”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 14

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 14

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a şeşan çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA – 6

Û ev hesînên hinkûfî tevaya merivayê ne, ku bi bawerîya Î. A. Orbelî, ew bi bedewwîyeke rasteqîn hatine nivîsar, lema jî wê destanê datînin li rex sertacên çanda cihanê yên wisa binavûdeng, wek ”Romeo & Juliet”, ”Tristan & Isolda”, ”Abesalom & Eteri” û efsaneya derheqa Leylê û Mecnûn da. Lema jî tiştekî ecêb nîne, ku ew berhema heta îro ji deh caran zêdetir çap bûye, ku him ji alîyê zanyarên welatên dereke û him jî ji alîyê kurdan da hatiye wergerandinê, amadekirinê û çapkirinê. Lê xudanê malûmatîyên pêşin yên derheqa destana ”Mem û Zîn” da û xwedîyê wergera pêşin di cihanê da ya ser zimanekî awropî (rûsî) rohilatzanê Rûsîyayê A. D. Jaba ye, ku vêrsyonên destanê yên folklorî û lîteraturî peyda kirine, û M. B. Rudenko jî li ser wê berhema bêhempa lêkolînên zanyarî kir. Margarîta Borîsovnayê wergera ”Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî (M., 1961) dîyarî bîranîna geş ya Î. A. Orbelî kirîye, yê ku di nava tevaya jîyana xwe da bal kişandîye ser wê berhema bêhempa û helbestvanê meşûr, di nava gotar û xeberdanên xwe da pir caran behsa wê sertacê û nivîskarê wê kirîye.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku Ahmedê Xanî, ku serpêhatîya gelêrî kirîye bingehê evîna bedbext, bi awayekî sergirtî ramanên welatparêzîyê, fikirandinên felsefeyî, bawerîyên xwe derheqa avabûna cihanê, olê û h.w.d. bi nazikayî û hostatî di berhema xwe da bela kirîye. Bi vê yekê va girêdayî Î. A. Orbelî nivîsîye: ”Di dîroka wêjeya Rohilatê da pir hindik berhemên wêjeyî hene, ku berî gelek sedsalan hatine nivîsar, û di wan da kêm caran reng û rûyê miletîyê, daxwez û armancên gelêrî û netewetî û sêwirandina efrandinê ya ser dereceya ewqas bilind hene…”41 Lema jî, bi bawerîya wî, Ahemdê Xanî bona bi mîlyonan kurdan, ku li hemû perçeyên Kurdistanê dijîn, hesab dibe wek alaya çandî, ku bi navê wî hema bêje sond dixun.

Em di ser gotina xwe da dikarin zêde bikin, ku Xanî xên ji destana ”Mem û Zîn”herwiha qezelên dilnazik (beşeke wan bi wergera M. B. Rudenkoyê bi zimanê rûsî derketine), qesîde, ode, herwiha çend gotarên derheqa helbestvanîyê û felsefeyê da nivîsîne, ku bi destnivîsar hene. Dervayî wê, Xanî ferhenga helbestkî ya erebî-kurdî bi sernavê ”Nubar” (”Berê pêşin”) sêwirandîye, ku bi gotina wî ”bona wan zaran e, ku di medresê da dixwînin”. Helbestvanê welatparêz bi kîsî xwe li bajarê ber dilê xwe ezîz – Bazîdê medrese çê kirîye û li wir bi xwe wek mamosta dersên zimanê kurdî dane. Ewî hewil dida zimanê kurdî derxe ser dereceya zimanê lîteraturî û wî ”dayne li rex zimanên farisî, erebî û tirkî”.

Gerekê bê gotin, ku di karê lêkolînkirina wêjeya kurdî ya sedsalên navîn keda M. B. Rudenkoyê pir mezin e, ya ku ne tenê ser sertaca ”Mem û Zîn” lêkolînên zanyarî kir çap kir, lê herwiha berhemên helbestvaên sedsalên navîn yên jorgotî çap kirine, yên wek Selîm Silêman (M., 1986), Feqîyê Teyran (M., 1965), Herîs Bîtlîsî (M., 1965) û bi wê yekê va di kurdzanîyê da rêçeke nû vekir – lêkolînên li ser wêjeya kurdî li ser bingehê sertacên destnivîs. Berhema M. B. Rudenkoyê ”Nivîsên derheqa wêjeya kurdî ya sedsalên navîn da” piştî wefata wê hate çapkirinê (SPb., 2014).

Lê li Kurdistanê bi xwe da tenê berevokeke ji sê beşan bi sernivîsara ”Gazîya Welat” çap bûye, ku helbestên çend şairên kurdan yên di sedsalên navîn û destpêka sedsala XX di wan da cîwar bûne (Stembol, 1919 – 1920).

Eger em behsa wêjeya kurdî ya bi zaravê kurmancî bikin, em dikarin bêjin ku malûmatîyên derheqa wê da pir hindik in. Tenê navê sê helbestvanên nîveka sedsala XX eyan in, ku bi mijara lîrîka bajarvanîyê nivîsîne: Cegerxwîn (1903-1984), Osman Sebrî û Qedrî Can. Çend malûmatîyên derheqa van helbestvanan da di pirtûka M. Xeznedar da (”Derheqa dîroka wêjeya kurdî ya nûdemê da”, M., 1967) û di antolojîya bi du cildeyan ya ”Dîroka wêjeya kurdî” da, ku sala 1985an ji alîyê Q. K. Kurdoyev da li Stokholmê hatîye çapkirin, li wir nimûneyên helbestên van şairan bi cî bûne. Çar berevokên helbestên bedew, kûrfikir û bi welatparêzîyê va dagirtî yên şairê di nav gelê kurd da pir hezkirî Cegerxwîn çap bûne (Stokholm, 1971, 1981, 1983, 1985).

 

* * *

Wêjeya nivîskî ya kurdên Pişkavkazê, ku wana jî bi zaravê kurmancî nivîsîne, di dema Sovêtîyê da xuliqî û wê yekê bi awayekî tesîr li ser tradîsyonên edebîyeta miletîyê kir. Ew pêvajo di rûyê ji hev dûrbûna kurdan di hêla erdnîgarîyê da pirtir hate kûrkirinê, ku qederê ew belayî li ser komarên cuda-cuda yên Sovyeta berê kiribû, di ser da jî di nava warekî di hêla êtno-kûltûrîyê da bo wan xerîb. Wêjeya kurdî ya kurdên Pişkavkazê, ku bi riya pêşketinê ya dijwar ra derbaz bû – ji sazkirina edebîyeta nû li ser bingehê herfên kîrîlî heta avakirina naveroka bi ramana nû – bû beşeke edebîyeta Sovêtîyê ya pirnetewe. Piranîya nivîskaran ji Ermenîstanê bûn, ku ji wana çend şair û nivîskarên wisa derketin, ku berhemên wan di nava kurdên dervayî welêt da hatine naskirin û hezkirin (Erebê Şemo, Ahmedê Mîrazî, Xelîlê Çaçan, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Sehîdê Îbo, Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen û yên din). Edebîyeta kurdî kêmtir (piranî wêjeya helbestkî) li Azirbêcanê û Gurcistanê pêş ket (Şamîl Eskerov, Baxçoyê Îsko, Taharê Biro, Cerdoyê Esed, Ezîzê Îsko û yên din). Wêjeya kurdên Pişkavkazê, ku di ”govenda” edebîyeta Sovêtîyê da pêş diket, ji rehên xwe yên miletîyê dûr ket. Lê pevgirêdana xwe ya bi tradîsyonên wêjeya miletîyê ra qut ne kir. Di dema Sovyet da berhemên wêjeya kurdî ya sedsalên navîn yên here baş hatine çapkirinê, efrandinên nivîskarên kurd bi zimanên komarên din dihatine wergerandin, berevkirin û çapkirina nimûneyên zargotina kurdî berdewam dibû. Di wê dewranê da, di rûyê paşmayînên Daîêkirinê (Perestroyka) da edebîyeta kurdên Pişkavkazê tam ji hev ket, hilweşîya.

 

* * *

Wêjeya bi zaravê goranî, ku di başûr-rohilata Kurdistanê da zimanê edebîyeta nivîskî bû, wek zaravê bakur (kurmancî) piranî bi berhemên helbestkî, şiêrên dilnazik û ruhanî va hatîye raberkirin.

Xwesma di dema Mîrîtîya Erdelanê ya xurt da, ku ji sedsala XII heta nîveka sedsala XIX hebû, wêjeya bi zaravê goranî pir pêş ket, li wir ew zarav xwedî statuyeke fermî ya zimanê wêjeyî bû. Bi zaravê goranî wêjeyeke berî îslamê û ya piştî îslamê ya pir dewlemend hatîye parastin, ku di wan da sertacên edebî yên ser dereceya efrandarîyê ya bilind hene.

Ji berhemên destana romantîk evên han gihîştine rojên me: ”Xurşîd û Hewar” (nivîskarê nenas) – serpêhatîya derheqa evîna desthilatdar Hewar û keça împêratorê Çînistanê qiralîç Haramanê; ”Şîrîn û Ferhad” ya Xaneyî Qubadî (1700-1759); ”Behram û Gulandem” ya nivîskarê nenas; ”Leyl û Mecnûn” ya helbestvan Weledxan (1875).

Ji berhemên efsaneyî yên mêrxasîyê em dikarin navên du destanên Mîrze Cemerezî ”Cihangîr û Rostem” û ”Şerê Nadir-şah” (1850), herwiha ”Zohreb û Rostem” û ”Heft stiran derheqa Rostem da” yên nivîskarê nenas raberî we bikin.

Wêjeya bi zaravê goranî, ku xwedî tradîsyonên ruhanî yên gelek sedsalan e û bi ruhanîya ehl-î heq (”evdên ser heqîyê”) va girêdayî ye, bi sertacên wêjeyî yên nivîskî va dewlemend e (serpêhatîyên derheqa jînenîgarîya melekan da, bingehên olî, berevoka duayan, destanên derbarê xuliqîn û avabûna dinyayê da).

Di helbestvanîya bi zaravê goranî da, wek ku di nava berhemên êpîkîyê yên stiranên kurdan yên folklorî da, helbestên bi malikan, bi çarxetan pir belav e, û wek îzbat em dikarin behsa berevoka helbestên şairê kurdan yê sedsala XVI Mele Parêşan ya bi sernavê ”Parêşan-Name” bikin.

Ji helbestvanên navdar yên paşdemê, ku helbestên ruhanî yên bi zaravê goranî nivîsîne, Xanaî Qubedî ye – xudanê berhema ”Selawet-Name” (sedsala XVII) – û Ebdurrehîm Seîd Tevegozî ye bi naznavê Mewlewî, ku herwiha bi naznavekî din – Madûm (1806-1882) jî tê naskirin, ew bi berhema ”Akîdeyî Merdî” û kitêba ser pirsên zanyarîya ola îslamê jî navdar e.

Helbestvanîya lîrîk, a nazik bi zaravê goranî bi taybetmendîyên xwe va berbiçav dikeve, ku şairên navdar Mustefa Besaranî (sedsala XVII), Ahmed-beg Komasî (sedsala XVIII), Mîrze Camerezî, Mewlewî (sedsala XIX) û yên din nivîsîne. Ji şairên mîstîk yên binavûdeng em dikarin navê van kesan bidine rêzê: Mela Tahir Hewremanî (sedsalên XVII – XVIII), Mahzûnî (sedsala XVIII) û yên din, ku helbestvanîya şairê sûfî Baba Tahir – xudanê çarxetên gelek binavûdeng, ku bi zaravê lûrî hatine nivîsar (sedsala X) – tesîr li ser helbestvanîta wan kirîye. Gerekê bê destnîşankirinê, ku wek M. B. Rudenkoyê texmîn kirîye, taybetmendîya tevaya helbestvanîya bi zaravê goranî nivîsî ew e, ku ew gelek sade û bi zimanekî zelal, bi zanebûnên kûr û di hêla helbestvanîyê da ser dereceya gelekî bilind hatine nivîsar. Ew bi wê yekê va tê şirovekirin, ku helbestvanîya bi zaravê goranî, wek helbestvanîya sûfîyan ya destpêkî, bo gelê sade hatîye nivîsar.

Di dîroka wêjeya nîveka pêşin ya sedsala XIX (bi goranî) da efrandarîya Mewlewî cîyê herî bilind digire, yê ku xênji berhemên felsefî û olî-dîdaktîk, qesîdeyên bêhempa jî nivîsîne. Helbestvanîya Mewlewî çiqas kûrfikir be, ewqas jî sade ye. Helbestên wî bi welatparêzîya di hivdava axa welêt, bi bedewîya xwezayê va dagirtî ne, nêzîkî dilê milet in, ku ji şairê xwe hez dike û qîmet dide berhemên wî, wana werdigerîne ser zaravên din, bîranîna wî di dilê xwe da diparêze. Îro navê Mewlewî li Kurdistanê li gelek kolanan û dibistanan kirine. Yek ji hevalbendên Mewlewî derheqa mirina wî da helbesteke diltazîn nivîsîye, ku tê da tevaya hezkirina milet bo wî şairê binavûdeng xuya dibe:

 

Eger ji esman xwîn dibare — ew şîna mirina Mewlewî dikin,

Eger xelkê heznî xwe reş girêdaye — ew şîna mirina [Mewlewî] dikin,

Ew serkanîya zanebûnan û aqilmendîyê bû, serkanîya rastîyê û paqijayê,

Ew merivekî aqilmend, mîrekî cihana ruhanî yê zane bû,

Ew herwiha cindîyê helbestvanîyê bû, — helbestên jîyanê, herwiha helbestên ruhî…42

(Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl)

 

Dîwana helbestan ya Mewlewî, ku çend caran hatîye weşandin, cara pêşin ji alîyê pêşekzanê mezin di dereceya wêjeya Rohilatê ya klasîk da, Ebdule Kerîm Mideres (Bexda, 1961) da hate çapkirin. Û ew çap bû bingeh bona li ser mîrata dîwana Mewlewî lêkolînan bikin, û ev karê pîroz wêjezanê kurd yê binavûdeng, helbestvan û rojnamevan Enwer Qadir Mihemed (niha mamostayê Zanîngeha Suleymanîyê ye) pêk anî. Sala 1986an Enwer Qadir, piştî xwendina li aspîrantûra li rex Beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet dîsêrtasyona xwe ya bi têma ”Lîrîka helbestvanê kurd Mewlewî (bi zaravê goranî)” bi awayekî serketî pewan kir, û ew bû bingeh bona nivîsara kitêba bi wî navî, ku sala 1999an li Stokholmê bi zimanê kurdî çap bû. Lê sala 2003an bi redaktorîkirina Z. E. Yûsûpovayê çapa wê pirtûkê ya bi zimanê rûsî çap bû. Ew heta îro lêkolîna wê sertaca wêjeya kurdî ya klasîk ya pêşin û tekane ye, ku bi awayekî bêqusûr hatîye pêkanîn.

Di dawîyê da em perçeyekî ji yek ji qesîdeyên Mewlewî raberî we bikin, ku tê da helbestvanîya wî ya nazik û dilgerm bi awayekî zelal xuya dibe:

 

Û va zivstan hat!

Şepeyên berfê li serê çiyan xwe gîhandine esmanan,

Avakarê asîmanên bilind bi rengên ciwan va

Dergehên şikeftan bi kulîyên berfê va nixamtîye,

[Lê] bayê sar wek zêrkerê destemel,

Guharên guhên darên ciwan xemilandin

Bona evîndar navkêlka xwe a [ecêb bedew] bibîne,

Qeşa bû neynikek, lê mij û dûmanê rûyê wê girt…

(Wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl)

 

Weşanên pêşin yên destxetên çend dîwanan (berevokên helbestan) bi zaravê goranî ji alîyê zanyarên kurd yên Îraqê da hatine pêkanîn – ew dîwanên Mewlewî (Bexda, 1961), Welî-Devan (Bexda, 1961), Cefaî (Bexda, 1980), Hemewendî (Bexda, 1980), Rencurî (Bexda, 1983), herwisa destana “Şîrîn û Xusrew” ya Xaneî Qubadî (1975). Lê sala 1998an li Londonê A. Soltanî destxetên sî û neh helbestavên ku bi zaravê goranî nivîsîne û ew destxet li mûzêya Brîtanîyayê têne parastin, çap kir.

Di karê lêkolînên li ser wêjeya ruhanî ya bi zaravê goranî îranzan-kurdzan M. Mukrî, xudanê çapkirina çend sertacên wêjeyî yên ruhanî bi zaravê goranî, ku girêdayî ulmê ola ehl-î heq e, xwedî kedeke mezin e.

 

Çavkanî:

41) СПбФ АРАН. Ф. 909. Оп. 1. Ед. хр. 333. Л. 3, 9–10.

42) Мухаммед, Анвар Кадыр. Лирика курдского поэта XIX в. Маулави. СПб., 2003. С. 13.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev