Daxuyanîya Partîya Maf û Azadîyan

Daxuyanîya Partîya Maf û Azadîyan

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ


Her wekî tê zanîn demeke HDP û derdorên HDP’ê banga yekîtîya netewî dikin û bi vê mebestê çalakîyan li dar dixin. Wisa xuya dike ku hetanî niha di vê tifaqê de çend kes, kesayet û kom û komik û hêz û partî û rêxistin li dor HDP’ê rêz bune. Ev tifaq li gor hin derdoran wek “tifaqek netewî” were binavkirin jî, wek Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR, bi raya me ev ne tifaqek netewî ye. Lewra berî demekê me dabu xuyan ku “yekîtîya netewî li ser esil û asasên netewî, bi bername û rêbazek netewi û her wiha di nav hêzên netewî de pêk tê.” HDP bi xwe dibêje “em ne partîyek Kurdewar in. Em partîyeke Turkîyehî ne.” Lewra bi HDP’ê re ne mumkune ku di van şertan de yekîtîyek netewî were ava kirin.

Bê guman HAK-PAR terefdarê “yekîtîyek qedirbilind û bi rumet” e. Ev helwesta HAK-PAR’ê bi her şîweyek maf û berjewendîyên netewî a Kurd û Kurdistanê mîna yekem xala sereke qebul dike. Partîya Maf û Azadîyan, projeyek netewî û demokratîk e. HAK-PAR bi xwe rêxistinek hevkar e. Di binyata avakirina HAK-PAR’ê de hestên netewî hatine raxistin. Lewraye ku HAK-PAR hetanî niha di tu çalakîyeke ku ne li gor maf û azadîyên gelê Kurd de be, rêz ne bûye, cîh negirtîye û hergîz di hîç demek de jî di nav bernameyên pûç û vala de cih nagre. Maf û berjewendîyên netewî yên miletê Kurd li ku be, HAK-PAR li wê ye.

Di van rojan de, li gor agadarîyên ku geyiştine destê me, mixabin ku hin kes û hêz navê HAK-PAR’ê di nav çalakî û hewildanên HDP’ê û derdorên HDP’ê de bikar tînin. Bi zanebûn didin zanîn ku qaşo partîya Maf û Azadîyan jî di nav hevkarîya HDP’ê de ye. Agahdarîya herî dawî jî ev e: Roja 05.02.2020 di dawetnameya HDP a ku li HEWLÊR’ê li restoranta bi navê “Ebu ŞAAB” bangî beşdaran dike,wek “bangder” navê Partîya Maf û Azadîyan” jî hatîye dîyar kirin. Navê du kesan wek serok û rêveberê Partîya Maf û Azadîyan – Mihemmed Qeremec û Cemal Sate – hatîye bikar anîn.

Ev tişt yekser derew e û hewla pêkanîna feresetek derewîn e. Em ne Cemal Sate û ne jî Mihemmed Qeremec nas nakin û tu pêwendîya van herdu kesan bi Partîya Maf û Azadîyan re tune.

Serokê Partiya me HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyan ) Latif EPÖZDEMİR e. Nunerê partîya Maf û Azadîyan li HEWLÊR’ê Zana Sezen e. Lazime bîr û raya sîyasî a herêmê baş bizane ku HAK-PAR di nav hevkarîyên nexêrxwaz de cih nagre. Niha tu pêwendîyek me di vî warî de bi HDP’ê û derdora HDP’ê re tuneye.

Mebesta vê amelîyata ferasetê ew e ku raya netewî a miletê Kurd têk bibe, aîdîyet û helwesta netewî a miletê Kurd xera bike. Lê ev karek nafîle ye. Raya sîyasî a Kurdî baş dizane ku HAK-PAR di nava karwanê nexêrxwaz de cih nagre. Lewra em piştrast in û enîya me sipî ye. HAK-PAR Kurd e.
Em vê hewildanê bi tundî şermezar û riswa dikin. Careke din bang li HDP’ê û komîkên li dor wê rêzkîrî dikin ku Partîya Maf û Azadîyan wek ”hevkarê” xwe nedin nîşandan û dev ji avakirina ferasetên derewîn û xapînok berdin.

Di gel rêz û silavên netewî, ev daxûyanî pêşkêş e ji bo agahdarkirina çapemenî û raya giştî.

 

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan- HAK-PAR

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *