Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê – 2

Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê – 2

Serdema Mirdêsî li Rojavayê Kurdistanê (1015-1080)

 

Fermo, gotareke jêhînbûnê û naskirina welatê xwe.

Ji ber mezinahîya nivîsê, me nivîs kir 3 beşan û 3 rojan dû hev çap dikin.

Îro beşa wê a duduyan bixwînin û wek me lezetê jê bibînin.

 

Xerzî Xerzan

Di nîveka sedsala 10-emîn de, Xîlafeta Ebasî weke berê bihêz nîn bû û ji ber vê yekê li ser erdnigarîya desthilatdarîya wan, biçûk û mezin gelek emaret (mîrekî), sazî û rêxistinên nîvserbixwe û heta dewletên  serbixwe ava bibûn. Xîlefeteka din jî bi navê Fatimî li Misrê hatibû ragihandin û êdî du otorîte li ser erdnigarîya Îslamê peyda bibûn. Li hember Fatimîyan jî emaret û dewletên biçûk rû dabûn. Yek ji wan emaretan jî Mîrnişînîya Mirdêsî bû, a ku di nav bera salên 1015 û 1080-an de li Helebê (navend û peytexta wan bû), Minbîc, herêma Şehba, Babê, Ezez, Cerablûs, Çiyayên Kurmênc, Efrîn û derûdor heta Reqqa  anku ji rojavayê Ava Feratê heta Behra  Spî ( beşek ji Rojavayê Kurdistanê) ava bibû. Damezrêner Salih ê Mirdêsî ye û hemû bûyernivîsên Îslamê, wî û navê wî û dewleta ku ava kirîye nivîsandine. Lê esl û binyata wî, makewelatê wî  bi rastî tomar nekirine. Tev de heman agahî nivîsîne û helbet hevûdin dubare kirine ku Salih ê Mirdêsî serokê Benîkilaban( kurên Kilaban) e û hew… Weke ku tê zanîn kurên Kilaban anku Benî Kilaban eşîreke bihêz û şervan a ereb e. Di rastîya xwe de bedevî ne û wek şervan di artêşa Mirdêsîyan de cih girtine lê damezrenerê vê dewletê, Mirdêsîyên kurd in, ên ku ji Hekarîya di sedsala 10-emîn de koçî derûdora Helebê kirine û bi hevkarî û yêkîneya li gel kurdên dûhatîyên Mitanîyan ku ji mêj ve li vê deverê bûne, rêxistinek rêkupêk ava kirine û li hember  Fatimîyan, Romîyan û di dawîn de jî li dijî Selçûqîyan têkoşîyane, erdên xwe parastine  û ev rastî di hemû şaxan de xwe nîşan dide.

 

Li ser Mirdêsîyan lêkolîn mixabin gelek kêm mane, bi taybetî kurdbûyîna wan bi hêjayî nehatîye nivîsandin an jî nirxandin. Bi tenê navê damezrênerê dewletê û nasnavê wî hatine destnîşankirin. Salih ê Mirdêsî û hew…. Ev rûdan, di meseleya Eyûbîyan de jî heman rewşê tîne bîra me lewra heta berîya 10-15 salan kurdbûyîna Selahaddin ê Eyûbî û dewleta wî ya gewre, ne wek dewlet û rêxistinek kurd, lê wek ereb an jî tirk dihat zanîn an jî bi gotineka rasttir, ji hêla hin derûdoran ve wiha dihat pênasekirin. Sedema vê helbet hebû û sinor ji bêehlaqîya mêtîngerî û faşîsmê re nîn e… Ehlaqê zanistê jî dide jibîrkirin mixabin. Li vir em ê hewl bidin ku beşek ji dîroka kurd û Kurdistanê a ronak lê di tarîtîyê de mayî, bigihînin ronahîye….

 

Ji Mîtanîyan Heta Mirdêsîyan Ber Bi Serdema Me Ve

 

… Pirs ev e: Gelo hemû dewletên revend û Ereban ku wê demê hatine avakirin, ne bi navê eşîra ku girêdayî wê ne hatine pênasekirin? Mînak, revendên Benî Uqeylan dewleteke bi navê Uqeylî, Benî Numeyran dewleteke bi navê Numeyrî ava kiriye û bi navê eşîra xwe hatine nivîsîn. Her wisa çima navê dewleta Benî Kilaban ne Kilabî ye lê Mirdêsî ye?! Heger Salihê Mirdêsî ji Benî Kilaban bûya, navê dewleta wî jî wekî eşîrên Erebên din, vîyabû ku bi navê eşîra wî bihata nivîsîn. Wekî din, di zimanê Kurdî de gotineke wekî “Salihê kurê Mirdas” nehatiye û nayê bikaranîn. Kurd dema bixwazin kur û bavekî pênase bikin dibêjin “Salihê Mirdas”. Mirdas navek e û dema dibe navê êl an jî hozekê, vediguhere û dibe “Mirdasî”. Lêbelê dema xwerû be, an ku “Mirdas” be, bi taybetmendîya tewandina tîpên “a” û “e”yê yên di nîvê peyva Kurdî de, ditewe û dikeve forma “MIRDÊS”ê, paşê “î”ya rengdêrîyê werdigire û dibe “MIRDÊSΔ. “Mirdas” navekî Kurdî ye û “Mirdasî” yan jî “Mirdêsî” navê eşîrê ye. Ev eşîr ji Hekarîyê ye û daneyên di nav destên me de jî vê yekê piştrast dikin. Em ê li jêr yek bi yek van daneyan pêşkêşî xwîneran bikin. Ji bo têgahiştina meseleyê, em ê bi kurtî berê xwe bidin zimanê Kurdî, ê ku laboratuareke zindî ye: Bûyernivîs û dîrokzanên Ereb an jî Erebînûs, pênaseya “Salihê Mirdêsî” wekî “Salih Îbnul Mirdêsî” ji Kurdî wergerandiye Erebî û “Mirdêsî” wekî ku bavê Salih be, nivîsîye. Ev şaşîyeke ku dîtin û nirxandina wê pir hêsan e. Di rastîya xwe de “Salihê Mirdêsî” ye û wateya “Salihê ji eşîra Mirdêsî” dide. Hemû dîrokzanên dinyayê -çi Misilman, çi Xirîstîyan û çi Cihû- ev dewlet wekî “Mirdêsî” tomar kiriye û di nav Ereban de eşîr an hozek bi navê Mirdêsî qet nîne. Hebe eşîreke Kurd a kevinar a ji Hekarîyê heye û di serî de Şerefxan, paşê jî hebûna wan a îroyîn, derewa hezarsalî betal dikin û vê rastîya dîrokî dipeytînin. Dîsa em zelalkirina dîrokê bidomînin: Ji van dewletên nû yên serbixwe ku li jor behsa wan hate kirin -ên ku di destpêka sedsala dehemîn de ava bûbûn-, herî bihêz Dewleta Bûyîd (Biweyhî) bû. Biweyhîyan li derûdora sala 950yî desthilatdarîya Ebasîyan a li Bexdadê bi dest xist û dest bi êrîşên li ser hawirdorê kir. Di sala 980yî de, hikimdarê Biweyhîyan Adedldewle sefereke mezin biriye ser Kurdên Hekarîyê. Hemû dîrokzan û bûyernivîsên Îslamê destnîşan dikin ku ev sefera han ji bo Kurdên Hekarîyê gelekî dijwar û xedar bû. Ji lew re gelê vê herêmê ji zarokan heta bi pîran hatine kuştin û yên mayî jî yan hatine mişextkirin an jî anegorî derfetên xwe revîyane û xwe li çîyayan parastiye.

 

Nivîsîna vê bûyera qirêj û xwînwar ji bo zelalkirina kok û binyada Mirdêsîyan pêdivîyek bû. Ji lew re dîrokzan û zanyarê Kurd Mîr Şerefxanê Bedlîsî, ew di beşê Mîrnişînîya Mirdêsî de, di pirtûka xwe ya binavûdeng a li jêr Şerefnameyê de tomar kiriye. Dema ew qala Mirdêsîyan û sedema hatina wan a ber bi Gêla Amedê ve (Egil) dike û avakirina wan a Mîrnişînîya Mirdêsî li Gêlê dinivîse, em ji tomarîyên Şerefxan xweş fêm dikin ku ev eşîra dîrokî ya nijadkurd, ji ku, kengî û çima hatiye. Şerefxan anegorî gotinên nevîyên Pîr Mensûrê Mirdêsî dibêje ku: “Di destpêkê de Pîr Mensûrê Mirdêsî li Hekarîyê dijîya û di pişt re ji wir bar kiriye û çûye alîyê Gêlê (Egilê) û li gundê Pîranê yê ku nêzîkî Kela Gêlê dimîne, bi cih bûye…” Lê Şerefxan sedema hatina Pîr Mensûr û malbata wî nenivîsîye û ev malbata Kurd a navdar jî wekî nevîyên Ebasîyan nîşan daye, sedema pênaseya “PÎR” jî nekiriye, ji lew re pênaseya “PÎR” di çanda Kurdî de xwedî taybetîyeke girêdayî ol û bawerîyê ye, lê sedema vê yekê cuda ye û ji bo vê gavê ne mijara me ye, di gotareke din de em ê bi berfirehî behsa vê bikin. Vê gavê em ê mijara xwe bidomînin, Şerefxan bi kurtî wisa didomîne:“Pîr Mensûr li Pîranê terîqeteke mezin ava kir û piştî mirina wî kurê wî Pîr Mûsa kete şûna wî. Piştî Pîr Mûsa îcar kurê Pîr Mûsa, Pîr Bedir bû şêxê tekyayê. Lê Pîr Bedir bavê xwe û bavpîrê xwe derbas kir û Keleha Gêlê bi alîkarîya pismam û mirîdên xwe zeft kir, bi darê zorê ji xwedî stand. Lê piştî demekê Siltanê Selçûkîyan çav berdide welatê wî û ji neçarî Pîr Bedir xwe diavêje bextê Siltanê Merwanîyan û xwe li ba wî di qesira Silîvanê (Farqîn) de diparêze. Heta dagirkirina Silîvanê ji hêla Artûkê fermandarê Selçûkîyan ve, li Keleha Silîvanê dijî û di wê dagirkirinê de ew jî tê kuştin. Pê re piranîya xelkê bajêr jî tên kuştin û serên wan tên jê kirin. Jina Pîr Bedir ji wê qirkirinê difilite û bi duhalî ye. Jê re kurikek çêdibe û ew lawik bi destê Mirdêsîyan ve tê mezinkirin û bi navê “Mîr Bulduk” li ser textê bavê xwe tê rûniştandin…” Dîsa anegorî Şerefxan, mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê heta dema Şerefxan (1596) li welatê xwe desthilatdar û hikimdar e.

 

Li vir em tê digêhijin ku Pîr Bedir di sala wêrankirina Silîvanê û dagirkirina welatê Merwanîyan ji hêla Artûkîyan ve de tê kuştin. Sala vê bûyera qirêj û hov 1085 e. Pîr Bedir nevîyê Pîr Mensûrê ku cara yekem ber bi Hekarîyê ve hatibû ye û anegorî texmîna me li derûdora 1020 û 1030î hatiye dinyayê. Ji vê agahîyê em fêm dikin ku Pîr Mensûrê bavbîrê Pîr Bedir jî li derûdora 970 û 980yî li gel êl û malbata xwe ji Hekarîyê koç kiriye. A rasttir ji destê Biweyhîyan baz daye an jî hatiye mişextkirin. Sedema hatina wan û dîroka wê, li gel hemberhevkirina agahîyên bûyernivîsan nêrîna me piştrast dike. An ku beşekî hoza Mirdêsîyên Hekarîya wê demê, di sala 980yî de ji destê Adedldewleyê Biweyhî revîyane, xwe li Gêlê parastiye û piştî du nifşan li Gêlê mîrnişînîyeke bihêz û mezin bi navê “Mirdêsî” ava kiriye. Me got beşekî wan û ev bi zanabûn hate gotin. Helbet Mirdêsî tev de bi hev re û bi tevahî ji wê tofanê baz nedaye, ew derfet neketiye destê wan. Di wê rewşa ku “dêyê weledê xwe diavêt” de ev yek ne gangaz bû. Beşekî wan ber bi Gêlê ve çûye, ev hate piştrastkirin. Lê yên din, ew ber bi ku ve çûne? Pirsa sereke ev e û dîsa em ê berê xwe bidin Şerefxanê Bedlîsî ka çi û çawa tomar kiriye…

 

Şerefxan dibêje ku;  “…ev eşîra han ku di nav vê keleh û wîlayetê de rûdine, ji ber navê serokê Benîkilaban Mirdas, Mirdasî hatiye gotin… di zemanê berê de li derûdora Helebê dewletek ava kiriye…”.  Li vir xweş xuya ye ku Şerefxan jî, ji gotin û tomarîyên bûyernivîsên Ereb ên berê sûd wergirtiye û ew dubare kirine. Ji lew re hemû bûyernivîsên Ereb û Misilman ên wê demê, damezirenerê Mîrnişînîya Mirdêsî ya ku li rojavayê Feratê û derûdora Helebê ava bûbû, wekî serokê Benîkilabanên Ereb nivîsîye. Di rastîyê de, di dema dagirkirina Hekarîyê ji hêla Biweyhîyan de, wekî ku me li jor gotiye, hemû Kurdên wê herêmê (Mirdêsî jî tê de) ji hev belav bûn û ji bo ku xwe bifilitînin, li gel malbatên xwe baz daye. Pîr Mensûr û malbata wî ber bi Gêlê ve çûne, ev yek ji hêla Şerefxan ve hatiye nivîsîn. Şerefxan di dewama mijarê de dibêje ku; Salihê Mirdêsî li derûdora 1015an, li Helebê serî li ber Fatimîyên Misirî hilanîye û bi ser ketiye. Li wir bûye desthilatdar lê di sala 1029an de di şerekî ku di navbera wî û Fatimîyan de qewimîye hatiye kuştin. Li ser vê bûyera nexweş, malbat û êla wî ji derûdora Helebê derketine û ew jî hatine Gêlê û li wir bi cih bûne, an ku hatine li ba Pîr Bedirê nevîyê Pîr Mensûrê pismamê xwe û di pişt re Pîr Bedir bi alîkarîya van mirovan, Keleha Gêlê bi dest xistiye û bûye hakimê wî welatî. Şerefxan li vir diqedîne û mijarê berfireh nake, helbet sedema vê yekê rewş û mercên wê demê, kêmanîya çavkanîyan, bêderfetî û xwenegihandina çavkanîyên bêalî ye. Hatina Mirdêsîyên Helebê û rojavayê Kurdistanê ber bi Gêlê ve ne ji ber kuştina Salihê Mirdêsî (1029) ye û ne di wê demê de ye. Ji lew re dîrokzan û bûyernivîsên Kurd Îb Şedad û Îbn Elesîr û her weha Yaqût Elhemewî yê Romî, Sibt Îb Elcewzî û Îbn Xeldûn agahîyên bêhempa tomar kirine. Em ê îcar tomarîkirinên van zanyaran binirxînin.

 

Anegorî Îbn Elesîr û Sibt Îbn Elcewzî, Salihê Mirdêsî cara yekem di dawîya sedsala dehemîn de, li Keleha Rehbayê ya Dêra Zorê tê xuyan. Li wir, li gel leşkerên xwe li ba hikimdarekî bi navê Îbn Elmihkan cih digire û parastina wî li hemberî Fatimîyan li ser milê xwe digire. Li vir em dikarin nirxandineke teqez pêk bînin. Wekî ku me li jor nivîsîye, êla Mirdêsî di sala 980yî de ji destê Biweyhîyan ji makewelatê xwe Hekarîyê baz dabû û ji hev belav bûbû. Beşek ber bi Gêlê ve bi rêberîya Pîr Mensûr -çawa ku Şerefxan nivîsîye- çûbû û em dikarin bi hêsanî bibêjin ku beşek ji wan jî bi serokatîya Salihê Mirdêsî berê xwe daye Dêra Zorê û bûne leşkerên Îbn Elmihkan ê hakimê Keleha Rehbayê. Ji lew re koça Mirdêsîyan û hatina Salihê Mirdêsî û şervanên wî li Dêra Zorê heman çax e. Li Rehbayê, Salihê Mirdêsî bi keça Îbn Elmihkan ê hakimê wê deverê re dizewice û di sala 1008an de bi alîkarîya Benî Kilaban, ku eşîreke bihêz û niştecih a wê deverê bû, Îbn Elmihkan ji text diavêje, wî dide kuştin û dikeve şûna wî. Bi vê yekê, mezinahîya Kilaban bi dest dixe û bi leşkerên Kilaban û şervanên xwe artêşeke mezin ava dike û berê xwe dide Reqa û Helebê. Reqa bi dest dixe û bi alîkarîya xelkên Helebê (Kurd û Ereban), ên ku ji zilima Fatimîyan gelek aciz bûbûn, Helebê jî distîne û dibe hakimê Heleb, Reqa û Rehbayê. Ji Cerablusa îroyîn heta Antakyayê, ji Reqayê heta Deryaya Spî erdên xwe berfireh dike û serbixwebûna xwe radigihîne. Sîyaseteke aqilane li gel cînarên xwe dimeşîne û bi Bîzans û Merwanîyan re jî peymanên hevgirtinê girê dide. Bi vê yekê, di herêma xwe de dibe hêzeke berbiçav û heta mirina xwe (1029) hikim dike. Di sala 1029an de Walîyê Misirê Eldizdarî li gel artêşeke mezin berê xwe da Mirdêsîyan û di qada şer de Salihê Mirdêsî tê kuştin. Lê kuştina wî nebûye sedema rûxandina dewleta wî. Li vir divê bê gotin ku Şerefxan desthilatdarîya Mirdêsî di sala 1029an de diqedîne lê dîsa anegorî çavkanîyên ku li jor hatine rêzkirin, piştî kuştina Salihê Mirdêsî, vê carê her sê kurên wî (Nasir, Sîmal û Etîya) xwedî li dewlet û artêşa ku bavê wan ava kiribû derketine û têkoşîna xwe domandiye. Heleb û derûdorê ji Nasir re, Minbic û Rehba (Dêra Zorê ya îroyîn) jî, ji Sîmal û Etîya re dimîne. Ji bo me belkî xala herî girîng, pratîkên Nasirê Mirdêsî ne. Ji lew re, di serdema wî de (1029-1038), ji bo dîrok, çand û avasazîya Kurdan berhemeke bêhempa tê avakirin û heta roja me jî ew avahî wek “Keleha Kurdan” tê naskirin û weha tê binavkirin.

 

(beşa dawîn sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev