Keda nivîskarê navdar li ”Middle East Diplomatic”

Keda nivîskarê navdar li ”Middle East Diplomatic”

Axaftina redaktorê malpera me li Konferansa Navnetewî

100 salîya nıvîskarê Kurd yê hêca Elîyê Ebdilrehman, aliyê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê bi serokatîya akademîsyen Kinyazê Îbrahîm dabû organîzekirin û li Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, li bajarê Almatîyê hate derbazkirin.

Lı civînê da rojnemevan û nıvîskarê Kurd, sêkretarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê, redaktorê malpera RIATAZA Têmûrê Xelîl lı ser jiyana nemir Elîyê Ebdilrehman axaft û wiha got:

Ev hurmeta mezin, ku ez li vê Qesira Assambleya Gelên Qazaxistanê, ber bi dehan kesên ber dilê min ezîz sekinîme, bi saya keda Elîyê Ebdilrehman e. Ez û Elîyê Ebdilrehman 14 salan li redaksyona rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” da bi hev ra xebitîne. Ew serwêrê beşa Jîyana partîyê bû, ez serwêrê beşa Çandê bûm. Ez li redaksyonê him dixebitîm, him jî hîn dibûm. Ber destê Elîyê Ebdilrehman hînî meslekê xwe bûm, hînî hezkirina miletê xwe û welatê xwe bûm. Ji wî Merivê Mezin tenê hînî helbestnivîsarê nebûm, ew jî ne di rûyê wê yekê da ku mamostayê min ez rind hîn ne dikirim, lê ji wê yekê ku talanta min a helbestnivîsarê tunebû, an jî talanta min têrê ne dikir.

Ji ber ku me gelek caran qala kurd û Kurdistanê dikir, pêwendîyên me bi kurdên Kurdistanê ra hebûn, me rojname û kovarên kurdî distendin û dixwendin, kurdên Kurdistanê ku seredana Ermenîstanê dikirin, dibûne mêvanên malên me, serokatîya rojnameyê bi çavekî ne dostane li me dinihêrî, ditirsîyan ku serokatîya Ermenîstanê wê zirarê bide wan, ji ber ku xebatkarên rojnameya organa Partîya Komûnîstîyê û dewleta Ermenîstanê bi bîyanîyan ra (ango, kurdên derva ra) girêdayîne, lê bîyanî jî li welatê me hemû “împêrîyalîst” bûn. Heta difikirîn, ku em ”girêdayîne”, ango bi KGB ra kar dikin.

Wan salan pir zehmet bû yek bikaribe here welatekî kapîtalîstîyê. Yê pêşin, ku çû Sûrîyê (Kurdistana Rojava) Elîyê Ebdilrehman bû. Dû wî ra ez çûm. Wê demê cîgirê redaktorê rojnameyê Emerîkê Serdar di redaksyonê da deng bela kir, ku: “Min ji we ra digot ev kesana ”girêdayîne”, we bawer ne dikir. Meriv tenê bi riya KGB dikare here welatekî”. Heta derheqa vê yekê da di kitêba xwe ya ”Mukurî” da jî nivîsî. Ji kesên ha ra cem me digotin: -Belengazê hişê xwe…

Elîyê Ebdilrehman kurdekî dilsoz, mêr bû. Weke ku ji rêveçûna wî jî xuya bû ku ew kurdekî mezin e. Xênji nivîskarîyê û şayîrtîyê, wî karên civakî jî dikir. Endamê komîtêya karger ya rêxistina kurdên tevaya Sovyetê ”Yekbûn”ê bû, dema di malbetekê da bêhntengî an nelihevî hebûna, berê xwe didane Elîyê Ebdilrehman bona bi şêwr û temîyên xwe va pirsgirêkên wana çareser bike. Merivekî nandar bû, xêrxwazekî bi gotina we bû.

http://www.med-diplomatic.com/nuce.php?aid=937

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev