KNKS girtina sîyasetmedar Fuad Önen şermezar dike

KNKS girtina sîyasetmedar Fuad Önen şermezar dike

JI RAYA GIŞTÎ RE

Bi girtin û astengkirina rewşenbîrê kurd Fuad Önen em dewleta tirk ya dagirker û nijadperest bi tundî şermezar dikin.

Fuad Önen ji ber hizir û nivisên xwe hatiye desteserkirin û kiryareke welê li hember hemî peymanên navnetewî ên demokratîk û mirovperwerî ye.

Bi vê kiryarê dewleta tirk careke din eşkere ruwê xwe yê rasteqîn û nijadperest şanî dunyayê dide.

Lê Fuad Önen ne bi tenê ye!

Parastina zanava kurd û mafên miletê kurd ên xwezayî daxwazeke herî demokratîk e û ev daxwaz bêguman ya me hemî kurdan e.

Em hêvî dikin ku hemî kurd û demokrat û mirovhezên dunyayê bi xurtî piştgirîyê li azadkirina Fuad Önen bikin û vê kiryara dewleta nijadperest ya tirk bi tundî şermezar bikin.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

 

P.S. Em piştî nîvro ji hevalekî nêzîk yê Fuad Önen agahdar bûn, ku Dadgehê Fuad Önen bi şertê kontrola edlî berda, lê doz dê bidome. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev