Berhemên kurdzanên me – 210

Berhemên kurdzanên me – 210

Me di 204 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan. Beşa pêşin me berî çend heftêyan çap kir. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên

di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -2

Serdazêdekirina hejmara 23a

 

Jêdera ji nameya şêwirmend Voînov (ew di salên 1876-1877a da casûsê eskerî yê surî bû li Erzurumê) ya ser navê gênêral-çawîş Dûxovskî, ya 24ê adarê, sala 1876a

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê yên derheqa şerê di salên 1877-1878a da)

 

Bi van daxuyanîyên, ku min ji konsûlê Erzurumê (ya hejmara 145a) û Helebê ra (ya hejmara 173a) şandine, dixwazim we agahdar bikim, ku di tebaxa sala par da kurdên Dêrsimê êrîş birine li ser mala serekekî xwe yê herî bi nav û deng – Gullebî beg û wî û 30 neferên mala wî kuştine.

Sebebên wê bûyera bi xwîn hindava begê navdar da ev bûne:

Tirk her dema hewil didin, ku ji hemû binecîyên welêt eskera bikine nava ordîyê. Ewana di wî karî da guhdarîke mezin datînine ser kurdên Dêrsimê, ji ber ku ew timê jî ji qulixkirina di nav eskerîyê da xwe ta dane.

Samih paşa, ku demekê mişîr û welîyê Erzurumê bû, bi alîkarîya muteserîfê Erzîncanê Şefîq paşa gelek kurdên navdar anî alîyê xwe û ew birine Erzurumê. Vira qedirê wan gelek girtin, Samih paşa ji navê sultan xelat dane wan û kurdên navdar jî soz dan, ku bi merivên xwe va wê riya ji Erzîncanê heta Dîyarbekirê çê bikin, ku ser Plomûrê, Xozatê, Mezgirtê û Palûyê ra wê derbaz bibe. Samih paşa ji wan ra got, ku kê tevî wî karî bibe, e w kar wê ber wan baca va bê hesibandinê, ku kurda di nava 15 salan da ne dane. Samih paşa ji xercên ser çêkirina rê ji xezîna dewletê tenê perên ji bo xwerina pala hildan.

Bi vî awayî, ew riya ku gerekê Erzurumê bi Trabzonê va bida girêdanê û wê ser temamîya Dêrsimê ra derbaz bûbûya, di hêla stratêgî da ji bo tirka pir giring bû. Samih paşa plan kiribû bi saya serê çêkirina ewê rêyê Dêrsimê tam bike bin hukumê tirka da. Mişîr herwiha pêşnîyar kir, ku bona eskerên me cîyê lingên xwe li wan deran mehkem bikin, lazime, ku herêmên wê mezîla fire bi têlêgrafê bi hev ra bêne girêdanê. Lê hema ku Samih paşa ji van dera çû, ew xîyala wî, ku ew rê wê bê çêkirinê û eskerên tirka wê ew war bikine bin hukumê xwe, bi ser ne ket.

Sala 1875a mişîrê Erzurumê yê berê Ahmed Muxtar paşa dît, ku li ser wan kurda şikyat hene, ku ji destê Samih paşa hedya sitendine, ew di meha tîrmehê da gazî bal xwe kirin, kire bîra wan, ku wana hedya sitendine û ji ber wan jî hin soz dane û hewil da bi destî van yeka dîsa vegere li ser pirsa çêkirina riya Erzîncanê-Dîyarbekirê. Ew şikyatên li ser kurdên, ku Samih paşa hedya dabûne wan, bi destî muteserîfê Erzîncanê Şefîq paşa hatibûne organîzekirinê. Di nav wan kurda da yên berbiçev ev bûn: Gullebî beg – qaymeqamê Melazgirê û Huseyn beg – qaymeqamê Kozûcanê. Ev hemû kurd bi muteserîfê Erzîncanê Şefîq paşa ra hatibûne Erzurumê. Gazî qaymeqamê Xozatê Mensûr axa jî kiribûn, lê ewî menî girt, ku xudêgiravî nexweşe û nehat.

Piştî ku mişîr Muxtar paşa ew bi dilgermî qebûl kirin, kurda soz dan riya berbi Dîyarbekirê çê bikin, bacên sala tê berev bikin û kurda qanie bikin, ku eskera bidine ordîyê. Gullebî beg û Huseyn beg, ku hatibûne Erzurumê û derheqa wan da me li jorê qal kir, ji kurdên Dêrsimê yên navdar bûn, lê hukumê wan ewqas jî li ser kurdên bin destê wan da derbaz ne dibû, ku bikaribin ew sozê ku dane, pêk bînin. Gullebî beg ji malbeteke usa bû, ku rola wê li Dêrsimê ser plana duda bû. Nûnerê malbeta Gullebî, ku merivekî zîrek bû, di hesabên xwe yên derheqa hukumê xwe li ser kurdên Dêrsimê da şaşî berda. Dema ku li Erzurumê ew bi dilgermî qebûl kirin û hedya danê, wî digot qey ewê bikaribe hemû sozên xwe biqedîne. Huseyn beg kurê Elî beg bû, lê nebîyê Huseyn beg birazîyê Elî beg bû. Ew ji malbeta Şêx Huseyn oxli bû, ku van demên axirîyê li temamîya Dêrsimê roleke giring lîst. Huseyn begê apê wî bi rêberîya gelek giregirên kurda hate Erzurumê, bal Reşîd paşa, ku wî çaxî welîyê Erzurumê bû û ew bi hêvî bû, ku ewê rastî Reşîd paşa bê û wê bikaribin bi hev ra wan tewlebazîyên tirka pûç derxin, ku bona wê yekê van demên dawî gurr bûbûn, ku qedirê malbeta Şêx Huseyn oxli biêxin.

Piştî ku Reşîd paşa ew bi dilgermî qebûl kir, rojtira dinê ewî careke din berê xwe da wî, lê di rêda ew girtin, destê wî kirine kelemçê, ew bi qeyd û çîdar kirin û şandine Konstantînopolê, ji wir jî şandine Vîddîsê, kirine hebsê. Ew ji hebisê revî, çû Dêrsimê, lê nikaribû wî qedirî û wê hurmetê li xwe vegerîne, ku berê li vira hindava malbeta wî da hebû, ji ber ku merivên wî dîtin, ku hatîye girtinê, hewil dan serokatîya eşîrê bixine destê xwe û di wî karî da tirka jî rola xwe lîst. Lawê Huseyn begê navdar, yê mezin Elî beg di dema sirgûnîya bavê xwe da tenê serokatîya qebîleke eşîra xwe dikir. Dema bavê wî vegerîya, serokatîya ewê qebîlê dîsa di dest wî da ma. Lê Huseyn beg piştî vegera xwe heta mirina xwe nav û dengê malbeta xwe careke din usa bilind kir, ku piştî ew di sala 1863a mir, kurê wî yê mezin – Elî beg kirine serekê xwe.

Ew merivekî dilsax bû, bawerîya xwe bi her kesî dianî, lê pir paqij û helal bû. Tirka ev xeysetê wî dane ber çeva û bi hedya û xelatkirina va ew anîne alîyê xwe. Tirka ew anîne Erzîncanê, ango herêmeke usa, ku ji wira riya berbi Dêrsimê pirî-hindikî baştir e (di wê herêmê da tirka gelek kurd helandibûn) û wî kirine midûrê Dêrsimê, ango serkarîya temamîya Dêrsimê dane wî. Û hema ev hemû bûne sebeb, ku navê malbeta Şêx Huseyn oxli careke din di nav kurda da ket.

Neyarên ewê malbetê di nav milet da pêşnîyar dikirin, ku Şêx Suleyman – lawê Şêx Derwêş Mehmûd bibe serokê wan. Şêx Suleyman, ku niha serekê Dêrsima Navbendî ye, ne dîwanê bendî tiştekî dihesibîne, ne jî tirka û bin destê wî da timê jî 5 hezar kurdên çekdar hene.

Rast e, kurda îdî aminaya xwe bi Elî beg ne dianîn, lê hukumê birazîyê Elî beg – Huseyn beg li ser xwe nas dikirin, lê evî jî bere-bere destpê kir mêla xwe bide li ser tirka. Ewî texmîn kir, ku nav û hurmeta malbeta wî her diçe kêmtir dibe, destpê kir xwe li tirka girt û bi wê ra tevayî jî hewil dida, ku hukumê wî li ser kurda ji dest neçe. Bona armancên xwe bi ser xîne, ewî berê xwe da berbi mişîr û welîyê Erzurumê Samih paşa. Dema ew sala par di meha tîrmehê da hatibû Erzurumê, ji bo wê yekê, ku nikaribûye sozê ku daye Samih paşa pêk bîne, di pêwendîyên xwe yên bi tirka ra gelek fesal bû.

Vê carê jî ew rastî serokatîya tirka hat û dema bi kurdên ku dawetî wira kiribûn ra tevayî vegerîya nava eşîra xwe, texmîn kir, ku qedirê wan gişka jî di nav milet da ketîye. Gullebî beg, ku hewil dida xwedî li sozên xwe derkeve, destpê kir bi awakî pir fesal bi merivên xwe ra kete nava hevraxeberdana û merivên wî jî piştî minaqeşeyeke dûr û dirêj biryar kirin bi a wî bikin. Lê hema ku ewî xwest ew daxazên xwe û tirka li situyê milet bialîne, kurd rabûne himberî begê xwe, ew û hemû neferên mala wî kuştin. Ez niha nizanim, ku kê dikare dewsa Gullebî beg bigire. Dewsa wî niha kurê wî – Huseyn axa hatîye kivşkirinê wek qaymeqamê Melazgirê, ku ji kuştinê filitî û serê xwe xilaz kir.

Huseyn beg, ku tu sozek ne dabû tirka, dema vegerîya Dêrsimê, ji ber wê jî kurd ranebûne himberî wî. Lê kurd nabaxşînine wî, ku ew du cara çûye Erzurumê. Ewana hema bêje wî wek xayînekî dibînin û aminaya xwe bi wî naynin. Berî ku ecêb bê serê Gullebî beg, Huseyn beg ser wê bawerîyê bû, ku zûtirekê tirk wê Dêrsimê tam bixine bin hukumê xwe. Ewî hesabê xwe kiribû, ku piştî tirk bibine xwedîyê Dêrsimê, qe na wê hukumê wî ji dest wî negirin, ji ber wê jî ewî li Erzurumê şertên xwe raber kiribûn, ku wê xizmetî wan bike, eger wî kivş bikin wek muteserîfê Erzîncanê. Derheqa vê yekê da Huseyn beg di mala xweda, dema sohbetekê di hizûra Mansûr axa da, ku me li jor behsa wî kir, gotibû. Mansûr axa got, ku ew naçe Erzurumê, ji ber wê jî kurda aminaya xwe bi wî anîn. Û niha qedirê wî di nav kurda da ji qedirê Huseyn beg zêdetir e.

Perçekî Dêrsimê – senceqa Erzîncanê, dikeve nava wilayeta Erzurumê. Ew sencaq jî pareveyî li ser van qezayan dibe: Erzîncan, Kemax, Kûzîcan, Mezgirt û Kûrû-çay. Qeza Xozatê dikeve nava senceqa Sivasê, lê pêwendîyên wê bi senceqa Erzîncanê ra xurttir in. Niha jî muteserîfê Erzîncanê Şefîq paşa ye. Qaymeqam jî evên han in: Yê Kemaxê – ne bêlî ye, yê Kûzîcanê Huseyn beg e, yê Ovacikê Qehreman axayê kurd e, yê Mezgirtê Huseyn axayê kurd e, yê Kûrû-çayê Yûsif axayê kurd e û yê Xozatê Mansûr axa ye.

Ev hemî bi esilê xwe va kurdên Dêrsimêne û ji ber ku dîwana Tirkîyê ew wek qaymeqam kivş kirine, lema jî ewana bin hukumê tirka da nin.

Dêrsim niha hemû baca dide, lê eskeran nade ordîyê. Gorî qanûnê qaymeqam ew bac berev dikin, ewana jî nîvê baca didine tirka, nîvî jî dikine berîkên xwe û usa didine xuyanîkirin, ku ewqas hatîye berevkirinê. Kurdên Dêrsimê şikyatê xwe ber qaymeqama dikin û şikyatê xwe dighînine muteserîfê Erzîncanê jî. Lê wek me li jorê gotibû, Dêrsima Navbendî, ku serokatî di dest Şêx Suleyman da ne û 12 hezar merivbin hukumê wî da nin, dîwana tirka nas nakin û bendî tiştekî nahesibînin. Her 12 hezar jî çekdar in û Suleyman bi xwe guhdarîke mezin dide ser wan. Ji wana 5 hezar eskerên peya ne. Zivistana ew li qijleyên xweda dimînin, lê havîna gişk di kona da dimînin, hema bêje gişk jî ser hev in û rex Şêx Suleyman in. Ev ordîya bi jimara xwe va ne mezin ji bo Dêrsimê xwedî kemaleke mezin e û bi saya serê wan e, ku hukumê Şêx Suleyman belayî li ser temamîya Dêrsimê jî dibe. Hemû qaymeqamên, ku tirka ew kivş kirine, ji muteserîfê Erzîncanê zêdetir bin hukumê wî da nin. Piranîya kurda qedirê Şêx Suleyman zane û ew yek nahêle, ku hukumê Tirkîyê li ser Dêrsimê bê testîqkirinê. 

(dûmayîk piştî heftêyekê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev