Li Zankoya Duhokê projeya dokumentkirina qewl û beytên ola êzdîyan tê bicîh anîn

Li Zankoya Duhokê projeya dokumentkirina qewl û beytên ola êzdîyan tê bicîh anîn

Li Zankoya Duhokê projeyek bo komkirin û dokumentkirina hemû qewl û beytên ola êzdîyan heye û serokê zankoyê jî piştevanîya xwe bo bicîhanîna projê ragehand.

Navenda Nûçeyan a Basnewsê

– Xwedîyê projeyê Dawud Murad Xetarî ji BasNewsê re ragehand, bi alîkarî û piştevanîya serokê zankoya Duhokê Dr. Muslih ve me dest bi projeya xwe kirîye. Dê hemû beyt û qewl û nivîsên ola êzdîyan bên kom kirin. Berî naha me daxwaz kir her kesekî tiştekî girêdayî êzdîyan li gel hembe radestî me bike û wek alîkarî û piştevanîyek dibe bo projeyê. Hemû nivîsên olî dema em kom bikin, emê nîşanî oldarên êzdîyan û civata ruhanî bidin, ku bikarin baştir xizmeta gel bikin.

Herwaha got, ev proje bi alîkarîya navenda Beşîkçî li zankoya Duhokê ve tê encamdan. Em li bendê ne di heyama salekê de vê projeyê bi dawî bikin. Em li gel hemû zaneyên olî û lêkolîner û çalakvan û rewşenbîran dê kar bikin, ku ev proje bi serkeftî bê encamdan.

 

Serdazêdekirinek ji malpera RIATAZA

Bi xemxurî û dilovanîya serokê zankoya Duhokê birêz Dr. Muslih li vê Zankoya navdar gelek êzdîyên Kurdistanê û herwiha êzdîyên ji Şengalê jî li welatê xwe dixwînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev