a mezin, ne zanîna ziman bû û li ser bîrûbaweriya min tu tahdeyî li min nebuye.

 

Keko, çi ji jiyana welat a xweş têye bîra te û te herî zahf bêriya çî welat kiriye?

  • Ez gelekî li ser wan hestiyên bav û kalepîrên difikirim û min zahf bêriya wê axê kiriye. Ez bêriya wê tifaq ku me li wirê hevûdinê digirt dikim. Her çiqas li vêderê dahdeyî û zilma olî li me ne be jî, ez xerîb dihesibînim. Min bêriya welatê xwe kiriye.

 

Keko, li gor dîdina te, tu yê heta çiqasî li vî welatê Almaniya bimînî anjî tû dixwazî rojekê bi temamî vegerî welatê xwe?

  • Min hêjî hemwelatiya Alman heqnekiriye. Ya ku ezê bi tamamî vegerim jî, ne di destên min tenê de ye. Lê min dixwast ku ez bikaribim carnan herime welat û bêm.

 

Keko, eva serê çend sala qet û neçuyî gundê xwe û tû bêriya gundê xwe nakî ?

  • Ez eva 26 salan qet neçûme welat û min gelekî bêriya ku ez biçime ser tirba miriyên xwe kiriye.

 

Keko., mesele tû niha vegerî welatê xwe, tû çi dixwazî li welatê te hebe û tû çi dixwazî bikî ?

  • Ez dixwazim weke berê, çend malên bira û pismamên di gunde li derdora min hebina û em bikaribin tevî cînarên xwe di aşîtî û azadiyê de bijîn. Em li ser kok û eşîra xwe jiyanê bidomînin. Ama, ev jî zahmetin…….

 

Keko, weke ku ez dibînim, tû ji welat bêtir li Almanya jiyan dikî, li goriya dîtina te kîjan welat ji te ra xweşe li almanya weke welatê xwe dihesibînî?

  • Ez almaniya yê qet weke welatê xwe na hesibînim, lê ji welatê min gelekî xweştir e.

 

Keko, tû bawerdikî gava meriv li xerîbiyê be, meriv zêdetir nexweṣ dibe ?

  • Raste, xerîbî tev dibe nexweşî .

 

Keko, tû ji zarokên xwe memnûnî, ew li te dipirsin, bi ser te ve diçin û tên?

  • Mala Xwedê ava û siheta zarokên min jî gelekî xweş be. Heta niha tu astengî di navbêna me de çênebûne. Her kes ji me bi kêrî xwe tê……

 

Keko, nêrîna te li ser wan kesên ku bi almanan (xerîban) re zewicîne çiye ?

  • Ez qet baş nabînim, urf û adetên me û alman qet nabin weke hevûdinê. Ji xwe em dibînin, kî ji xerîban ku bi alman re zewiciye, ew piştî çend salên dinê dîsa pojman buye û dev ji hevûdinê berdane.

 

Keko, şîretên ku tû li zilam û jinên di nav malê de lihevûdinê nakin çine ?

  • Pêşiyên me timî digotin, kesî ku bê kêmasî be tûne. Di pêşgotineke dinê de jî tê gotin, wextê ku sîha sibê li ser te ne sekine, ya êvarê jî zor e. Vêca, gava jin anjî zilamek ji mala xwe acisdibe, bila vê pirsê ji xwe bipirse, gelo hêjaye ez ji bo kêmasiyên piçûk hêlîna xwe xirabikim?

 

Keko,tû dikarî ji me ra bêjî, ka Êzdî di nava şîn, şahî, mal û baweriya xwe de çiqas qîmetê didine jinê?

  • Em Êzdî dêjin, gava zilamê malê ne li mal be û mêvanekî malê bê, ku kevaniya malê hurmetê bide wî mîvanê hatî, ew jin hingê taca serê mêre. Ezdî naxwazin ku hetîketî bikeve nava jin û mêr.

 

Keko, li goriya dîtina te, çima heta vêga sed û hedên Êzdiyatiyê ne hatine nivîsandin?

  • Bi dîtina min, ev kêmasiya rihanî û mîrê şêxa ye. Divabû ew ji vî babetî ra zêde xwedî derketina, ewan dikarîbû xwandin û nivîsandinê di nav me de xurtir bikin. Ew tirsa ku hinek oldarên me digotin, ku Êzdî bixwînin wê ji dînê xwe derkevin, ne rast bû. Xwandin û nivîsandin ji me Êzdiyan re ne guhne ye.

 

Keko, te çend salên di qomîta rêvebirya Mala Êzdiyan ya Oldenburgê de karkir û erka te çibû?

  • Piştî ku me avayê Mala Êzdiyan ya Oldenburgê avakir û pêve, ez di sala 1996 de weke endamê rêvebirya Mala Êzdiyan ya Oldenburgê hatime hilbijartin û min heta sala 2008 an xizmeta karê şîretkarî, şêwirdarî û civakî dikir. Min piştî hinek nesaxiya xwe, dev ji karê endametiya qomîta rêvebiryê berda. Lê, ez niha jî fedayê Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê me û tiştê ku bikeve aliyê min, ez texsîr nakim…

 

Keko, li gorî te ev perçebûna di nava endamên civata ruhanî, dîndar, rewşenbîr û ciwanên civaka Êzdiyan de çêbuye ji kurê tê û çima ew nikaren bihevûdinê ra tevgereke civaka Êzdîtiyê bidamezirînin?

  • Perçebûn ji me re ne tiştkî qence û em bi vê kêmasiyê nagihêjine tu deveran. Gava em bihev re yekbin, wê gotina mjî li ba xelqê zêdetir perebike û emê jî bivine qewmiyeteke ku winda ne be. Gereke em bi xebera her xelqî nekin û ji koka xwe ra xwedî derkevin. Wekî bav-kalên me bi hezarên salan ve û di bin hemî zilm û zorê de çanda ola xwe parastine, em dikarin di rihetiyê, demoqrasî û azadiya ewrupa de, hîn ji wan jî zêdetir li hevûdinê xwedî derkevin.

 

Keko, tû ji van endam, rêvebirên mal û komelên Êzdiyan yên ku vêga xizmetê dikin raziyî ?

  • Min neçuye li xebat û karên mal û komelên Êzdiyan ne şopandiye. Ez bawerim, ewan qet tiştek jî ne kiribin, bi hindikayê çend Êzdî gihandine hevûdin û li goriya derfetên xwe kardikin.

 

Keko, nêrîna te li ser pêşeroja Êzîdiyên li xerîbiyê çawa ye?

  • Ez dibêjim, pêşeroja Êzdiyan wê baş be. Niha gelek ciwanên me dixînin û bûne xwediyê gelek meslek û şuxlên baş. Hêvîdarim ku em Êzdî hêjî civata xwe bi pêşbixînin, zêdetir li qewmiyeta xwe re xwedî derkevin û tifaqa xwe mestirbikin. Em bizanibin ol jî bi hêza qewmiyetê tê xwedîkirin.

 

Kekê Hesen, ez pir kêfxweṣ û dilṣadbûm ku te wextê xwe da min û birayê Mecîd Kurdo û em li mala te bûne mêvan, te dilê xwe ji me ra vekir û min karîbû van pirsen xwe ji te bikim. Vêca tû dikarî di dawiyê de, bahsa daxwaziyên xwe yên ku min nikarîbû anjî min ne anîne ser ziman bikî?.

  • Ez jî dibêjim, mala te ava be ku tû hewqas zahmet didî xwe û giringiyê didî xwedîkirina vê çande, civak û qewmiyeta me. Hêvîdarim ku hinek pismam û zarokên min jî karibin ji van gotin û serpêkhatiyên min nasnama xwe bêtir nasbikin, li ol û çanda xwe re jî xwedîderkevin.

 

Xwedê vê ritbe û mekteba te hêjî mestir bike…

 

Her wisa gelek spas ji bo alîkariya birayê Mecîd Kurdo jî.

Mecîd Kurdo –, Kek Kemal ez zahf dilxweş bûm ku tû van bîranîn, serpêkhatiyan, çîrok, rewşa jiyan civaka me a li gundan, gelek urf û adetên me li ser singa rûspiyên me û bi zimanê me tomardikî. Ev arşîva te wê ji bo pêşerojê dewlemende û xwezî mal-komelên me jî ev xizmeta te ji xwe ra bikirina mînak. Siheta te xweş…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev