Ji nimûneyên zargotina me – 210

Ji nimûneyên zargotina me – 210

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûdehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema pêşin tê binavkirinê ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA”. Fermo, beşa wê a pêşin. Beşên din emê ji berê va çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA -1

 

HEYWANXWEDÎKIRIN

 

Berî şoreşa Oktyabrê bal me, usa jî li welatêd dereke kurd him koçer, him nîvkoçer, him jî rêncber bûne. Ktêba “Zarûbêjnaya Azîya”-da (“Asîya dereke”) derheqa ereb û kurdêd navbeynçem (orta du çema), warêd wan, usa jî pêşêd wan hatîye nivîsandin, wekî kurdêd wêderê jî heta niha koçertîyê, nîvkoçertîyê û rêncbertîyê dikin. Avtor dibêje:

“Nav bnelîyêd navbeynçemê jorê nîvê pirê erebin, lê li şeqayê kurd zefin. Çend nehîyada nîvê pirê ewin (kurdin). Wê derecêda şeqayêda cmaeta nîvkoçer dijî…”. Êzdîya û qizilbaşa qebîlêd kurdaye mezinin, ewana bi xûn û qinêtêva kurdin, bi zaravê kurmancî xeberdidin.

Derheqa terîqa kurdada êpêce lîtêratûra heye bi gelek zmana. Mqabilî wê yekê hene ulmdar, mîsîonêr û merîyêd din, mesele, çawa Sonê îngilîs, Rîtêrê alman û yêd din, dibêjin, wekî lîtêratûra kurda kevin tune. Ewana rast nabêjin. Qurna pêncada destpêkirî, berî dewrana me heta niha êpêce edebîyeta terîqî û ya mayîn derheqa cmaeta kurda hatîye neşirkirin bi zmanêd erebî, kurdî, farizî, ûrisî, ermenî, almanî, îngilîsî, tirkî û yêd din. Terîqzanê kurdayî eyan Şeref-Êddîn qurna 16a nivîsîye terîqa kurda û şerê wan mqabilî zevtçîya. Navê ktêbê Şeref-namêye. Çawa bîblîografîya nîşan dide, hema Son bi xwe derheqa kurda, terîq, rabûn-rûniştina wanada êpêce xebatêd ulmî nivîsîne, hilbet ser nêta kolonîzatorîyê. Derheqa kurda, terîq, êtnografîya, folkor, qeydecmaetîyê û zmanê wanda gelek ulmdara nivîsîne, mesele: Ed Wolde: Reise nach Innerabiyen Kurdistan und Armeniyen (bi îngilîsî), rojnama ermenîya “Mşak”, sal 1902, hejmar 88; A. Toxmaxyan,- Turkahayastan, “Mşak”, sal 1881, hejmar 122 û 123 (bi zmanê ermenî); F. Doroxîn – Opisaniye tureskoy Imperii “Provoslovniy Palestinskiy sbornik”, hejmar 30, sal 1890; O.L.Vîlçevski – Materiali po istorii obşçestvennix form v Kurdistanê, sovet. Êtnograf. Lêningrad, hejmar 5-6; Y.Karsev – Zametki o kurdax, Tiflis, sal 1896 (hemû jî bi zmanê rûsî); F.Bodenstedt.-volker, des Kaukasus und Ihrefriheitskample gegen diye Russen, Berlin, sal 1848 (bi zmanê almani) û gelekêd din. Lê başqe gotî derheqa terîqa kurdada diha kêm xebat hatîye kirin. Wê derecêda vê axirîyê xebateke ulmîye rind kirîye Nadoyê Xudo. Ewî kitêba derheqa terîqa kurdada nivîsîye. Ew tiştekî şabûnêye.

Qebîlêd ereba û kurda bi rêncberîyêva jî mijûlin. Niha jî li Turkîyayê, Îranê ewana usa emirê xwe derbaz dikin. Wê şûnda, ewana bi çêkirina xalîçava, avîtina kulavava û prûdîyêva mijûl bûne. Kurda tucartî jî kirine, lê zef hindik. Kurd hîmlî heywanetxweykir û rêncberin, niha senayêva jî mijûlin. K.Xaçatûrov awa derheqa kurdêd Yêrêvanêye berêda nivîsîye.

“Em hesab bikin pêşekê kurda gişka heywanetxweykirine. Ewana baharê zû tarişêd xweva bar dikin, diçin bilindciya (çiya) û payîza dereng vedigerin. Zivistanê jî ewana gundêd xweda dijîn, wa gotî: malikêd binerdda”(1).

Hilbet, Xaçatûrov rast nabêje, pêşê kurdêd nehîya Yêrêvanê tenê heywanetxweykirin nîbûye. Ewana rêncber jî bûne, lê kurdêd nêzîkî Yêrêvanê hela bostan jî avîtine. Cîkî din, hema wê miqalêda, wexta ew derheqa kurdêd Cûnkîda xeber dide, dibêje, wekî ewana bi heywanetxweykirinê û bêcerkirina baxava jî mijûlin. Wexta rêwîtîyê Xaçatûrov ji rêberekî xweyî kurd dipirse derheqa edet, pêşe û xebata kurdêd Yêrêvanêda. Rêber cabê dide:

“Bal me tenê ceh û zebeşa diçînin, lê ew yeka ewqasî jî karê nade. Jin, zaro, kal û pîrêd me biharê zû koç dikin, diçin quntarêd çiya, lê tenê cahil dimînin, bo wextêda ceh û bostana biçînin. Zebeşa bi barê ga dibin Qaqizmanê û Qersê, gunda digerînin, difroşin yan jî dibin gundêd ermenîya, tirka û bi nanra diguhêrin”(2).

Ji van herdu sîtata tê kivşê, wekî gilîyêd Xaçatûrov miqabilî hevin, çimkî ew jorê dibêje, wekî pêşê kurdêd Yêrêvanê gişka heywanetxweykirin bûye, lê sîtata dudada daye kivşê, wekî kurd xwelî û baxçe jî bêcer kirine. Wê şûnda avtor navê zebeşa hiltîne, derheqa avîtina pincarê, bostanada xeber dide(3).

Bi gilîkî, bnelîyêd gundêd kurdaye Pişkavkazê, RSS Ermenîstanêda: nehîya Aparanê (gundêd Mîreka Çûk, Mîreka Mezin), Qundexsaz, Camûşvana Mezin (niha – Elegez), Camûşvana Çûk, Pamp, Cercerîs, Qurubxaz, Çobanmaz, Senger, Korbilax, Karvansere û Dûzkend), nahîya Basargêçarê (Kaybaş, Qoşebilax, Geyûs), nehîya Talînê (Gelto, Sorîk, Sîçanlû, Heko, Tilik, Keleşbeg, Dîyan, Beroj, Dûzkend, usa jî kurdêd Xanxajê, Boqtilîyê, Koyûxtepe), nehîya Aştarakê (Çatqiran, Şamîram), nehîya Êcmîyadzînê (Kûrekend), Artaşatê (Hebilkend, Nêcirlûya Jêrin û Nêcirlûya Jorin), RSS Adrbêcanêye nehîya Laçînê (Axcakend, Zêrtîya Jêrin, Zêrtîya Jorin, Qerekeşîş, Şêylanlî, Katos, Mînkend, Bozlû, Qelaçe, Axbûlax, Çiraxlî, Kîyamlî), nehîya Kûbatlîyê (Çêrdaxlî, Godekler, Kurdmexrûzlû, Gayalî, Mehmûdli, Molûya Jorin, Molûya Jêrin, Şotalanli, Zîlanli, Qundenli, KerCelalî, Gaşêlî, Têmûrmûskyanli, Mamedli, Trovlû, Dîlanîmûskyanlî) û yêd mayîn pêşêd wanî hîmlî xwelîbêcerkirin û heywanetxweykirin bûye.

Kurdêd Tbîlîsîyê, Batûmîyê, Rûstavîyê, Kaxêtê (RSS Gurcistanê) palene, pêşekar, qulixdar û yêd mayîn. Kurdêd Sûrîyê, Îraqê jî hîmlî bi heywanetxweykirinêva û rêncberîyêva mijûl bûne û niha jî mijûlin. Ewana niha bi deranînêva jî mijûlin. Em hildin kurdêd Turkîyê, yêd nehîyêd Dêrsimê, dîsa pêşê wanî sereke bêcerkirina xwelîyê û heywanetxweykirine. Hinek ji wana nîvkoçerin, havînê diçin çiya, eyla, lê zivistanê vedigerin gundêd xwe. Li Dêrsimê koçer tanene(3).

Em hildin welatê Îranê, wekî têda nêzîkî 3 mîlyon kurd lê dijîn: pêşê wanî hîmlî heywanetxweykirin û rêncberîye. Bona kurdêd koçertîyê û nîvkoçertîyê dikin, heywanetxweykirin pêşê hîmlî tê hesabkirin. Ewana nîvê pirê heywanêd hûr xwey dikin. Xweykirina gamêşa, çêleka, ga cîyê duda digre(4). Îranêda him kurdêd koçer, him jî yêd rêncberîyê dikin hene. Sûrîyêda, Dêrsimêda kurd gelekî pêz-dêwêr xwey dikin. Cmaeta kurd çawa cmaeteke heywanetxweykir û rêncber, her mecal-mikan dida xebatê bona zêdekirina tarişê xwe û kara rêncberîyê. Berê ewlin em hildin pirsa xweykirin-zêdekirina heywanet. Bona heywanetxweykirinê gerekê çêre, zozan, mêrg û çayîr hebûna seba pez havînê lê biçêrîya, usa jî gerekê alifê zivistanê hebûya. Zozanêd kurda li her dera jî hebûn. Turkîyêda destpêkirî hetanî Îranê, Îraqê û Tifaqa Sovêtîyê. Mesele, li Ermenîstanê qebîlêd Birûka, Celalîya diçûn çiyayêd Axmixanê; bera Hesinîya, qebîlêd Rojkîya, Mehemda, bera Banokîya zozanêd wan li sîngê Elegezê bûn. Welatê Qersêda cîyê çêre zozanêd çiyayê Bazarcuxê û Gulheyranê bûn. Li Îraqê, nêzîkî Mûsilê çiyayêd Sincarê, paşê yêd Kêrkûkêne.

Gelekî ferze edet-jîyîna kurda girêdayî malhebûna wanra – heywanetxweykirin, rêncberî û pêşekêd mayînra. Berê ewlin her qebîlekê, berekê, dewlemendekî dixwest bo çêre cîyê rind dest bîne. Ew yek rehet nîbû, bo wê yekê serkarêd qebîla hebûn, yêd ku dirav ji pizmamêd xwe distendin, çawa ruşet didan wekîlêd hukumetê û bi wî teherî yan jî bi celebekî delkbaz cîyê çêrêyî rind dest dianîn. Vêderê hukumetê pişta dewlemenda, muftexura digirt, lema jî wana berî gişka cîyê rind dest dianîn.

Wexta kurd diçûn warêd xwe (çiya), cîyê nimiz kivş dikirin: newal, kort, kêlekêd çevkanîya yan jî cew û kanîya nav mêşa, nav darêd sixda. Cîyê mêşe bo xweyê heywanet rind bû, çimkî talançîya, diza dikaribûn zû tariş bidizîyana û nav darêd sixda xilazkirana. Mêşêd usa six Dêrsimêda û Laçînêda hene.

Li zozana kurda hîmlî kon vedigirtin, usa jî malikêd biçûk yan jî holik çê dikirin. Hebûn holikêd koçera, usa jî yêd nîvkoçera. Koçera diha hindik holik çê dikirin, çimkî ewana sal bi sal cîyê xwe diguhastin, ewana nîvê pirê konada diman.

Çevêd koçera, usa jî yêd nîvkoçera timê li topkirina hasileta pir bû, her pê wê hasiletê wana zimêrê xwe zivistanê didan ser hevdu û payîzê vedigerîyan qijla yan jî gundêd xwe.

Koçera xwelî bêcer ne dikirin, tenê heywanet xwey dikirin û ji cîkî diçûn cîyê mayîn. Evê yekê em dibînin Turkiyêda, çimkî wargêd wana pirin, başqe gotî li nehîya Dîyarbekirê.

Bi gotina Barsêx Karapêtyan, wekî vê axirîyê ji Îranê hatîye wetenê xwe – Ermenîstana Sovêtîyê, koçerêd Îranê holikêd xwe ji kevira çê dikin, lê yêd pezêd wan hindikin, kêleka holika gomêd çûk çê dikin, pêz dikinê. Holikêd Cûnka, usa jî yêd Barzanîya çargoşene, lê dirêjin, banêd wan penin bi merteka û qamîş dinixêmin. Ew holikêd wane hîmlîne. Lê li Dêrsimê usa nînin, bnelîyêd Dêrsimê wanra dibêjin holik, yêd ku dîwarêd wana pê kevira danîne, banêd wana jî hîmlî qubene(5). Bi gilîkî, mîna bircêd Misrêye berêne. Zemanê berektîyêda ewan banêd qube dikaribûn zû hilşandana, biguhastana, çimkî bi cûrekî lapî sade ban dihatine avakirin. Ew darêd qube danîbûn ser holikê (bê xwelî) dikaribûn nava lezekêda hilşandana û bavîtana ser holikeke din. Her sal banêd holika teze dikirin, çimkî ew ban hîmlî nîbûn, çawa me go, ji cîkî diguhastin cîkî din. Bi gotina Barsêxê kal, ew banêd holika qube dûrva bedew xuya dikin. Orta holikada sitûneke darîne bilind datînin, dirêjaya dîwarêd holikêd wana ancax 3 mêtr hebin. Holikêd koçer û nîvkoçerêd Ermenîstanê, Adirbêcanêye kurd jî çargoşe bûn, nîvê pirê ji kevira dihatin çêkirinê, lê banêd wana nimz bûn, mesele: nîvkoçerêd nehîya Aparanê, Talînê, Qemerlûyê diçûn çiyayêd Elegezê, Axmaxanê, holikêd wana jî mîna yêd Dêrsimê bûn, lê firqî ew bû, wekî li vir kurda holikêd xwe qube çênedikirin, ewana pen çê dikirin, lema jî 2-4 sitûn datanîn bin banê holikê. Vira gerek meriv zanibûya, gelo çi cûre holik çêdikirin, mezin yanê biçûk. Cîna holik pê kulavêd kevin ava dikirin, çimkî av nav kulavara çetin derbaz dibe, ew nahêlin holik dilop bikin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev