”Antanta Rohilata Nêzîk” û Pirsa kurdan – 2

”Antanta Rohilata Nêzîk” û Pirsa kurdan – 2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Antanta Rohilata Nêzîk”. Beşa pêşin me berî heftêyekê raberî we kiribû, îro em beşa duduyan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 209

 

(Destpêka nivîsê heftêya buhurî hate çapkirin)

 

Wisa xuya bû, ku hevalbendên Îraqê ji endamên wê paktê wî welatî dihesibandin wek welatekî wisa, ku zêde bawerî pê nayê, ji ber ku ew di hêla sîyaseta der da bi Brîtanîya Mezin va girêdayî bû. Bi gotina şêwirmendê baylozê Sovyet li Tehranê, baylozê Afxanistanê Ahmed xan ”hêvîya xwe birîbû”, ku pakta çar dewletan wê bê îmzekirin, ji ber ku Îngilîs dijî wê ye (ew ne rast bû), lê Îraq di hêla sîyaseta der da ne bi serî xwe ye; bi bawerîya bayloz, baştir bû ”pakta rêal” hebûye, ku Tirkîye, Îran û Afxanistan tevî wê bûbûna û erk hildana ser xwe, ku wê alî hev bikin82. Bexda jî di hindava xwe da hewil dida, xwesma piştî wê yekê, ku leşkerên nasyonalîst hatine ser hukum, hurmeta xwe ya navnetewî bide mehkemkirinê, berî gişkî jî li Rohilata Erebîyê. Peyman hatine girêdanê bi Erebistana Seûdîyê ra (di nîsana sala 1936an, berî derbeya Bekir Sidqî), paşê bi Yemenê û welatên ereban yên din ra. Pêwendîyên Îngilîs bi Bexdayê ra ne gelekî baş bûn jî, lê ewê piştgirîya Îraqê kir bona ew bi cînaran ra nêzîkî hevdu bibin, ji ber ku bi hêvî bûn bi alîkarîya wê kontrola xwe ya bêdeng li ser bloka, ku tê amadekirinê, bide testîqkirinê83.

Bi vî awahî, di nava saleke amadekirina paktê da nerazîbûnên di navbera tevgelên wê da gelekî kêm bûn. Wek ku kovara ”Nir Ist and India” destnîşan dike, ”wê tiştekî dûrî aqilan bûya”, ku şikên di nav endamên peymanê da wê ji holê bêne rakirin, lê ”herdem jî şans heye, ku pêwendîyên baş dikarin derbazî pêwendîyên ji dil bibin”84. Îdî piştî îmzekirina paktê eynî kovar dinivîse, ku hilanîna nelihevîyên di navbera Îraqê û Îranê da, ku li ser riya îmzekirina paktê bûbûn asteng, ji pakta çaralî giringtir bûn85. Ji ber ku Îran şaşîya xwe da situyê xwe û nelihevî ji bo kara Îraqê hate çareserkirin, femdarî ye, ku ”bêy destê” Londonê ewê bi ser neketa. Ew yek jî ji şikberîyê der e, ku di pirsa kurdan da Tirkîye, Îran û Îraq hemfikir bûn û ew yek ji têksta peymanê jî xuya dibû.

Dijwarîyên din yên bi îmzekirina paktê ra girêdayî yên ji der va bûn û sebebên wan jî ew bû, ka pêwendîyên dewletên Rohilata Nêzîk bi Roavayê ra çawa bûn. Konfêransa derheqa devtengên Behra Reş da, ku di mehên hezîran-tîrmehê sala 1936an da li Montryoyê (Swîssra) hate derbazkirin û konvênsyona nû ya 20ê tîrmehê, ya ku bi piştgirîkirina Brîtanîya Mezin zêde kar ji Tirkîyê ra anî, lema jî ew bû xwedîya tengavên Bosforê û Dardanêlê86, û hema ji bo wê yekê jî ew ne bi dilê hevalbendên wê yên dervayî Behra Reş bû. Hereketên Tirkîyê, ku ji alîyê Brîtanîya Mezin da dihatine destekkirinê, dikaribû bibûya sebebê wê yekê, ku hêgêmonîya Tirkîyê careke din vegere herêmê û eva yeka hevalbendên wê yên Rohilata Nêzîk xemgîn dikir. Karekî ne hêsa bû şikberîyan ji holê bidine rakirin, ew jî wî çaxî, ku tirk bi xwe karê xwe wisa dimeşandin, ku şikberî peyda dibûn. Ew yek zêde ji daxwazên wê yên rêvanşîstîyê xuya dibûn, ku wek me li jorê gotîye, di sîyaseta Tirkîyê da bi awayekî zelal xuya dibû. Daxwazkarîyên di hindava Alêksandrêttê da, ku her diçûn zêde dibûn, û bangawzîyên, ku Mûsilê careke din bidine Tirkîyê (ev yek li ser dereceya fermî jî dihate gotin, wek nimûne, ji zarê sêkrêtarê sereke yê Wezîreta karên der ya Tirkîyê Nûman Menemencîogli)87, qet ne bi dilê Sûrîyê û Îraqê bûn, lema jî ew xemgînîya xwe dîyar dikirin.

Rast e, amadekirina paktê ji bo îmzekirinê sahil derbaz ne dibû, lê dawî, di rûyê xetera ji der va, hemû alî li hev kirin. 8ê tîrmehê sala 1937an li qesira Sahabadê ya Şahê Îranê li Tehranê serekên wezîretên karên der yên Îranê, Tirkîyê, Îraqê û Afxanistanê ”peymana derheqa êrîşî ser hev nekirinê da” hate îmzekirinê, ku wek pakta Sahabadê, an jî ya Rohilata Nêzîk deng da88. Hema piştî îmzekirinê organa herêmî ya rêvebirinê jî – Şêwra ”Antanta Rohilata Nêzîk” – hate îmzekirin.

Bi vî awahî, berî Şerê Hemcihanê yê duduyan ”Antanta Rohilata Nêzîk” hate îmzekirin, lê pê ra ne gîhand roleke sîyasî bilîze. Şer hemû lîstikên dîplomatîyê yên berî şêr hilweşand. Rêxistina nû weke hemû blok, pakt û peymanên din nikaribûn pêşî li bedbextîya hemcihanî bigirin û ew ketine arşîva dîrokê.

Di havîna sala 1939an da derkete holê, ku ji bo Tirkîyê pêwendîyên bi Îngilîs û Fransîyayê ra diha giring in, ne ku bi hevalbendên, ku dikevine nava pakta Sahabadê. Baylozê Yekîtîya Sovyet li Îranê N. A. Kartaşêv 27ê tebaxê sala 1939an ji V. M. Molotov ra nivîsîye: ”Li vira xemgînîya xwe ya di hindava Tirkîyê da venaşêrin, ku ew ketîye nava bloka Îngilîs-Fransîyayê. Îranî fêm dikin, ku bi wê yekê va pakta Sahabadê, ku bingehê sîyaseta Îranê ya der e, kemala xwe winda dike”89. Em wê jî bêjin, ku îngilîsan di destpêka şêr da jî hewil dan Tirkîye û Îran wek hevalbend bînine alîyê xwe, lê ew daxwaza wan bi ser ne ket. ”Bi daxwaza îngilîsan Serhedogli (wezîrê karên der yê Tirkîyê. – M. L.) gelek hereket rêt bona li ser pakta Sahabadê konvênsyona leşkerî ya taybetî zêde bikin, ku wê afxanîyan û îranîyan mecbûr bikira – em îdî behsa îraqîyan nakin – (femdarî ye, tirkan jî – M. L.), ku dema lazim bibe, xwe bidine alîyê yekîtîya Îngilîs-Fransîyayê. Lê serekê barêgeha leşkerî ya Tirkîyê Fewzî Çakmak, wek îranîyan, dij bû90. Di encamê da li hev ne hat ”Antanta Rohilata Nêzîk” ji bo berjewendîyên Îngilîs-Fransîyayê bi kar bînin.

Gelo ew tê wê maneyê, ku pakta Sahabadê belgenameyeke hêç û pûç bû û dêklarasyonek bû derheqa daxwazên wisan da, ku wê bi ser neketana? Em ne ser wê bawerîyê ne. Du taybetmendîyên wê yên giring yên dîplomatîya Rohilata Nêzîk di dema berî şêr da hene.

Ya pêşin, dîyarbûna wê bi xwe pir balkêş e. Ew hevgirtina di hêla sîyaseta der da ya dewletên serbest yên Rohilatê bû di dewrana krîzê û destpêka hilweşîna sîstêma dagîrkarîyê da û ji alîyê Koma Miletan da hatibû naskirin. Lema jî carna jê ra digotin ”Pakta Asîyayê”. Girêdana wê paktê nîşana wê yekê bû, ku beşeke cihanê îdî dest pê dike bi xwe serekvanîyê li jîyana xwe bike. Rast e, ew yek hinekî bi helandayîn û piştgirîya Roavayê hate kirinê û bi sebebên obyêktîv ne gelekî kardar bû, lê ewê bingehê wê pêvajoyê danî, ku îdî di dema me da berên baş dide. Sahabadê di dîroka sedsala 20an da dewraneke nû vekir, ku meriv dikare ha bi nav bike: ”Sîyaseta der û dîplomatîya dewletên Asîyayê, ku xwe ji dagîrkarîyê xilaz kirine”.

Ya duduyan, di wê paktê da xaleke gelek giring hebû ji bo hemû tevgelên wê (xên ji Afxanistanê), ku heta niha jî kemala xwe winda ne kirîye. Ew xala 7an bû, ku tê da ha dihate gotin: ”Her welatekî ev pakt îmze kirîye, erkê hildide ser xwe li ser axa xwe welatê nehêle cerd, yekîtî an jî rêxistinên çekdar yên wisa bêne sazkirin, ku daxwaza wan hilanîna înstîtûsyonên heyî, têkdana aramîya ser sînor, an jî guhartina sîstêma Konstîtûsyon e”91.

Hemû tevgelên peymana Sahabadê di vê pirsê da hemfikir in: derdê wê xalê berî gişkî kurd bûn, herwiha dibe komikên miltecîyên sîyasî yên kêmjimar bûn jî. ”Tayms” di 11ê çirîya paşin sala 1937an da nivîsî: ”Pakta Asîyayê… gerekê nehêle, ku pirsa kurdan bibe sebebê nerazîbûnên di navbera Tirkîyê, Farizistanê û Îraqê da, ku li wan welatan kurd dijîn û herdem di navbera wan û kurdên çiyayî da pirsgirêk dertên”92. Pakta Sahabadê bersîva ”xetera kurdan” e,- R. Lyaskot destnîşan dike93. Ew pakt raste-rast dijî tevgera kurdan bû,- nivîskarê Îngilîs S. S. Gêvên bi dilxemî dinivîse94. Ew lêkolînerên Rûsîyayê jî di vê pirsê da bi wî ra hemfikir bûn, yên ku bi taybetî ew pirsgirêk lê kolabûn95.

Bi vî awahî, xala 7an ya peymana Sahabadê derheqa pirsgirêkeke Rohilata Nêzîk ya destnîşankirî da bû, ku ji bo sê welatên (ji çar welatan) tevgelên paktê pir giring bû û ew peyman herêmekê tenê eleqedar dikir, lema jî tesîr li ser sîyaseta cihanê û, herwiha ya Awropayê, ne kir. Û eger xalên din yên wê paktê bi naveroka xwe va bê zirar bûn (agrîsîyayê dîyar nekin, sînoran wek xwe bihêlin, derheqa pirsên navnetewî da bi hev bişêwirin, nekevine nava karên hev yên hundur û h.w.d.) û piştî sîyaseta cihanê guhêrî, ew jî kemala xwe winda kir, wek ku ew yek girêdayî destpêka Şerê hemcihanê ra bû, lê xala 7an, eksî wê, qet jî kemala xwe winda ne kirîye û niha jî jîndar e. Lema jî meriv nikare bi L. Rambu ra qayîl bibe, yê ku dibêje, ku bûyerên Şerê Hemcihanê yê Duduyan ne hîşt pakta Sahabadê xalên xwe yên dijî kurdan pêk bîne96.

Lihevkirina derheqa bi hev ra derkevine dijî tevgera kurdan ya miletîyê hema bêje encama sereke ya pakta Sahabadê bû û ewê demeke dirêj emel kir. Dijderketina di hindava kurdan da li ser navçeyên ser sînor gorî berjewendîyên êlîta serkarîkir ya Tirkîyê, Îranê û Îraqê bû, ku bi tu awahî hîç daxwazeke nasyonalîstên kurdan qebûl ne dikirin. Brîtanîya Mezin û Fransîya jî hema bêje bi wan ra bûn, ji ber ku hêvîya xwe danîbûne ser wê yekê, ku ew helwêsta wan wê alî bike hukumê xwe demeke dirêj li ser Îraqê û Sûrîyê biparêzin.

Bi vî awahî, pakta Sahabadê û ji alîyê wê da sazkirina ”Antanta Rohilata Nêzîk” pirsdanîna xwe ya sereke – li Asîya Roavayê herêma aramîya kolêktîv saz bike û ji bo Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Afxanistanê riya sîyaseta der ya bi hev ra qayîkirî saz bike – bi ser ne ket. Lê ewana di pirseke din da bi ser ketin: peymanên dualî yên şerê dijî tevrabûnên kurdan bi peymanên sêalî va hatine guhartin (wek hate destnîşankirinê, Afxanistan di vê pirsê da ne di hesêb da ye), û ew tevger ser dereca herêmî, heta ya navnetewî jî bilind kirin. Pakta Sahabadê hema bi vê yekê va kete nava dîrokê.

 

Riataza

 

82 Dîsa li wir, hejmar 252, rûpel 408. Bernivîsa sohbeta 26.08.1936.

83 Binhêre: Agaêv S. L. Îran: sîyaseta der, rûpel 291-293.

84 NEI. Hejmar 1361, 24.06.1937, rûpel 895.

85 Dîsa li wir. Hejmar 1364, 15.07.1937, rûpel 75.

86 Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka Tirkîyê ya nû da, rûpel 173-183; Posxvêrîya B. M. Tirkîye di navbera du şerên hemcihanê da. Nivîsên derheqa sîyaseta der da. M., 1992, rûpel 132-155.

87 Tarasov P. K. Pakta Sahabadê, rûpel 51-52.

88 Di dawîya hezîrana sala 1938an da ew ji alîyê hemûyan da hate îmzekirin. Têksta bi zimanê îngilîsî binihêre: Hurewitz J. C. Diplomacy in the Near and Middle East. Vol. 2, hejmar 63, rûpel 214-216. Derheqa hûrgilîyên wê da bala xwe bide berhemên P. K. Tarasov û V. A. Kûzmîn, ku me berê qala wan kirîye.

89 DVP. Cild 22, pirtûk 1, hejmar 305, rûpel 662.

90 Dîsa li wir, pirtûk 2, hejmar 841, rûpel 379. Nivîsa baylozê Yekîtîya Sovyet li Tirkîyê A. V. Têrêntêv ji bo Î. V. Stalîn, V. M. Molotov û K. Yê. Voroşîlov 07.12.1939.

91 Hurewitz J. C. Diplomacy in the Near and Middle East, rûpel 215.

92 Tarasov P. K. Pakta Sahabadê, rûpel 59.

93 Lacoste R. La Russie sovie`tique et la question d`Orient, rûpel 204.

94 Gavan S. S. Kurdistan, rûpel 35-36.

95 Binhêre berhemên jorgotî yên S. L. Agaêv (rûpel 296), V. A. Kûzmîn (rûpel 183-184), P. K. Tarasov. Evê dawîyê derheqa xala 7an ya wê paktê da ha nivîsîye: ”Bê şik, hevkarîya Tirkîyê, Îranê û Îraqê ya dijî kurdan tevgera wan dida zehmetkirinê” (rûpel 59).

96 Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 123.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev