Nameyên evînî – 114

Nameyên evînî – 114

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tiştek jî rast e, ku hezkirina min û te wê jî vegerande cem min, lê min neda xuyakirin ku ez hîs dikim, hela di ser da jî min hezkirina min û te gurr dikir, ku ew fem bike çawa meriv ji yeke din hez dike û çi tê serê evindarê wî.
Dema min destpê kir ji te hez kir, ez ji wê dûr diketim, pir ji te hez kir, pirtir ji wê dûr ketim, dema tam ser te bengi bûm, ew nema. Ev rastî ye cana min.

 

¤¤¤

Tirsên me jî evîn in. Belkî evîna me xurttir dikin.
Neyse, cana min, hîsên min ji min ra carek din îzbat kirin, ku tu evîna min a here mezin î û ez bextewarê cihanê me.
Tu ezîza dilê min î?
Tu ezîza dilê min î!!!!!

 

¤¤¤

Qurbana te bim, evîna me gerekê derûnîya te baştir bike cana min. Ezê hewil bidim bê derman û bê derzî te bikim bextewara cihanê.
Em gerekê zêde ji dilê xwe û ruhê xwe bawer bikin. Ew şaşîyan nakin û bo hev in. Ez û tu, peyamên me, nivîsên me, axavtinên me dikarin şaşîyan bikin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev