DI ÇANDA KURDÎ DE GOTINA ”KÊFA GURÊ PÎR”

DI ÇANDA KURDÎ DE GOTINA ”KÊFA GURÊ PÎR”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Di Çanda Kurdî de gotina ”Kêfa Gurê Pîr” pir tê gotin, lê zêde kes naveroka wê nizane.

Îro Pîrê Xerzanê rêzdar Ebduleh Celanî telefonê min kir. Ew û dostê xwe Niyazî Zoqî li Parka Ehmedê Xanî bûne û ev mesele di suhbeta wan de derbas bûye. Piştre jî li min geriyan û xwestin ku wateya wê bizanibin.

Pêşî divê bêjim ku zayenda peyva GURê, nêr e. Navê ya mê jî, DÊLEGUR e.

Heçî sewal û ajal in, dema ku dibin salxur, ji wan re PÎR tê gotin, weke Gayê Pîr, Kerê Pîr, Hespê Pîr, Çêleka Pîr…
Ji bo mirovan jî, ji zilaman re KAL û ji bo jinan jî PÎR tê gotin.

Meriv ji bo diya diya xwe, çewa ku Xaniyê nemir gotiye DAPÎR dibêje. Lê ji bo diya bavê xwe, PÎRê dibêje.

Di Çanda Kurdan de, herweha di ya piraniya neteweyên cuda de jî, rûmet ji bo KAL û PÎRan tê dayîn.

Ev haweyê rêzmendiyê, di nava sewal û ajalan de jî heye. Zêdetir jî di nava guran de heye.

Dema gurek PÎR dibe û nikare bi serê xwe nêçîr bike, di şkeftekê de, di qulekê de yan di berqefayekê de dikumişe û radikeve. Îcar gurên ciwan, yên ku wî Gurê Kal dinasin wî birçî nahêlin û çi dema nêçîrek bi dest dixin, jê re goşt dibin. Ha wisa ew Gurê Pîr birçî namîne.

Min di çîrokeke folklorî de dîtiye ku segê şivanekî jî, dema şivên nan daye segê xwe, seg ew nan xistiye devê xwe û bi bez çûye, ji ber çavên şivên wenda bûye. Ha wisa carek, du car, şivên segê xwe şopandiye û li pey wî çûye, dîtiye ku segê wî nanê xwe daye gurekî pîr ê li erdê ku nikare rabe ser nigan.
Îcar ev rewş di Çanda Kurdî de cihê xwe wisan girtiye:

Çi dema kalek, an zilamekî navsere xwedîtî ku lê tê kirin, hevalên wî dibêjin: TU KÊFA GURÊ PÎR DIKÎ.

Hêvîdar im ku kal û pîrên me tev, ji wê kêfê bêpar nemînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev