Leylan

Leylan

Şeyhmus Özzengin

 

Romana Devliken Kelogirî bi vê hevokê destpê dike:

“Bêwelatî, mîna leylanê ye, hemû hestên xapînok li ser têla zemên direqisin!(!)

Nivîskar, li gundekî bênav, bi tefsîra jîyaneke bezok, tîpên romanê, mîna hoste û şagirtên avahîyekî ku bi lez û bez di nav hemahengîyekê de têt avakirin; bi hosteyî hevok bi hevok tên danîn û avahî (roman) geş dibe. Nivîskar di vê destpêkê de vê jîyana gundekî nedîyar, bi hevokek wek necarê kevirên şehkirî tîne ziman:

“Piştî armonîya wan dengan, tarîyê êdî xwe radestî ronayîyê dikir” (r.9).

Roman li ser hîmekî kurdewarî, ji êş, ked, zahmetî û zaroktîyeke kêm îmkan, lê bextewar, diherike nav evîneke xwezayî. Têkilîyên mirovan, keç û xortan, evîn û zaroktî bi hev re di xwezayeke civata bijarte de, wek rûnê nivişk, ku bêt hilandin û biherike, xwe berdide nav tayên jîyana xetên romanê. Jê azadîya evînê, civata xwezayî, ku bi hestên resen rehan berdide nav axê û şên dibe; bi naturalîzmeke jibîrkirî, ku nivîskar careke din bi hewleke berpirsîyarî zindî dike, derdikeve ber me. Ew hewla nivîskar, careke din zindîkirina vê jîyanê ye ku tîne bîra me.

Nivîskar ew jîyana kurdewarî ku bi bandora zalimên serdest û çanda îslamê ketîye ber talan û raserî wendabûnê bûye, bi hewleke pîsporî, ji rêzê derdikeve û vê rastîyê datîne ber xwendevanan. Serkeftî ye û hêjayî pesinê ye.

Civat bi têkilîyên bi axê re, bi serpêhatîyên ciwantîyê re, bi çêkirina lîstok û dem derbaskirinê re xwe berdide ber tifikên xwarinê, ber tenûran, evîndar li ber pacên evînên xwe, ku rûkên wê bibîne re şev xwe dispêrin rojê û roj xwe dispêrin şevan.

“di bin semfonîya xwezayî de ku beq û çirçirkan davêtin ber hev, nalînên wan jî mîna melodîyeke nerm di bin re bi dengê xwezayê re armonîyek xweş çêdikir.” (r.14)

Nivîskar bi tefsîra jîyan, çand û çalakîyên civakî re, xwe bi xwendevanê romanê dide qebûlkirin, bê çi qerase roman e li ber dest e. Vê bi tayên zindîhiştina zimanê romanê (Kurdî) di şevbihêrkên jîyaneke ava de, ku ev şevbihêrk, “Mina meriv li şanogehekê be û li hember lîska ser dika şanoyê hîpnoze bûbe, şênîyên gund li ber zimanxweşîya (kurdîya) wan çîrokbêjan hîpnoze dibûn.” (r.15)

Nivîskar kanîya liserling hiştina zimanê romanê (Kurdî), di van şevbihêrkan de, bi destan û çîrokan tîne bîra me ku; “Pirê kesan navê Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Rustemê Zal, Elîkê Betê, Hesenê Mala Mûsa, Bişarê Çeto, Cembelî û Binevşa Narîn, Sîyabend û Xecê di van civat û şevbihêrkan de bihîstin. Û her yek ji wan lehengên navdar û evînê ji bo wan dibûn xeyal û bi wan xeyalan radiketin û radibûn. (r.15)

Nivîskar ji vê jîyana xweparêz û xwezayî civatê raserî teknolojîyeke demkî dike. Ev civata bê dewlet, bê parastin, raserî bandora teknolojîyê, raserî bandora çand û jîyaneke din tê. Urf û adet, şevbihêrk, dan û stendin, jîyan serûbin dibe. Li dewsa civatên ber tifik û tenûran, li dewsa şevbihêrk û çanda destan û çîrokên zimanê resen, balans ji hev belawela dibe. Nivîskar di vir de nedîyarîyek a pêşerojeke xerab, sînyalên têkçûneke civakî, çandî dide xwendevanan, ku ew jîyana xweparêz û xwezayî raserî têkçûnê bûye. Di vir de du qahremanên romanê, wek Gozê û keça wê Felekê, mêrê wê Rizo û her du kurê wan Sîyabend û Merwan derdikevin ber me, ku ji wê jîyana destpêka romanê diqetin û civat bê parastin, raserî qirneke pêşeroja wî nedîyar, şerekî nifşî, demî, zemanî hatîye.

Rizo sermîyadarê malê ye. Westîyayî û birçî ji ber pez tê malê. Bi çavê serê xwe, bandora telefonê, înternetê, televizyonê li ser Gozê, Felekê, Sîyabend û Merwan wek metirsîyeke mezin dibîne û agresîf dibe. Nivîskar vî şerê ku di navbera malbatê de wek guhertineke zamanê nû derdixe ber me û ji zarê Rizo van hevokan saz dike:

“Ev telefon bû agir û ket mala min. Ev ne bes bû, întergû jî derket…” (r.20)

Nivîskar jîyana sosyolojîk a civatê bi vê malbatê re derdixe ber me. Analîzeke sosyolojîk, bi metodeke romannivîsî, lê ne ji rêzê, bi zimanekî serkeftî, bê ku ji tayên kurdewarî biqete, derdixe ber me. Hêrs, nakokî û bêtehamûlî û tênegihîştin ya di navbera nifşan de, bi şêweyeke pisporî, kurdewarî dihone:

“Hey min di nav mejîyê we de mîstino! We heyat li min kir ceheneme. Yek li jinê digere. Yek li fahlê dinere. Yek kom koman ava dike. Yek bi okey û qumarê dilîze. Û ez rebenê Xwedê jî wek kuçikekî haya wî ji teknolojîyê tune, bi vir de û wê de bibezim.” (r.23)

Rizo, di vir de kel û hêrsa dilê xwe aş nake. Radihêje tivinga xwe û berê xwe dide dîrekê bazê. Derb li ser derbê dajo xizna tivingê û berdide dîrek û teqîna her berikê re jî mîna dînan diqîre;

“- Ne ezê di te nim kerê. Heta ez te safî nekim, ev gund ê li gundbûna xwe venegere.” (r.25)

Di vir de nivîskar mîna Don Kîşot, ku çawa li hember “Aşê Bayê” şer dike, ew li hember dîrekên bazê, bi înternetê re şer dike. Ev hewlên nivîskar, bi metod û hewlên civakeke resen re, li hember zemanê nû, berxwedaneke bêhêvî û agresif derdixe ber xwendevanan, ku bi sedan dersên sosyolojîk jê bên girtin. Di vir de jî nivîskar, bi hewlên Rizo, rewşa civatê şîrove dike, bi metodeke serkeftî.

Nivîskar, pêl bi pêl xwe bi xwendevanên romanê dide qebûlkirin û diherike nav fantazîyên tîpên romanê. Malbata Rizo li du xwe dihêle, wek ku hûn niha li vir rawestin û bi têkilîyên Sîyabend yên înternetê re derbasî Swêdê dibe.

Tîpek bi navê Loran, ji kezeba çanda Kurdewarî ya beşa tolazan derdixe ber me. Him Kurd e, him penaber e, him şanogerekî naskirî, him karmend e û him jî têra xwe tolaz û xwende ye.

Civatên paşdemayî û misilman birçîyê şehwet û kêfê ne. Dema ku ev fersend dikeve destê wan, him tolaz, him ji adetê dûr, dibin tolazên jiyaneke têr tolazî jî. Ev berhem, wek mînak bi rêya Loran vê hêla civatê dinexşîne. Him bi mereq û him jî bi şêweyeke balkêş, bi hevokên vekirî û zelal dinexşîne. Tîpeke ji folklora Kurdî a stranên erotîk dadixe nav xetên romanê. Nivîskar û Loran, li ser vê beşa xwende û karmendê Kurd ê Swêdê me hişyar dikin ku “hûn dibin çi bibin, lê xwe ji bîr nekin.”

Felît jî beşdarî nav jîyana romanê dibe. Sohbetek erotîk a jîyana vî gundê bênav, xwezaya jîyana kurdewarî ya gundan derdixe ber me. Nivîskar di pêşkêşkirna vê jîyanê de, bê sansor tev dilive û heta jê hatîye van hêlên civatê vekirî girtîye ber latên pênûsa xwe.  Xwezaya jîyana kurdên li gundan dijîn, henek û laqirdîyên wan, hêvî û xwexapandina wan, dem derbaskirina wan, ji serî heta binî, di şevbihêrkan de, di têkilîyên ne cidî de ev e. Nivîskarê me vê jîyanê û jîyana nifşên nû tîne ber hev, datîne ber hev û mesajan dide.

Nivîskar bi rîya Loranê li Swêdê, derbasî jîyanek, çandek bajarî dibe û du cîhanên ji hev cûda, lê xwezaya jîyaneke nû jî tîne ber çavan. Di tevsîrên xwe de serkeftî, zimanekî herîkbar û dewlemend derdixe ber me;

“Gerden spîboz û sade bû. Nexwestibû wê gerdena xwe ya mîna zozanê Serhedê dema di bin berfê de spîboz xuya dike, bi zêr û zîv û paxiran binixumîne….”(r.46)

Nivîskar şevek ji şevên felekê, ku di navbera Loran û Alice de li restorantekê derbas dibe, sohbeteke din jî dixe nav jîyana romanê. Ew jî mijareke bê dawî ku ruhê her kurdî diêşîne, ji devê Alice ya Swêdî dîyarî me dike:

“… -û dîsa mixabin, ji ber bêedaletîya dinyayê, hûn li seranserê dinyayê belav bûne. Yek ji meraqên min jî netew û kulturên qedîm in. Û jixwe hewce nake ez ji kurdekî re qala qedîmiya kultura kurdan bikim. Lê herî pir ew comerdî û mêvanperweriya we. Erê, belkî jî yek ji sedemên bêdewletîbûna we jî ev e; hûn zêde mêvanperwer in. Hêla we ya însanî dihêle hûn hestyar bin û ew hestyarî jî pirê caran dikeve pêşîya aqil û mentiqê û ezê dîsa bibêjim mixabin, dewlet û desthilatdarî ne bi hestan, bi aqil û mentiqê tên avakirin û îdarekirin” (r.48-49)

Nivîskar, bi rêya Alîce û Loran, hêla bêdewletîya kurdan derdixe giftûgoyên navnetewî. Di sohbeteke germ de pirs û bersîv hevdu dişopînin, di nav xetên romanê de. Ziman diherike, balkêşî xurt dibe û bandoreke erênî li ser xwendevan çêdike:

“Alîce! Çima Kurd ew qasî bala te dikişînin?”(!)

“Ne hew bala min, îro ro kurd bala dinyayê dikişînin, Loran.

Carina hin tişt nikare hin tiştan veşêre. Meriv kirasê bextewarîyê li bedeneke birîndar bike jî, wê bedenê bi wê bextewarîyê bipêçe jî, ew birîn ê her jan bide.” (r.52) 

Nivîskar, Loranê karmend û jîyana wî a têrtolazî li alîyekî dihêle û xwe berdide qahwexaneya surgûnîyên Swêdê. Harmonîyeke çandê û rastîya jîyaneke kurdên dîyaspora jî ji bîr nake. Wek mijareke serete bi tîpên xwe re serpêhatîyên wan û xeyalên wan jî dinexşîne. Lê nivîskar her bi rêya têkilîyên Alîce û Loran, bi şêweyeke bijarte, mijarên Kurd û Kurdistanê û herêma Rojhilata Naverast tîne guftûgoyê. Bi vê guftûgoyê re hunermend û stranbêjen Kurd jî ji bîr nake. Di nav xetên sohbeta Loran û Alice de, hunermend û stranbêjan, wek bizrê li ser latê bi destê cotkar, kulm bi kulm têt belavkirin. Ev metod jî pisporîya romannivîs bi xwe derdixe ber xwedevanan.

Loran, bi eslê xwe tîpekî naskirî ye; him şanogerekî populer û deng daye û him jî karmend e. Lê nivîskar, di romanê de tolazîya Loran, bi dan û stendinên bi Alice re dixe rewşeke balkêş û bi rewşa sîyasîya kurdan, karmendîya kurdan, dewlemendîya kurdan ve girêdide.

Loran, qahremanê romanê yê bijarte ye. Nivîskarê romanê, xwedî pênûseke ji derveyî rêzê ye. Ew jêhatî ye, dîn e, felsefevanekî weha ye ku, jîyana resen û jîyana postmodern bi hev ve girêdide û romanê bi şêweyeke pir serkeftî diherikîne ber xwendevanan. Xwendevanên romanê bi bêhnekê, bê ku navberê bidê dixwaze bixwîne, biqedîne.

Nivîskar, him bi hilbijartina qahremanên xwe, him bi metoda romaneke ne di rêzê de, bi vî zimanê şêrîn û dewlemend xwe dide qebûlkirin. Sebeba hilbijartina piranîya qahremanên xwe, ku ji kurdên Swêdê, ji gundekî bênav û bi çanda kurdî ve girêdide, tercîhên sereke ne di xerca avakirina romanê de. Her navekî ji qahremanên romanê, rengek e, dengek e ji pêsîra çanda kurdî diqete û digindire ber me.

Romaneke serkeftî, zimanekî serkeftî,  derveyî rêzê û têrmesaj e. Ev roman, mizgînîya nivîskar a afirandina romanên qerase dide xwendevanên zimanê Kurdî.

Leylan, leylana me ye û hêjayî xwendinê, pesindanê û xwedîlêderketinê ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev