Serxweşîya Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê

Serxweşîya Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê

Heyfa te merdemêrî!

29ê çileya paşin sala 2020î karsazê me yê navdar, merivekî xwedîyê sidqê qenc, xebathez û evdekî qenc Nîzamî Abdûllayêv ji nav me bar kir, berê xwe da ax û berên sar.

Welatparêzekî kurdên Qazaxistanê sala 1957an li gundê Kayabaşê li navçeya Basargêçarê li Komara Ermenîstanê ji diya xwe bûbû. Sala 1974an dibistana navîn xilaz dike, sala 1975an diçe leşkerîyê, li Almanîyayê qulix dike. Piştî leşkerîyê bi malê va cîguhastî bajarê Cezkazganê, KSS Qazaxistanê bûye. Li vir kete zanîştgeha aborîyê. Piştî temamkirina wê li sînemaya ”Orbîta” da wek hesabdar kar kir. Dû ra bû karmendekî sereke li sovxoz-zaniştgeha Cezkazganê. Piştî hilweşîna YKSS cîguhastî Azirbêcanê bû. Li wir bû cîgirê serwêrê sovxoza ”Pravda” li navçeya Şamxorê.

Sala 1955an cîguhastî bajarê Almatîyê bû, dest bi şuxulê karsazîyê kir. Layîqî hurmetnameyên şerefê bûye, hatîye hibijartin wek pêşekzanê dayîreyê yê herî baş û h.w.d. Ew di nava xebatkaran da xwedî qedirekî bilind û hurmeteke mezin bû.
Nîzamî Abdûllayêv bi awayekî çalak tevî jîyana Yekîtîya kurdan ”Berbang”ê dibû, piştgirîya aborî dida wê bona pêkanîna karên çandî yên Rêxistinê û bona wê yekê çend caran ji alîyê Yekîtîyê da hatîye xelatkirinê û hêjayî sipasdarîyê bûye.
Ew malxwêyekî dilovan bû, bavê du keçan û şeş nevîyan û nevîçirkekê bû.

Serwêrtîya Yekîtîya ”Berbang”ê serxweşîyê dide cîgirê pêşin yê serokê Yekîtîyê, serwêrê karxaneya «Almaty steklo» Abdûllayêv A. Ş., herwiha malbeta rehmetî û hezkirîyên wî bona wefata welatparêzê mezin – Nîzamî Abdûllayêv.

Serwêrtîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê

Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev