Ji nimûneyên zargotina me – 209

Ji nimûneyên zargotina me – 209

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûnehan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETAKURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşgotinê raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. HEY LÊ, LÊ, HEY LÊ

 

Hey lê, lê, hey lê,

Ezê xezalim, xezala çiyangê Darim,

Ezê werdekim, werdeka ava sarim,

Ezê par vî çaxî dosta lawkê xwe mal di gundda bûm,

Îsal pêra kundê korî ber kevira radibû pê dindika ez dixwerim.

 

Hey lê, lê, hey lê,

Xezala min, hey lê.

Ezê xezalim, xezala çiyayê Reşim,

Ezê qaz-werdekim ber golê ava sar dimeşim,

Ezê par vî çaxî dosta lawkê xwe mal di gundda bûm,

Îsal pêra ketime destê kundik û şindokê dewarê mêra,

Mal mêrê di kumreşim.

 

Hey lê, lê, hey lê,

Ezê xezalim, xezala çiyangê hanim,

Minê berê xezala xwe dabû welata, welatê Axbaranê,

Minê tirê xezal nefsa canê min evdalê xwedê tenê,

Min nizanibû – kundikî şindokî mêra xayîne,

Tejî-tûlengê xwe berdanê.

Hey lê, lê, hey lê.

 

* * *

Lawiko, mala me jî, mala we jî,

Me tev çandîye kundirê bejî,

Tu diçî welatê xerîbîyê –

Qe navêjî – keleş kawê, xatirê te jî.

 

  1. EVDAL Û GULÊ

 

Evdal go:

“Gulê, ezê hatime Xamûrê nav dewatê,

Gula Xamûrê sergovendîyê dilê min ketê,

Paşî Gula Xamûrê heram bikim rûçkê vê mizgeftê”.

 

Gulê go:

“Evdal, ew ne tu xebere,

Ezê nav du lawika dim –

Te ji govendê bike dere”.

 

Evdal go:

“Gulê, ezê hatime Xamûrê kevirê birî,

Eslê te çi esle, tu min duxurî?”.

 

Evdal go:

“Gulê, ezê hatime Xamûrê Xamûrpêtê,

Bejina Gulê çiqa dêre lê tê,

Paşî Gulê ezê heram bikim rûyê def û dewatê”.

 

Gulê go:

“Evdo, xanîyê keşîş çi fireye,

Govend digere çawirmeye,

Ew pirs ji devê te, heft bavê te zêdeye”.

 

Evdal go:

“Gulê, minê çandîye bostanê kundirê bejî,

Min av da hêsirê çevê xwe û te jî”.

 

Gulê go:

“Çevêd belek reş belane

Rojê sê cara min bi kilê Sibhanê kildane,

Gelekê mînanî te seva çevêd belek

Jinêd xwe berdane”.

 

Evdal go:

“Gulê, ezê hatime kevirê Xamûrê kevirê nîvî,

Minê ber Gulê kirîye reca, hîvî,

Tu esla dipirsî – ez zêrim, tu bi xwe zîvî”.

 

Gulê go:

“Evdal, ezê hatime Xamûrê kevirê birî,

Eslê te kurmance, tu duxurî,

Ez Gula Xamûrême,

Çawane, tu dikî min xeberekê bikirî?”.

 

  1. HESO WEYLO

 

Weylo, weylo, weylo lo Heso, heyrano,

Îşev şeve, şev bi şilîye,

Îşev şeve, şev bi şilîye,

Guhêra hogecê te bi herîye,

Were têkeve nava lihêf-doşekê qaztûkîye,

Hergê îtqata te lihêf-doşekê qaztûkî nayê,

Ber serê teda cot memikê sor û sipîye.

 

Heylê, heylê, heylê Meyayê, ha Meyayê,

Ez jî zanim, îşev şeve, şev şilîye,

Guhêra pezê min ne çire, ne çirgale, bilindcîye,

Îşev şeva apincayê sorî qazaxîye,

Wekî ezê bêm têkevim nava lihêf-doşekê te qaztûkîye,

San û satûlê mala bavê te zefin,

Wê me bihesin,

Wê min bikujin,

Wê cinyazê min daynin bindarûka qîzan û bûkan,

Wê qîzê Kîkan û Milan bi doxteşîyê xwe cinyazê min hildin,

Wê bêjin – cinyazê Hesoyê Silîvîye.

 

Heylo, heylo, heylo Heso!

Te wê pirsêda ne tu çê kir,

Te çiyakî mîna çiyayê Kosedaxê ser konê mala bavê minda kêr kir,

Te çawa anî paxir beramberî zêr kir.

 

Heylê, heylê, heylê Meyayê!

Ezê ji tera sê cara sond bixum,

Sonda xelîfê Bexdayê,

Çiqas zêrê mala bavê te hevin –

Qasî hirîyê qiranê hogeçê ber min dernayê.

 

Weylo, lo Heso heyrano!

Hogeçê ber tey hindike,

Hindike, gişkî kerî kurî kelî pişt qapûtî, situ darike,

Cava tucara Heleba şewitî ji minra hatîye,

Hogeç Heleba şewitî baha nake.

 

Weylê, weylê, weylê Meyayê!

Hogeçê ber minî pire,

Gişkî kurî kelî, pişt qapûtî situ darike,

Cava Heleba şewitî ji minra hatîye,

Nava Heleba şewitî hogeç heftê û duda baha dike.

 

Heylo, heylo, heylo Heso, heylo Heso!

Ezê te dinhêrim, xeberê te, xeberê pîsa,

Meriv mîna cewarekî bigire bavê binê kîsa,

Tu were, tu herî Heleba şewitî,

Tu herî nava heval û hogira,

Tu peyê xwe bidî,

Tu bêjî – qîza Zor Temir axayê Millî,

Dergîstîya Taharxanê Zîlî,

Min bi xeberekê sê cara ramûsaye.

 

Heylê, heylê, heylê Meyayê, ha Meyayê!

Ezê ji tera sond bixum,

Sê cara sonda xelîfê vê Bexdayê,

Wekî ez çûme Heleba şewitî,

Nav Heleba şewitî, wekî min pirsîn:

-Tu çira rênga sê qonaxa paşda ketî?

Ezê bêjim, min riya Helebê şaş kiribû,

Berê min ketibû şeherê Beytûlayê,

Berê hogeçê min ketibû Kapilhilayê çiyayê Cûdê…

 

  1. BEJINA QULÎXANÊ HESO

 

Wayê, wayê, bejina Qulîxanê Heso dare,

Dara vê medetê,

Xadê û mêrava eyane, simbêla Qulîxanê Heso usane,

Mîna hermûşê nav kaxetê,

De bira xadê mirazê mirazxaza, hazira tev bikira,

Mirazê min û Qulîxanê Heso tev bikira li zozan-zozanê Eledaxê.

Mîro, halê min belengazê, min sêwîyê,

Bego, halê min belengazê, min sêwîyê,

Bext, îxbalê min Qulîxanê kurapê min lola dezmala hermûşê ketîye koka dara vê debîyê.

Wayê, wayê, wayê, wayê, wayê!

Xadê mirazê mirazxaza, hazira tev bikira,

Mirazê min û Qulîxanê kurapê min tev bikira.

Min çend saleka pêra derbazkira,

Qal, bêgerê vê hêwîyê.

De wayê, wayê, wayê, wayê, wayê!

Bira nav-dengê min û Qulîxanê kurapê min derketa dergê Stembolê cem mişîrê vê dewletê.

Wayê, wayê, wayê, wayê, wayê!

Ez heta xweş bim li hewata dinyayê, ezê bimirim,

Tu car kul-kovana Qulîxanê kurapê min, gula benda welatê Rojkanîyê dilê min dernayê.

 

* * *

Lawiko, te ez xwestim, qet ne birim,

Ez birincê ser agirim,

Qenca ez xwestim,

Xirava xwera birim.

 

Xuzla di mêrgêda,

Situyê xwe xar kirîye yalê rêda,

Ayê min dê û bavê minra qe nemîne,

Ezê donzdesalîyêda dame mêrda.

 

Çûme çiya, çiyayî zelûle,

Hatime aranê, simile hûre,

Kurê hizkirî pîs be, pak be – min qebûle.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev