Jineke Kurd li Fransayê xelata ”Şovalye”yê wergirt

Jineke Kurd li Fransayê xelata ”Şovalye”yê wergirt

Jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê li Fransayê,

ji ber çalakiyên xwe yên çand û hunerî

hêjayî xelata ”Şovalye”yê hat dîtin.

 

Wênegira Kurd a bi navê Anahîta Qubaîyan ku xelka Kirmanşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê, li Fransayê xelata ”Şovalye”yê wergirt.  Qobaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ji bajarê Kirmanşanê ku ew xelat pê tê bexşandin.

Fransayê ji ber çalakî û xebatên wê yên di warê çand, huner û wêjeyê de xelata ”Şovalye”yê bi wê jina Kurd bexşand.

Jina Kurd, Anahîta Qubaîyan, rêvebera ”Galeriya Rêya Hevrîşîm” e ku ev 18 sal e ew galerî damezrandiye û di warê çand û hunerê de çalakiyan pêk tîne.

Xelata cîhanî ya Şovalye, pêştir bi hunermendê binavûdeng ên Kurd, Şaram Nazirî, hatibû dayîn û Anahîta Qubaîyan duyemîn hemwelatiya Kurd e ku ew xelat pê tê bexşandin.

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev