Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê – 3

Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê – 3

Çîroka Keleha Kurdan (Hisn Ekrad)

 

Fermo, gotareke jêhînbûnê û naskirina welatê xwe.

Ji ber mezinahîya nivîsê, me nivîs kir 3 beşan û 3 rojan dû hev çap dikin.

Îro beşa wê a sisîyan, ango a dawî bixwînin û wek me lezetê jê bibînin.

 

Xerzî Xerzan

 

Piştî kuştina Salihê Mirdêsî, kurê wî Nasir (Şibil Eldewle Nesirê Mirdêsî) kete şûna bavê xwe û têkoşîna bavê xwe li hemberî Fatimîyên Misirî domand. Êrîşên dijwar ji başûr, an ku ji Misirê ve dihatin û ji bo ku rê li wan êrîşan bê girtin, anegorî tomarîkirina Îbn Şedad ê dîrokzanê Dewleta Eyûbî, Nesirê Mirdêsî di sala 1031ê de, an ku piştî mirina bavê xwe bi du salan, keleheke zexim û bilind li ser rêya Balbekê ve dihat û digihaşte Tartûs û Himisê ava kir. Sedema avakirina vê kelehê, rêlibergirtina artêşên Fatimî bû û keleh li ser girekî bilind, ê ku li her çar alîyan hakim bû, hate avakirin. Keleh 40 kîlometrî li rojavayê Himisê diket û rêya Tartûs dibirî. Bi vê yekê, Nesirê Mirdêsî xwest welatê xwe bixe ewlehîyê û ji bo vê jî leşkerên xwe ên herî bawer, bihêz û xwedî tecribe li wê kelehê bi cih kirin. Keleh heta dema me wekî ku îro hatibe avakirin saxlem e û ji hêla UNESCOyê ve di sala 2006an de ketiye lîsteya mîrateyên cîhanê. Anegorî nivîsên Yaqût Elhemewî û Îbn Şeddad, leşker û şervanên ku Nesirê Mirdêsî di vê kelehê de bi cih kirine bi tevahî Kurdên Çîyayên Kurmênc bûn û ji ber vê yekê navê kelehê wekî Keleha Kurdan, an ku Hisin Elekrad hatiye danîn lê li gor me ev nêrîn her çi qasî rast be jî, kêm e. Wiha: Wekî ku li jor hate gotin, Mirdêsî êleke Kurd e û ji destpêka sedsala yazdehemîn heta dawîya wê sedsalê, li rojavayê Feratê heta Reqa û Balbekê dewleteke bihêz ava kiriye. Ji ber ku Kurd bûn û ji ber ku xelkê derûdorê (Ereb jî tê de) zanîbû ku Mirdêsî Kurd in, keleha ku Mirdêsîyan ava kiriye, wekî Keleha Kurdan hatiye binavkirin û heta dema me ya îroyîn jî ev nav wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd di nav dîroka Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Sûrîyeyê de dijî. Nîşane û peyta herî girîng û hêja zargotin e û her weha bîra gelan e. Ew keleha bêhempa û binavûdeng, di bîra gelên wê herêmê de wisa maye û ev hezar sal in jî navê wê neguherîye. Nivîs tên guhertin, tomarî tên şewitandin û tunekirin lê bîra gelan, mêjûya civakan bi hêsanî nikare bê jêbirin. Ew navê kelehê tenê têra piştrastkirina Kurdbûn û Kurdmayîna Mirdêsîyan dike û ev rastîya dîrokî di bîra gelan de neqişkirî ye.

 

Piştî avakirina Keleha Kurdan, êrîşên Fatimîyan ketin bin kontrola Mirdêsîyan. Êdî Fatimîyan nikarîbû weha bi hêsanî êrîşî Heleb û Minbicê bikin lê dîsa jî carinan şerên dijwar di navbera her du hêzan de diqewimîn. Di yekî ji wan şeran de, Nesirê Mirdêsî wekî bavê xwe di qada şer de hate kuştin (1038) û vê carê Fatimî bi ser ketin. Piştî vî şerî, anegorî tomarîyên Îbn Xeldûn, Mirdêsîyên Helebê ji neçarî dest ji Helebê û başûrê wê berdan û ber bi welatekî din ve çûn. Ev agahî ji bo me pir girîng e, ji lew re Şerefxan jî dibêje ku Mirdêsîyên ku ji Helebê hatin, wê demê tev li Mirdêsîyên Gêlê bûn, bi hev re Keleha Gêlê zeft kir û Mîrnişînîya Mirdêsî ya Gêlê ava kir. Heta dagira Selçûkîyan, wan (1075-76) hêza xwe zêde kir û piştî kuştina Pîr Bedirê Mirdêsî ji hêla Tirkmenan ve, vê carê bi serokatîya kurê Pîr Bedir Mîr Bulduk, desthilatdarîya xwe ji wê rojê heta dema Şerefxan bi sedan salan domand. An ku divê bê zanîn ku Mirdêsîyên Rojavayê Kurdistanê ne di dema kuştina Salihê Mirdêsî de (1029), lê piştî avakirina Keleha Kurdan (1031) û di dema kuştina kurê Salihê Mirdêsî, an ku piştî mirina Nesirê Mirdêsî (1038) welatê xwe berda û ber bi Gêlê ve, an ku ber bi pismamên xwe ve çûne û xwe li wan parastiye. Hinek ji wan jî çûne li ba birayê Nesir, an ku çûne Reqayê li ba Sîmalê Mirdêsî. Ev wateya vê ye ku pêwendîya Mirdêsîyên Gêlê û Rojavayê Kurdistanê qet qut nebûye û ji destpêka koça wan a bi hev re ji Hekarîyê heta bi rûxandina dewleta wan a li Helebê, tim di têkilîyê de bûn û di encamê de jî dema ketine tengasîyê, wan xwe gihandiye hev û din. Divê ev yek wisa bê xwendin.

 

Piştî Nesirê Mirdêsî, Heleb ji destê Mirdêsîyan derket (1038) lê Minbic û derûdorê heta bi Reqa û Rehbayê, an ku qeraxên Feratê di destên birayê wî Sîmal de man. Sîmal peymanek li hemberî Fatimîyan bi Bîzansê re girê da û xwe li wan parast. Di pişt re jî di sala 1042yan de êrîş bire ser Helebê û piştî çar salan Heleb ji destê Fatimîyan deranî û desthilatdarîya xwe li wir ragihand. Lê wê demê beşekî Mirdêsîyan xwe gihandibû Gêlê û yên mayî jî tev li artêşa Sîmalê Mirdêsî bûn. Sîmal, desthilatdarî ji kurê Nesirê birayê xwe Mehmûd re berda û dest ji desthilatdarîyê kişand (1062). Mehmûd jî li ser şopa bav û kalên xwe bû lê îcar tofana mezin, an ku Selçûkî ber bi welatê wî ve dihatin. Di destpêka sala 1071ê de, an ku berî şerê Melazgirê, Alpaslanê Selçûkî êrîş bir ser Mirdêsîyan û bang li Mehmûdê Mirdêsî kir ku were ba wî û serdestîya wî qebûl bike lê Mehmûd neçû û xwe ji şer re amade kir. Selçûkî gelek bihêz û pirleşker bûn û Mehmûd xeber şand û serdestîya Alpaslan pejirand. Ji ber ku Mehmûd neçûbû ba Alpaslan, Alpaslan aciz bû lê artêşa Bîzansê bi ser wî ve dihat û ji ber vê yekê bi Mirdêsîyan re şer nekir û ji bo şerê mezin ê Bîzansîyan berê xwe da Melazgirê. Mehmûdê Mirdêsî di sala 1075an de mir û kurê wî Nesirê Duyem kete şûna wî. Piştî salekî, vê carê birayê Nesirê Duyem, Mehmûdê Duyem bû mîr lê Mirdêsî ji ber êrîşên Tirkmenan ji hal ketibûn û di encamê de di sala 1080yî de Uqeylîyên Ereb êrîşekî dijwar pêk anî û dawî li Dewleta Mirdêsîyan anî. Piştî 1080yî Selçûkîyan Rojavayê Kurdistanê bi tevahî kontrol kir û heta dema Zengî û Eyûbîyan rewş weha ma. Piştî Eyûbîyan Memlûkî bûn desthilatdar û wan jî heta dema Osmanîyan hikim kir. Heta Cenga Cîhanê ya Yekem, Osmanî hikimdar bûn. Piştî şerê mezin heta roja me pêvajoyê dewam kir û Keleha Kurdan… Em vegerin mijara xwe…

 

Keleha Şovalîyeyên Hospîtaler a li Sûrîyeyê, a ku li derûdora sala 1125an ji hêla Frankan ve ji Kurdan hate standin û di sala 1202yan de careka din hate avakirin. Kevaleke wê ya nimînendeyî ya -restorekirî; ji lêkolîna M.G.Rey a bi navê “Bermahîyên Avasazîya Xaçparêzan a Li Sûrîyeyê”.

 

Keleha Kurdan û leşkerên Kurdên ku di navê de bûn, heta 1099an keleh parast û dest jê û hawirdora wê bernedan. Di sala 1096an de seferên xaçparêzan li Rojhilata Navîn dest pê kir û di destpêkê de hêzên Mesîhî li Çîyayên Kurmênc û paşê jî li Helebê bi gelên van deveran re dest bi şer kir. Wan dixwest ku xwe bigihînin erdên pîroz û li ser rêya wan jî Keleha Kurdan hebû. Kurdên xwedîyên kelehê li hemberî vê artêşa mezin li ber xwe da lê artêşa li hemberî wan pir dijwar bû. Ji ber vê yekê peymanek li gel xaçparêzan girê da û keleh bê şer radestî wan kir (1099). Xaçparêzan ev keleha mezin û zexim spart şervanên pîroz ên xaçê (Şovalîye) û heta 1271ê ev keleh di destê wan de ma. Xaçparêzan jî ew keleh wekî “Le Crat (Lo Krat)” bi nav kir, ji ber ku Ereban ji kelehê re digot Hisin Elekrad (Keleha Kurdan), Ewropayîyan jî ev nav neguhert û wan jî ew wekî Keleha Kurdan bi nav kir. Lê piştî demekê wan navê wê kir “Krak des Chevaliers” ku di zimanê wan de wateya “Keleha Şovalîyeyan” dide. Selahedînê Eyûbî keleh sê çar caran dorpêç kir lê nikarîbû zeft bike lê Siltanê Memlûkîyan Baybars di 1271ê de, ji ber lawazbûna Şovalîyeyan ev keleh zeft kir û leşkerên xwe tê de bi cih kirin. Paşê di sala 1517an de Osmanîyan desthilatdarîya Memlûkîyan rûxand û keleh jî bi dest xist. Vê gavê jî Keleha Kurdan di nav sînorên Sûrîyeyê de wekî mîrateya Mirdêsîyên Kurd dimîne û ji hêla UNESCOyê ve wekî yek jî mîrateyên dinyayê hatiye ragihandin.

 

Apo Osman Sebrî yê Mirdêsî û Roja Me

 

Dema mirov hewl bide ku dîroka Mirdêsîyan binivîse, helbet bêyî bîranîna nivîskar, helbestkar û têkoşerê gewre yê Kurd Apo Osman Sebrî nabe. Ji lew re Apo Osman Sebrî jî yek ji endamên malmezinên Mirdêsî bû û ev rastî di bîranînên wî de hatiye nivîsîn. Her weha Osman Sebrî agahîyên girîng jî der barê Mirdêsîyan û di pêvajoya dîrokê de jihevbelavbûna wan de dide. Apo Osman di beşê ku behsa Mirdêsîyan dike de weha dibêje: “Eşîra me Mirdês parçeyekî emareta Mirdês e ku sernîveka wê bajarê Egilê (Gêlê) bû. Piştî qelsî û jihevdeketina emaretê mîrekan her yekî alîyekî emaretê bi navê eşîrê xistiye bin destê xwe…” û didomîne ku piştî qelsbûna Mirdêsîyên Gêlê, mirov û pismamên wî bûne sê bir û berê xwe daye sê cihan. Beşek ber bi Enqere û Konyayê ve çûye û li wir bi cih bûye, beşê duyem li pişta Amedê maye û beşê seyem an ku malbata Ap Osman Sebrî jî li Gergera Semsûrê û derûdora Çîyayê Nemrûdê bi cih bûye. Ji gotinên Ap Osman em tê digihin ku qedera Mirdêsîyên Kurd tim koçberî û têkoşîn bû.

Ev rewş di bedena Ap Osman de bûye xwîn û goşt û Ap Osman bi hebûna xwe qedera Mirdêsîyan nimandiye. Jîyana wî tim di koçberî, heps û zindanan de bi awayekî mişextkirî derbas bûye lê qet gavek bi paş ve neavêtiye û tim têkoşîna xwe li hemberî neheqîyê domandiye. Her weha xwe ji xizmeta çand û zimanê Kurdî jî dûr nexistiye û kedeke pîroz di ber Kurdî de daye.

 

Îro jî nevîyên Mitanî, Med, Mirdêsî û hemû şaxên gelê Kurd di welatê xwe de li hemberî koledarîyê li ber xwe didin û bi hêzdayîna çand û dîroka xwe ya bi hezaran salan û bi hişmendîya van nirxan dîsa tê dikoşin û nimînendetîya qencî, aştî, aramî, wekhevî û azadîyê li hemberî xerabî, koledarî û hovîtîyê dikin… Wekî ku pêşîyên wan bi hezaran salan kiriye…

(Ev gotar di hejmarên 14 û 15-an ên Kovara Sormey-ê (2017) de hatîye weşandin)

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev