Li Tirkiyeyê makezagoneke nû û pêşniyara kevnare ya CHP/Kaboglu

Li Tirkiyeyê makezagoneke nû û pêşniyara kevnare ya CHP/Kaboglu

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Heger dewletek û rejîmek dibêje ku ez demokrat im, divê xwediyê makezagonekê be. Lewra Makezagon, peymana civakî ye.

Peymana Civakî, heger dewletek homojen be û ji yek neteweyekê ava bibe, di navbeyna  hemwelatiyên wê dewletêde çê dibe. Bi wateyeke din, makezagon, peymana navxwe ya neteweyekê ye.

Lê heger li dewletekê çend netewe hebin, peymana civakî, di navbeyna wan neteweyan de pêk te.

Makezagon, li welatekî şiklê dewletê, mekanıîzmayên dewletê bi rêve bibin û berpirsiyariyên wan, maf û azadiyên şexsî û kollektîf yên hemwelatiyan, maf û azadiyên şexsî û kollektîf yên neteweyên cûda  terîf dike û diparêze.

Dewleta Tirk jî, bi peyv komarî ye. Komarîbûna dewletê tê wê wateye ku dewlet ya netew û gel e. Lê dewleta Tirk tu wextetekê nebû dewleteke neteweyî, bû dewlet-neteweyî. Yanî Dewlete Tirk nebû dewleta neteweya Tirk jî, bû dewleta burokrasiya siwîl û leşker. Loma jî li dijî neteweya Tirk jî ava bû.

Dewleta Tirk, her çiqas got ku ez wek dewleta Kurdan jî ava bûm; ev nêrîna bi xwe dereveke gelek mezin bû. Lewra Dewleta Tirk hîç demekê hebûna kurdan, mafên kurdan yên milî, civakı, siyasî nas kir, neparast. Mafên neteweya kurd binpê kir, perçiqand. Dema ku kurdan mafên xwe yên neteweyî jî daxwaz kir, bi awayekî milîter û leşkerî, bi zor û şidetê pêşiya tevgerê wergirt. Kurdistan dagir kir. Sîstemeke ji kolonyalîzma klasîk xirabtir li Kurdistanê ava kir.

Loma jî dema ku li Dewleta Tirk makezagon hatin çêkirin, neteweya kurd wek terefekê nehat hesibandin, mafên neteweya kurd yên şexsî û kolektîf li ber çav nehatin girtin.

 

LI TIRKIYEYÊ HEWCEDARIYA MAKEZAGONEKE NÛ HEYE…

Li Tirkiyeyê sed sala ku minaqeşeyek li ser makezagonê heye. Lewra her kes di wê nêrînê de ye ku li Tirkiyeyê makezagoneke gelemperî û her kesî û her miletî temsîl dike tune ye. Makezagoneke elîtîk heye. Divê makezagoneke nû, yanî Peyameke Civakî ya nû li Tirkiyeyê çê bibe.

Ji bona makezagoneke nû li Tirkiyeyê, du nêrînên cûda hene.

Gor nêrînekê, makezagonê heyî ji bona elîtekê taqimeke serdest çêbuye, divê makezagon ji bona hemû hemwelatiyan çê bibe. Lê hemwelatî wek neteweyên cûda hesab nebin, nayên qebûl kirin. Dîsa her kes wek tirk bê hesibandin û makezagon ji bona hemû hemwelatiyan çê bibe, di makezagonê de bi giştî maf û aazadiyên şexsî û kollektîf bên diyar kirin, bê parastin. Dîsa di wê makezagonê de neteweya tirk û kesên Tirk desthilatdar bin, neteweyên din û kurd bindest bin.

Nêrîna duyemîn jî dibêje ku dewleta Tirk hîç bi awayekî û rengekî dewleta Kurdan nîne. Tu bi rengekî û awayekî kurdan temsîl nake. Dewlet, kurdan wek netew qebûl nake û tune qebûl dike; ji bona ku tune bike welatên wan dagir kiriye. Mafên kurdan bi her awayî xesip kiriye. Ji bona tunekirina kurdan her rê û rêbazê dimeşîne. Loma divê makezagon wek Peymana Civakî ya rasteqîne çê bibe. Ev peymana dê di nav kurdan û tirkan de bi îradeya wan a azad dê çêbibe. Ew jî dê dewleteke nû ya Tirkan û kurdan ava bike.

Ji bona makezagoneke nû divê guhertinên bingehî çê bibin.

1-Divê ku îdeolojiya fermî û felsefeya damezrênêr ya dewletê bê guhertin. Heger îdeolojiya fermî û felsefeya damezrênêr ya dewletê nayê guhertin, makezagona bê çê kirin, wê demê ji bona dewleta heyî dibe makezagon. Ew jî hewcedariya Tirkiyeyê, bersîv nake.

2-Divê di derbarê dewletê de biryar bê girtin. Heger dewlet dê unîter bimîne, wê demê makezagona çê bibe, nabe makezagoneke nû û hewcedariya Tirkiyeyê jî bersıv nake.  Loma jî divê guhertina dewletê bê pejirandin, ji bona ku dewlet bibe dewleta Kurdan, Tirkan, kêm neteweyên din, ol û mezhebên cuda, fikir û felsefeyên ferqtir, wê demê divê li ser dewleta nû lihevkirinek pêk bê. Ew dewleta jî Dewleta Federal e.

3-Dema ku dewleta federal hat pejirandin, wê demê ji bona wê dewletê makezagon çêkirin, nûjen dibe û hewcerdariya Tirkiyeyê bersîv dike.

4-Divê mafên şexsî û kollektîf bên pejirandin. Makezagona çê bibe, bibe makezagona nasnameyan û federal.

 

TIRKIYE HEWCEDARÎ MAKEZAGONEKE WEK DEWLETA FEDERAL YA IRAQÊ YE…

Dema ku Iraq û Tirkiye bi hev re bên şirove kirin, gelek eşkere diyar dibe ku dişibin hevûdu. Lewra li Iraqê jî du netewe (neteweya kurd û ereb) û gelek kêmnetewe bi hev re dijîn. Di dema dewleta unîter û rejîma baasê de, kurd û kêmnetewe û dikarim bibêjim ku gelê ereb jî xwediyê dewletê nebûn.

Li Iraqê piştî sala 2003an rejîm hat guhertin. Biryar hat girtin ku dewleteke hevbeş ya du neteweyan, dewleta federal ava bibe. Piştî vê biryarê ji bona dewleta federal makezagonek amade bû û ew makezagona bi bi referandûmê hat erê kirin.

Li Tirkiyeyê jî neteweya kurd û tirk û gelek kêmnetewe bi hev re dijîn.

Li Tirkiyeyê jî biryara dewleta federal ne zehmet e. Wê demê li Tirkiyeyê dewlet dibe dewleta kurdan û tirkan û kêmneteweyan. Demokrasiyeke plural ya rasteqîne ava dibe.

 

PÊŞNIYARA CHP/KABOĞLU JI BONA XURTKIRINA DEWLETA UNÎTER Û BI AWAYEKÎ NÛ ENTEGREKIRINA NETEWEYA KURD E Û KEVNARÊ YE…

Prof. Îbrahîm Kaboglu ku di heman dem de parlamenterê CHPê ye, ji bona makezagoneke nû pêşniyarek amade kiriye, ji vê pêşniyarê re jî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu pêşgotin nivîsandandiye. Ev jî diyar dike ku ev pêşniyara Îbrahîm Kaboğlu, bi awayekî nîv-fermî pêşniyara CHPê ye.

Pêşniyara îbrahîm Kaboglu di derbarê makezagonê de di esasê xwe de ji bona guhertîna sîstema Hikûmeta Serok Komarî hatiye amade kirin. Ji bona vê jî mixalefet û tîfaqê diyar dike. Diyar e ku ev pêşniyara di hemandem de pêşniyara HDPê jî.

Pêşniyara Kaboglu, guhertina dewletê naxwaze û ji bona dewleteke nû ya kurdan û tirkan pêşniyarek tune ye.

Di pêşniyara wî de Kurd jî wek aktorekî ne, wek malzemekê tê pêjiranmdin.Ji bona mafên kurdan yên kolektif jî pêşniyarek tune ye.

Kaboglu, dewleta unîter û kemalîst dixwaze ji nûve qewî û xurt bike. Kurdan jî bi awayekî nû bi dewletê re entegre bike. Eşkere ye ku ji bona berdewamiya dewleta elîtîk ya burokrasiya siwîl û leşkerî pêşniyar dike.

Kaboglu li hemberî rexneyan jî gelek eşkere diyar dike ku ew guhertina taybetiyên dewleta heyî û xalên makezagonê yên pêşî ku ji çar xala pêk tê, naxwaze ku bên guhertin.

Ev hemû rastî diyar dikin ku pêşnîyara Prof. Îbrahîm Kaboglu, pêşniyareke kevnarê ye û nûjen nîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *